Eyantiya Yûhenna 14:1-20
14 Paşê, min Berx ser Çiyayê Siyonê sekinî dît, û tevî wî 144 000 kes hebûn, yên ku navê wî û navê Bavê wî ser eniya wan nivîsar bû.
2 Û min ji ezmên dengekî mîna dengê xuşe-xuşa avê û dengê gurîniya ezmêne qayîm bihîst. Ew dengê ku min bihîst, mîna dengê stiranbêja bû, yên ku li çenga dixin.
3 Wana ber text, ber çar efrînên bînber û rûspiya kilama ku têbêjî teze bû, distira. Xêncî 144 000 kesên ku ji erdê hatibûne kirînê, tu kesî nikaribû vê kilamê hîn be.
4 Ewa ev kes in, yên ku xwe tevî jina heram nekirine, ewana bikir in. Berx here kîderê jî, ewana pey wî diçin. Ewana ji nava meriva çawa berê pêşin bona Xwedê û Berx hatine kirînê.
5 Tu derew ji devê wan derneketiye, ewana bêleke ne.
6 Min melekekî din dît, yê ku nav ezmênda difiriya, û mizgîniya wîye heta-hetayê hebû, wekî vê mizgîniyê bigihîne kesên ku ser erdê dijîn, dêmek hemû mileta, bereka, zimana û cimeta.
7 Ewî bi dengekî bilind digot: “Ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidine wî, çimkî siheta ku ewê dîwanê bike, hatiye. Lema serê xwe ber wî daynin, yê ku erd û ezman, ber û avên kaniya çêkirine”.
8 Melekê duda pey wî dihat û digot: “Babîlona Mezin ketiye! Bajarê ku şerava temê xirab* ya zinêkariya xwe hemû mileta da vexwarinê, ketiye!”
9 Melekê sisiya pey wan dihat û bi dengekî bilind digot: “Hergê kesek serê xwe ber cenewir û heykelê wî dayne, û nîşanekê ser eniya xwe yan ser destê xwe qebûl ke,
10 ewê ji şerava hêrsa Xwedê vexwe, ya ku av tevkirî nîne û kasa wîye xezebêda dagirtî ye. Ew kes wê ber çevê pîroza û ber çevê Berx nav agir û kirkûtêda bê çerçirandinê.
11 Û dûyê çerçirandina wan heta-hetayê dikişe. Şev û roj rihetiya wan tune, yên ku serê xwe ber cenewir û heykelê wî datînin û nîşana wî ser wan e.
12 Lema jî pîrozara, yên ku temiyên Xwedê tînin sêrî û xwe li baweriya hindava Îsa qayîm digirin, sebir lazim e”.
13 Û min ji ezmên dengek bihîst ku got: “Binivîse: Çiqas bextewar in kesên ku ji vir şûnda dimirin û tevî Xudanê me yektiyêda nin. Ruhê pîroz dibêje ku ewana wê ji xebata xwe hêsa bin, çimkî tiştên ku wana kirine, nayêne bîrkirinê”.*
14 Û min ewrekî sipî û yekî mîna kurê însên ser ewr rûniştî dît. Ser serê wî tacekî zêrîn hebû û destê wîda deseke tûj hebû.
15 Melekekî din ji paristgehê derket û bi dengekî bilind, yê ser ewr rûniştîra, got: “Desa xwe bavêje û bidirû, çimkî wextê dirûnê hatiye û genimê erdê gihîştiye”.
16 Û yê ku ser ewr rûniştî bû desa xwe avîte erdê, û erd hate dirûnê.
17 Peyra melekekî din ji paristgeha li ezmên derket û destê wîda jî deseke tûj hebû.
18 Û melekekî din ji qurbangehê derket û hukumê wî ser agir hebû. Û ewî bi dengekî bilind gazî xweyê desa tûj kir û gotê: “Desa xweye tûj bavêje û berê tiriyên erdê biçine, çimkî ew gihîştine”.
19 Melek desa xwe avîte erdê û tiriyê erdê çinî û avîte hewzê* mezine xezeba Xwedê.
20 Tirî ji bajêr der hatine hincirandinê, û ji hewz xûn kişiya û xûnê avîte gemê hespa, qasî 296 kîlomêtra* girt.

