Eyantiya Yûhenna 21:1-27
21 Min erdekî teze û ezmanekî teze dît, çimkî erd û ezmanê berê derbaz bûn, û îda ber tune bû.
2 Usa jî min dît ku bajarê pîroz, dêmek Orşelîma Teze, ji Xwedê ji ezmên dadikete jêr. Ew mîna bûkeke ku xwe bona zeva xemilandiye, hazir bû.
3 Hingê min ji text dengekî bilind bihîst ku got: “Va konê Xwedê nav merivada ye, û ew wê tevî wan bijî. Ewana wê bibine cimeta wî, û ew wê tevî wan be.
4 Û Xwedê wê hemû hêsirên çevên wan paqij ke û îda wê ne mirin hebe, ne şîn, ne girî, ne jî êş-êşûk. Tiştên berê derbaz bûn”.
5 Yê ku ser text rûniştî ye, got: “Va ez her tiştî nû çêdikim!” Ewî usa jî got: “Binivîse, çimkî ev gotin bi îtbar* û rast in”.
6 Û ewî minra got: “Ev gotin hatine sêrî! Ez Alfa* û Omêga me, destpêk û xilazî me. Ezê ava ji kaniya ava jîyînê, bêheq bidime her kesê ku tî ye.
7 Her kesê ku serkeve, wê van hemû tişta ça milk bistîne. Ezê bibime Xwedayê wî, ewê jî bibe kurê min.
8 Lê yên tirsonek, bêbawer, heram, mirdar, mêrkuj, zinêkar, sêrbaz, pûtparist û hemû derewîn, wê bêne avîtinê nava gola agirê bi kirkûtê. Ev yek mirina duda tê hesabê”.
9 Yek ji heft meleka, cem kîjana heft tasên tijî bi heft belayên xilaziyê hebûn, hat û minra got: “Were, ezê bûkê nîşanî te kim, ya ku wê bibe jina Berx”.
10 Hingê ewî ez bi saya ruh birime çiyakî mezin û bilind, û ewî bajarê pîroz Orşelîm, ku bal Xwedê ji ezmên dadikete xwarê, nîşanî min kir.
11 Û evî bajarî bi rûmeta Xwedê şewqa dida. Ew mîna kevirê herî qîmet dibiriqî, dêmek mîna kevirê yaspîs, kîjan ku mîna xirûstal dibiriqî.
12 Dîwarê bajêr mezin û bilind bû, û 12 dergehên wî hebûn, û ber wan 12 melek sekinî bûn. Ser dergeh navên 12 berekên kurên Îsraêl nivîsar bûn.
13 Aliyê rohilatê sê dergeh, aliyê bakurê sê dergeh, aliyê başûrê sê dergeh û aliyê roavayê sê dergeh hebûn.
14 Hîmên dîwarê bajêr ji 12 kevira bûn, û 12 navên 12 şandiyên Berx ser van kevira nivîsar bûn.
15 Destê wî melekîda, yê ku minra xeber dida, qamîşekî zêrîn hebû, wekî ew bajar, dergeh û dîwarê wî çap ke.
16 Bajar çargoşe bû, û dirêjaya bajêr weke berayê bû. Û melek pê vî qamîşî bajar çap kir, û ew weke 2 220* kîlomêtr bû. Dirêjayî, berayî û bilindaya wê weke hev bûn.
17 Usa jî ewî dîwarê bajêr jî çap kir, û bilindayî weke 64 mêtr* bû. Melek pê çapkirina merivayê çap kir.
18 Dîwarê bajêr ji kevirê yaspîs bû, û bajar ji zêrê xalis mîna şûşe zelal bû.
19 Hîmên dîwarê bajêr pê her cûre kevirên qîmet xemilandî bûn: Hîmê pêşin kevirê yaspîs bû, yê duda safîr, yê sisiya xalkêdon, yê çara zimrûd,
20 yê pênca sardonûks, yê şeşa sardiyon, yê hefta xirîzolît, yê heyşta bêrîl, yê neha topaz, yê deha xirîsopras, yê yanzdeha yaqûtê şîn û yê donzdeha ametîst bû.
21 Lê 12 dergeh 12 dur bûn, her dergeh ji durekî çêkirî bû. Kûça sereke ya bajêr ji zêrê xalis mîna şûşe zelal bû.
22 Min bajêrda paristgeh nedît, çimkî Yehowa Xwedayê Hemû Zorayê û Berx, paristgeha wî ne.
23 Bajar ne hewcê tevê û ne jî hewcê hîvê ye, wekî ronayê bidinê, çimkî rûmeta Xwedê bajêr ronayî dike û Berx çira wî ye.
24 Milet wê ronaya bajêrda bigerin, û padşên dinyayê wê rûmeta xwe bînine nava wî.
25 Dergehên bajêr wê nava rojêda qe neyêne girtinê, çimkî wêderê wê şev tune be.
26 Û rûmet û hurmeta mileta wê bikeve nav bajêr.
27 Lê tu tiştê mirdar û tu kesê ku tiştên heram dike û derewa dike, wê nekeve vî bajarî, tenê ewên ku kitêba gulometkkiriye jîyînê ya Berxda hatine nivîsarê.

