Eyantiya Yûhenna 16:1-21
16 Û min ji paristgehê dengekî bilind bihîst ku heft melekara got: “Herin û heft tasên xezeba Xwedê birêjine ser erdê”.
2 Melekê pêşin çû û tasa xwe rête ser erdê. Û pizikên pîse xirab ser wan meriva derketin, yên ku nîşana cenewir ser wan bû û serê xwe ber heykelê wî datanîn.
3 Melekê duda tasa xwe rête ser berê. Û ber bû mîna xûna merivê mirî, û her tiştê ku berêda dijît, mir.
4 Melekê sisiya tasa xwe rête ser çem û kaniyên avê, û ew bûne xûn.
5 Û min bihîst ku melekê avê usa got: “Tu, yê ku heyî û hebûyî, yekî amin î, tu heq î, çimkî te dîwanên bi wî cûreyî kirin.
6 Çimkî wana xûna pîroza û pêxembera rêt, te xûn da wan ku ew vexwin. Belê, ewana hêjayî vê yekê ne”.
7 Û min dengek ji qurbangehê bihîst ku got: “Erê, ya Yehowa Xwedayê Hemû Zorayê, dîwanên te rast û heq in”.
8 Melekê çara tasa xwe rête ser tevê, û tevêra îzin hate dayînê ku meriva bi agir bişewitîne.
9 Meriv ji germaya qayîm şewitîn, û wana kifirî navê Xwedê kir, hukumê kîjanî ser van bela heye. Û wana tobe nekir û rûmet nedane wî.
10 Melekê pênca tasa xwe rête ser textê cenewir. Padşatiya wî terî bû, û meriva ji bo êşê zimanê xwe gez dikir.
11 Wana ji bo êşa xwe û pizikên xwe, kifirî li Xwedayê ezmên kirin, û wana kirên xwe tobe nekir.
12 Melekê şeşa tasa xwe rête ser çemê Feratêyî mezin û ava çem ziha bû. Bi vî cûreyî, rê bona padşên rohilatê hate hazirkirinê.
13 Min dît ku ji devê zîya, ji devê cenewir û ji devê pêxemberê qelp sê gotinên herame* mîna beqa, derketin.
14 Bi rastî ev gotin ji cina tên û ewana nîşanên ecêb dikin. Ewana diçin cem padşên temamiya erdê, wekî wana bona şer top kin, kîjan ku wê roja mezine Xwedayê Hemû Zorayê, bibe.
15 “Va, ez mîna diz têm! Çiqas bextewar e kesê ku hişyar dimîne û kincên ser xwe, xwey dike, wekî tezî negere û şerma wî neyê dîtinê”.
16 Û wana ew padşa ciyê ku jêra bi Îbranî Harmegedon* tê gotinê, top kirin.
17 Melekê hefta tasa xwe rête ser hewê. Hingê ji textê paristgehê dengekî bilind derket û got: “Hate sêrî!”
18 Û birûska lê da, deng û gurîniya ezmên hate bihîstin û erd qayîm hejiya. Ji wextê însan dinê ketiye, heta niha, erdheja usa mezin û qayîm hê tune bûye.
19 Bajarê mezin bû sê para, û bajarên mileta wêran bûn. Xwedê Babîlona mezin anî bîra xwe ku kasa şerava hêrs û xezeba xwe bide wê.
20 Hemû girav unda bûn, û çiya nehatine dîtinê.
21 Û ji ezmên teyrokên* mezin qasî giraniya telantekê* ser merivada barîn. Meriva ji ber bela teyroka kifir dikir, çimkî ev bela gelek giran bû.

