Eyantiya Yûhenna 20:1-15
20 Min melekek dît, yê ku ji ezmên dakete jêrê, û destê wîda kilîta çela bê binî û zincîreke mezin hebû.
2 Ewî ew zîya girt, awa gotî ew merê berê, yê ku Mîrê-cina û Şeytan e, û ser 1 000 salî girêda.
3 Melek ew avîte çela bê binî, çel girt û mor kir, wekî ew mileta nexapîne heta ku 1 000 sal temam be. Paşî vê yekê, gerekê ew ser wextekî kin bê berdanê.
4 Û min text dîtin, û ew kesên ku ser wan rûniştî bûn, wanra hukum hate dayînê ku dîwanê bikin. Min caniya wan kesa dît, yên ku hatibûn kuştinê* bona vê yekê ku derheqa Îsa şedetî didan û derheqa Xwedê xeber didan. Wana serê xwe ber cenewir û heykelê wî danenîbûn, û ne jî nîşana wî dabûne ser enî yan destê xwe. Ew vegeriyane jîyînê, û wana tevî Mesîh 1 000 salî serwêrtî kir.
5 (Lê ew miriyên mayîn venegeriyane jîyînê, heta ku 1 000 sal temam bûn.) Ev rabûna miriya ya pêşin bû.
6 Çiqas bextewar in û pîroz in, yên ku wê wedê rabûna miriya ya pêşin, ji mirinê rabin. Qewata mirina duda ser wan hukum nake. Ewê bibine kahînên Xwedê û Mesîh, û ewana wê tevî wî ça padşa 1 000 salî serwêrtiyê bikin.
7 Gava 1 000 sal temam be, Şeytan wê ji kelê bê berdanê.
8 Ewê derkeve ku miletên ji çar qulbên dinyayê, awa gotî Gog û Magog bixalifîne û wana bona şer top ke. Hejmara wan mîna qûma berê ye.
9 Ewana ser temamiya erdê bela bûn, û wana dora ciyê pîroza û bajarê ku Xwedê jê hez dike, girt. Lê ji ezmên agir hat û ewana hûfî xwe kirin.
10 Û Mîrê-cina ku ewana dixalifandin, hate avîtinê nav gola agir û kirkûtê, ciyê ku cenewir û pêxemberê qelp îda wêderê bûn. Û ewana wê şev û roj heta-hetayê biçerçirin.
11 Û min textê mezinî sipî û Yê ku ser wî rûniştî bû, dît. Erd û ezman ji wî reviyan, û bona wan îda cî tune bû.
12 Min yên mirî, yên biçûk û mezin, ber text sekinî dîtin, û kitêbên gulometkkirî hatine vekirinê. Lê kitêbeke din jî vebû, ew kitêba jîyînê ye. Dîwana miriya anegorî kirên wane kitêbada nivîsar hate kirinê.
13 Berê miriyên xwe da, mirinê û Gorê jî miriyên xwe dan. Û her kesî li gora kirên xwe dîwana xwe stand.
14 Hingê mirin û Gor hatine avîtinê nav gola agir. Gola agir mirina duda tê hesabê.
15 Û her kesê ku navê wî kitêba jîyînêda nivîsar nîbû, hate avîtinê nav gola agir.
Спартьн
^ Raste-rast “pê balte hatine kuştinê”.

