Eyantiya Yûhenna 18:1-24

  • “Babîlona Mezin ketiye” (1-8)

    • “Cimeta min, ji nava wê derkevin” (4)

  • Şîna bona ketina Babîlonê (9-19)

  • Ezman ketina Babîlonêra şa dibe (20)

  • Babîlon mîna kevirekî tê avîtinê nava berê (21-24)

18  Paşî vê yekê, min melekekî din dît, yê ku xweyê hukumê mezin bû, ew ji ezmên daket jêr û rûyê erdê bi rûmeta wî ronayî bû. 2  Û ewî bi dengekî bilind got: “Babîlona Mezin ketiye! Ew bajarê ku bûye ciyê cina, ciyê ruhên* heram û hemû teyredên heram û mirdar, ketiye! 3  Çimkî ewê pê şerava temê xirab,* pê şerava qaviya* xwe hemû milet serxweş kiriye. Padşên dinyayê tevî wê zinêkarî dikirin, û bazirganên dinyayê pê tiştên qîmet û biha, yên ku ewê bêşerm destxistine, dewletî bûn”. 4  Û min ji ezmên dengekî din bihîst, ku got: “Cimeta min, ji nava wê derkevin, wekî hûn nebine hevparên gunên wê, û belayên ku wê bêne serê wê, neyêne serê we. 5  Çimkî gunên wê gihîştine heta ezmên, û Xwedê wê bona kirên wêye neheq dîwana wê bike. 6  Ewê çi ku anî serê kesên din, hûn jî bînine serê wê. Erê, hemû tiştên ku ewê kirine, hûn du car haqasî lê vegerînin. Kasa ku ewê hazir kiriye, hûn du car haqasî zêdetir bona wê hazir kin. 7  Ewê çiqas rûmeta xwe bilind kiriye û dewlemendtiya bêşermda jîtiye, haqasî cefê û şînê serda bînin. Çimkî ew dilê xweda dibêje: ‘Ez ça padşa rûniştî me, ez jinebî nînim, û ezê tu car şînê nekim’. 8  Lema jî belayên wê, dêmek mirin, şîn û xelayî, wê rojekêda bêne serê wê. Û ewê bi temamî bi agir bê şewitandinê, çimkî Yehowa Xwedê, yê ku dîwana wê kiriye, zor e. 9  Û gava padşên dinyayê, yên ku tevî wê zinêkarî dikirin û tevî wê dewlemendtiya bêşermda dijîtin, dûyê şewitandina wê bivînin, wê bona wê bigirîn, şînê bikin û sîngên xwe xin. 10  Ewana ji tirsa vê yekê ku mîna wê cefê bikişînin, wê dûr bisekinin û bêjin: ‘Wax, wax, bajarê mezin û qewî Babîlon! Çimkî dîwana te sihetekêda ser teda hat’. 11  Usa jî bazirganên dinyayê wê bona wê bigirîn û şînê bikin, çimkî tu kes wê îda tiştên wan nekire: 12  Zêr, zîv, kevirên qîmet, morî,* kitan, hevirmiş, perçên şîrk, perçên sorê gevez, her tiştê ku ji dara bînxweş, diranên fîla, darên qîmet, tûnc, hesin û ji mermer hatine çêkirinê. 13  Usa jî darçîn, biharet, bixûr, bizirê bînxweş, bixûra sipî, şerav, bizirê zeytûnê, arê baş, genim, dewar, pez, hesp, erebe, xulam û meriv. 14  Erê, ev berê qenc, kîjan dilê te dixwest, ji destê te çû. Û te hemû tiştên xweş û qîmet unda kirine, û tuyê wan tu car nevînî. 15  Bazirganên ku ev tişt difirotin û bi alîkariya wê dewletî bibûn, wê ji tirsa ku ewana jî wê cefê bikişînin, dûr bisekinin, bigirîn, şînê bikin 16  û bêjin: ‘Wax, wax, bajarê mezin, kîjanî kincê kitanî qîmet, şîrk û sorê gevez xwekirî ye, û bi zêr, kevirên qîmet û moriya xemilandî ye! 17  Çimkî sihetekêda ev hebûka mezin betavebû’. Her serokê gemiyê, her rêwiyê ku bi gemiyê diçe, gemîvan û hemûyên ku pê xebata ser berê ebûra xwe dikirin, dûr sekinîn. 18  Û gava wana dûyê şewitandina wê dît, bi dengekî bilind gotin: ‘Ka kîjan bajar mîna vî bajarê mezin e?’ 19  Wana xwelî serê xwe kir, giriyan, şîn kirin û bi dengê bilind gotin: ‘Wax, wax, bajarê mezin, bi alîkariya kîjanî hemû xweyên gemiya dewletî bibûn! Çimkî sihetekêda ew wêran bû!’ 20  Şa bin ezmanno, usa jî kesên pîroz, şandî û pêxember, çimkî Xwedê bona xatirê we dîwana wê elam kiriye!” 21  Hingê melekekî zor kevirekî mîna beraşekî* mezin hilda, avîte nav berê û got: “Bi vî cûreyî bajarê mezin Babîlon jî wê bê avîtinê nava berê û îda tu car neyê dîtinê”. 22  Û îda dengê stiranbêjên ku li çengê dixin, sazbend, bilûrvan û borîvana, wê Babîlonêda neyê bihîstinê. Û hostekî tu pêşeyî wê îda tu car nav teda tune be, û wê dengê beraşê wê îda tu car nav teda neyê bihîstinê. 23  Îda wê tu ronaya çirê nav teda şewq nede, û dengê bûk û zeva jî wê ji te neyê bihîstinê. Çimkî bazirganên te merivên herî nav-deng bûn, û bona sêrbaziya te hemû milet ji rê derketin. 24  Erê, xûna pêxembera, ya kesên pîroz û ya hemû kesên ku ser rûyê erdê hatine serjêkirinê, vî bajarîda hate rêtinê”.

Спартьн

Yan dibeke “hulm; xeberên qelp”.
Yan “hêrsa”.
Yan “bênamûsiya sêksûalî”.
Raste-rast “dur”.
Dêmek kevirekî ku ker lê dizivirand, bona hêrandina genim.