Eyantiya Yûhenna 15:1-8
15 Hingê min li ezmên nîşaneke dine mezin û ecêb dît: Heft meleka heft bela dianîn. Ev belayên paşin in, çimkî xezeba Xwedê pê wan temam dibe.
2 Û min tiştekî mîna bereke şûşe agirva tevayî dît, usa jî min dît kesên ku cenewir, heykelê wî û hejmara navê wî alt kiribûn. Ew ber bera şûşe sekinî bûn, û destê wanda çengên Xwedê hebûn.
3 Û wana kilama Mûsa, xulamê Xwedê, û kilama Berx distira û digotin:
“Ya Yehowa Xwedayê Hemû Zorayê, karên te mezin û ecêb in. Ya Padşê heta-hetayê, riyên te rast û heq in.
4 Ya Yehowa, kî ji te wê netirse û rûmetê nede navê te? Çimkî tenê tu amin î. Hemû milet wê bên û serê xwe ber te daynin, çimkî kirên teye rast xuya bûn”.
5 Paşî vê yekê min dît ku li ezmên paristgeha konê şedetiyê* vebû.
6 Û heft melekên ku heft belayên wan hebûn, ji paristgehê derketin. Kincên wan ji kitanê paqij bû û dibiriqîn, û sîngên wan pê qayîşên zêrîn pêçayî bûn.
7 Yekî ji çar efrînên bînber heft tasên zêrîn da heft meleka. Ev tas pê xezeba Xwedayê ku heta-hetayê dijî, tije bûn.
8 Û paristgeh ji bo rûmeta Xwedê û qewata wî, bi dû tije bû. Tu kes nikaribû biketa paristgehê, heta ku heft belayên heft meleka xilaz nebûn.
Спартьн
^ Yan “konê ku nîşan dikir, wekî Xwedê tevî wan bû”.

