Eyantiya Yûhenna 19:1-21

  • Pesinê Yah bidin bona dîwanên wî (1-10)

    • Dewata Berx (7-9)

  • Siyarê hespê boz (11-16)

  • “Şaya Xwedayê mezin” (17, 18)

  • Cenewir tê altkirinê (19-21)

19  Paşî vê yekê, min ji ezmên dengekî bilind bihîst, mîna dengê elaleteke mezin, ku got: “Pesinê Yah bidin!* Xilazbûn, rûmet û qewat yên Xwedayê me ne, 2  çimkî dîwanên wî rast û heq in. Ewî dîwana wê qava mezin kir, ya ku dinya pê qaviya* xwe herimandiye, û ewî heyfa xûna xulamên xwe ji wê hilda”. 3  Û paşê derbêra wana cara duda got: “Pesinê Yah bidin! Dûyê ku ji wê tê, wê heta-hetayê bikişe”. 4  Û 24 rûspî û çar efrînên bînber ketine ser çoka û serê xwe ber Xwedayê ku ser text rûniştî ye, danîn û gotin: “Amîn! Pesinê Yah bidin!” 5  Usa jî dengek ji text hat û got: “Pesinê Xwedayê me bidin, hûn, hemû xulamên wî, yên ku ji wî ditirsin, biçûk û mezin”. 6  Û min dengekî mîna dengê elaleta mezin, dengê xuşe-xuşa gelek ava û mîna dengê gurîniya mezin ya ezmên bihîst, ku digot: “Pesinê Yah bidin, çimkî Yehowa Xwedayê meyî Hemû Zorayê, destpêkir padşatiyê bike! 7  Bira em şa û dilgeş bin û şikiriyê bidine wî, çimkî wedê dewata Berx hatiye û bûka wî xwe hazir kiriye. 8  Bûkêra îzin hate dayînê ku ew kincê ji kitanê paqij, yê ku dibiriqe, li xwe ke. Ev kitan tê hesabê kirên rast yên pîroza”. 9  Hingê melek minra got: “Binivîse: Çiqas bextewar in yên ku bona şaya dewata Berx hatine gazîkirinê”. Usa jî ewî minra got: “Ev xeber, xeberê rast yên Xwedayê rast in”. 10  Û ez ber wî ketime ser çoka, wekî serê xwe ber wî daynim, lê ewî minra got: “Tu çi dikî? Usa neke! Ez mîna te û birên te xulam im, yên ku mizgîniya derheqa Îsa bela dikin. Serê xwe tenê ber Xwedê dayne! Çimkî nêta pêxembertiya ew e, ku mizgîniya derheqa Îsa bê belakirinê”. 11  Min dît ku ezman vebû û wêderê hespekî boz hebû. Siyarê wîra Yê Amin û Rast tê gotinê. Dîwanên wî heq in, û ew bi heqiyê şer dike. 12  Çevên wî mîna alava agir in, û ser serê wî gelek tac hene. Navek ser wî nivîsar bû, ku xêncî wî tu kesî nizanibû. 13  Kincê wî bi xûn bû, û navê wî Xebera Xwedê bû. 14  Usa jî ordiyên ezmên bi kincên ji kitanê sipî û paqij ser hespên boz pey wî dihatin. 15  Ji devê wî şûrekî dirêj û tûj derdikeve, wekî li mileta xe, û ewê pê şiva hesinî şivantiya wan bike. Usa jî ew hewzê* xezeba Xwedayê Hemû Zorayêda tiriya dihincirîne. 16  Ser kincê wî, belê, ber hêta* wî navek nivîsar e: Padşê padşaya û Xudanê xudana. 17  Usa jî min melekekî ku ber tevê sekinî bû, dît. Ewî bi dengekî bilind kire gazî û gote hemû teyredên ku nav hewêda difirin: “Werên û bona şaya Xwedayê mezin top bin, 18  wekî goştê padşa, goştê serokên eskera, goştê mêrxasa, goştê hespa û siyarên wan, û goştê hemûya, him kesên aza û xulam, him jî kesên biçûk û mezin, bixwin”. 19  Û min dît ku cenewir û padşên dinyayê ordiyên xweva hev top bûne, wekî miqabilî siyarê hespê û ordiya wî şer bikin. 20  Û ev cenewir, û usa jî pêxemberê qelp, yê ku ber wî nîşanên ecêb dikir, hatine girtinê. Pê van nîşana, pêxemberê qelp dixalifand kesên ku ji cenewir nîşan standin û kesên ku ber heykelê wî serê xwe datanîn. Ev her du saxe-sax hatine avîtinê nav gola agir, kîjan ku bi kirkûtê dişewite. 21  Lê yên mayîn jî pê şûrê dirêj, yê ku ji devê siyarê hesp derdiket, hatine kuştinê û hemû teyrede pê goştê wan têr bûn.

Спартьн

Yan “Halêlûyah”. “Yah” ew heye cûrê kin ya navê Yehowa.
Yan “bênamûsiya sêksûalî”.
Dêmek hewzê hincirandina tiriya.
Yan “ber ranê wî”.