Eyantiya Yûhenna 17:1-18

  • Dîwana “Babîlona Mezin” (1-18)

    • Qava mezin ser cenewirê sor rûniştî ye (1-3)

    • Cenewirê ku “pêşiyê hebû, lê niha tune ye” ji çela bê binî derdikeve (8)

    • Deh stirû tevî Berx şer dikin (12-14)

    • Deh stirû qavê nefret dikin (16, 17)

17  Ji wan her heft melekên ku xweyê her heft tasa bûn, yek hat û minra got: “Were, ez dîwana wê qava mezin nîşanî te kim, ya ku ser gelek ava rûniştî ye. 2  Padşên dinyayê tevî wê zinêkarî* dikirin, û merivên ser rûyê erdê pê şerava qaviya wê serxweş dibûn”. 3  Û melek bi qewata ruhê pîroz ez birim beriyê, û wêderê min jineke ser cenewir rûniştî dît. Rengê wî cenewirî sor bû, ew bi navên kifiriya tijî bû, û heft serî û deh stirûyên wî hebûn. 4  Kincên vê jinikê şîrk û sor bûn, û ew bi zêr, bi kevirên qîmet û bi moriya xemilandî bû. Destê wêda kaseke zêrîn hebû, kîjan ku pê mirdarî û heramiyên qaviya wê tijî bû. 5  Ser eniya wê navek nivîsar bû, ev nav sur bû: “Babîlona Mezin, diya qava û heramiyên dinyayê”. 6  Û min dît ku ev jinik pê xûna pîroza û pê xûna şedên Îsa serxweş bû. Gava min ew dît, ez gelek ecêbmayî mam. 7  Hingê melek minra got: “Tu çira ecêbmayî dimînî? Ezê sura vê jinikê û ya cenewirê ku ew ser rûniştî ye û heft serî û deh stirûyên wî hene, tera bêjim: 8  Cenewirê ku te dît, pêşiyê hebû, lê niha tune, ewê zûtirekê ji çela bê binî derkeve û berbi qirbûnê here. Û merivên ser rûyê erdê, yên ku navên wan ji destpêka efirandina dinyayêda kitêba jîyînêda nehatine nivîsarê, wê ecêbmayî bimînin, gava wî cenewirî bivînin, yê ku hebû û niha tune, lê wê hebe. 9  Bona femkirina vê yekê hiş û bîlanî lazim e: Heft serî têne hesabê heft çiyayên ku jinik ser wan rûniştî ye. 10  Û ew heft padşa ne: Pênc ketine, yek niha heye, û yê din hê nehatiye. Lê gava ew bê, gerekê hinek wext bimîne. 11  Û cenewirê ku hebû, lê niha tune, xwexa jî padşê heyşta ye. Ew ji heft padşa hatiye û wê berbi qirkirinê here. 12  Ew deh stirûyên ku te dîtin, deh padşa têne hesabê, yên ku hê padşatî nestandine. Lê ewana wê tevî cenewir sihetekê padşatiyê bikin. 13  Çimkî nêta wan yek e, ewana qewata xwe û hukumê xwe didine cenewir. 14  Ewana wê tevî Berx şer bikin, û Berx wê serkeve, çimkî ew Xudanê xudana ye û Padşê padşaya ye. Û yên tevî wî jî wê serkevin, dêmek yên gazîkirî, bijartî û amin”. 15  Melek minra got: “Ev avên ku te dîtin, ku ew qav ser wan rûniştiye, cimet, elalet, milet û ziman in. 16  Û ew deh stirû û cenewir ku te dîtin, wê qavê nefret bikin. Ewana wê lê talan kin û tezî kin, goştê wê bixwin û wê bi temamî agirda bişewitînin. 17  Çimkî Xwedê ev yek kire dilê wan, ku xwestina wî bikin û ser nêtekê bin, dêmek ku serwêrtiya xwe bidine cenewir, heta ku gotinên Xwedê bêne sêrî. 18  Û ew jinika ku te dîtibû, bajarê mezin tê hesabê, ya ku ser padşên dinyayê padşatiyê dike”.

Спартьн

Yan “bênamûsiya sêksûalî”.