Eyantiya Yûhenna 13:1-18

  • Cenewirê ku heft serên wî hene, ji berê derdikeve (1-10)

  • Cenewirê ku du stirûyên wî hene, ji erdê derdikeve (11-13)

  • Heykelê cenewirê ku heft serên wî hene (14, 15)

  • Nîşan û hejmara cenewir (16-18)

13  Zîya ser qûma berê sekinî bû. Û min cenewirek dît, yê ku ji berê derdiket. Deh stirû û heft serên wî hebûn, û ser stirûyên wî deh tac hebûn. Lê ser serên wî navên ku kifiriya Xwedê dikin,* nivîsar bûn. 2  Ew cenewirê ku min dît, mîna piling bû, lê nigên wî mîna nigên hirç bûn, û devê wî mîna devê şêr bû. Û zîya qewata xwe, textê xwe û hukumê xweyî mezin da wî cenewirî. 3  Min dît ku serîkî vî cenewirî usa birîndar bû, ku ber mirinê bû, lê birîna wî qenc bû, û temamiya dinyayê ser wî ecêbmayî dima û pey wî diçû. 4  Û wana serê xwe ber zîya danî, çimkî ewî hukum dabû destê cenewir. Û wana serê xwe ber cenewir danî bi van gotina: “Gelo kî mîna vî cenewirî ye, û kî dikare tevî wî şer bike?” 5  Vî cenewirîra îzin hate dayînê ku ew qure-qure xeber de û kifiriya bike. Usa jî wîra hukum hate dayînê ku ew 42 meha çi bixwaze bike. 6  Û ewî destpêkir miqabilî Xwedê, navê wî, mala wî û yên ku li ezmên dijîn, kifiriya bike. 7  Wîra îzin hate dayînê ku ew tevî pîroza şer bike û serkeve. Û jêra ser hemû bereka, cimeta, zimana û mileta hukum hate dayînê. 8  Hemû kesên ku ser erdê dijîn, wê serê xwe ber wî daynin, navên kîjana ji wextê efirandina dinyayê nehatine nivîsarê kitêba gulometkkiriye jîyînêda ya Berxê serjêkirîda. 9  Guhên kê hene, bira rind guh bide. 10  Yê ku gerekê bikeve dîltiyê, wê bikeve dîltiyê. Yê ku kesekî bi şûr bikuje, gerekê bi şûr bê kuştinê. Bona vê yekê pîrozara sebir û bawerî lazim e. 11  Paşê min cenewirekî din jî dît, yê ku ji erdê derdiket. Du stirûyê wîye mîna yê berxa hebûn, û ewî destpêkir mîna zîyê xeber de. 12  Ev cenewir hemû hukumê cenewirê pêşin ber wî dide xebatê. Û ew zorê li erdê û bineliyên wê dike, wekî serê xwe ber wî cenewirê pêşin daynin, birîna kîjanî berbi mirinê dibir, û hatibû qenckirinê. 13  Ew ber meriva nîşanên mezin dike, hela hê agir jî ji ezmên ber çevê meriva davêje ser erdê. 14  Ew pê nîşanên ku jêra îzin hate dayînê, wekî ber çevê cenewir bike, merivên ku ser rûyê erdê dijîn, dixalifîne. Ew wanra dibêje, wekî ewana heykelekî wî cenewirî çêkin, yê ku bi şûr hatibû birîndarkirinê, lê dîsa jî sax ma. 15  Jêra îzin hate dayînê ku ew jîyînê bide heykelê wî cenewirî, wekî ev bikaribe xeber de û kesên ku naxwazin heykelê cenewir bihebînin, bide kuştinê. 16  Ew zorê hemûya dike, awa gotî biçûka û mezina, dewletiya û kesîba, yên aza û xulama, ku ewana nîşanê bidine ser destê xweyî rastê yan ser eniya xwe. 17  Û tu kes wê nikaribe ne bikire, ne jî bifiroşe, xêncî kesê ku nîşana cenewir, awa gotî navê wî yan hejmara navê wî ser e. 18  Seva femkirina vê yekê bîlanî lazim e: Bira kesê femkar hejmara cenewir bijmêre, çimkî ew hejmareke merivî ye, û hejmara wî 666 e.

Спартьн

Raste-rast “navên kifiriya”.