Eyantiya Yûhenna 22:1-21
22 Û melek çemê ava jîyînê nîşanî min kir. Ev çem mîna xirûstal zelal bû, û ji textê Xwedê û ji Berx dihat,
2 û kûça sereke ya bajêrra dikişiya. Her du aliyên çêm darên jîyînê hebûn. Wana her meh, dêmek salê 12 cara ber didan. Û belgên wan dara bona qenckirina mileta bûn.
3 Wê tu car nifir li wî bajarî neyê kirinê. Lê textê Xwedê û Berx wê nav bajêrda be, û xulamên wî wê wîra xizmetiya pîroz bikin.
4 Û ewana wê rûyê wî bivînin, û navê wî wê ser eniya wan be.
5 Usa jî wê îda şev tune be, û ewana wê ne hewcê ronaya çirê bin, ne jî ronaya tevê, çimkî Yehowa Xwedê wê ronayê bide ser wan, û ewana wê heta-hetayê ça padşa serwêrtiyê bikin.
6 Melek minra got: “Ev gotin bi îtbar* û rast in. Erê, Yehowa Xwedê, yê ku bi pêxembera xeber dide, melekê xwe şand, wekî tiştên ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamên xwe bike.
7 Ezê zû bêm. Çiqas bextewar e kesê ku gotinên pêxembertiyêye vê kitêba gulometkkirî, tîne sêrî”.
8 Min, Yûhenna, ev tişt dibihîstin û didîtin. Gava min ew bihîstin û dîtin, ez ber nigên melekê ku ev tişt nîşanî min kir, ketime ser çoka ku serê xwe ber wî daynim.
9 Lê ewî minra got: “Tu çi dikî? Usa neke! Ez mîna te, mîna birên teye pêxember û mîna yên ku gotinên vê kitêba gulometkkirî tînin sêrî, xulam im. Serê xwe tenê ber Xwedê dayne!”
10 Ewî usa jî minra got: “Gotinên pêxembertiyêye vê kitêba gulometkkirî mor neke, çimkî wextê kifşkirî nêzîk e.
11 Yê neheq ku neheqiyê dike, bira neheqiya xweda bimîne, û yê ku qirêj e, bira qirêjaya xweda bimîne. Lê yê rast bira rastiya xweda bimîne, û yê pîroz bira pîroziya xweda bimîne.
12 ‘Va ezê zû bêm, û ezê anegorî kirên her yekî, heqê wî bidime wî.
13 Ez Alfa û Omêga* me, yê pêşin û yê paşin im, destpêk û xilazî me.
14 Çiqas bextewar in yên ku çuxên xwe dişon, wekî îzina wan hebe ji darên jîyînê bixwin û dergehên bajêrra bikevine hindur.
15 Îzina kûçika,* sêrbaza, zinêkara,* mêrkuja, pûtparista û her kesê ku derewa hez dike û derewa dike, tune ku bikevine bajêr’.
16 ‘Ez Îsa, min melekê xwe şand, wekî şedetiya van tişta nava civatada bide. Kok û zureta Dawid û steyrka şebeqêye şewq, ez im’”.
17 Ruh û bûk dibêjin: “Were!” Û her kesê ku vê yekê dibihê, bira bêje: “Were!” Û her kesê ku tî ye, bira bê. Û her kesê ku dixwaze, bira ava jîyînê bêheq bistîne.
18 “Ez şedetiyê didime her kesê ku gotinên pêxembertiyêye vê kitêba gulometkkirî dibihê: Hergê yek tiştekî ser wanda zêde ke, Xwedê jî wan belayên ku vê kitêba gulometkkirîda nivîsar in, wê ser wîda zêde ke.
19 Û hergê kesek ji gotinên pêxembertiyêye vê kitêba gulometkkirîda tiştekî kêm ke, Xwedê wê li gora gotinên vê kitêba gulometkkirî, heqê wî ku ew ji darên jîyînê bixwe û bikeve bajêr, ji wî bistîne.
20 Yê ku şedetiya wan tişta dide, dibêje: ‘Erê, ezê zû bêm’”.
“Amîn! Were, ya Xudan Îsa!”
21 Bira kerema mezin ya Xudan Îsa ser pîroza be.

