Eyantiya Yûhenna 12:1-17
12 Hingê nîşaneke mezin ezmênda xuya bû: Jineke bi kincên ku mîna tevê şewq dida, xemilandî bû, û hîv bin nigên wêda bû, û ser serê wê taceke ji 12 steyrka hebû.
2 Jinik hemle bû û ketibû ber zarê, sancû dikişand û dikire qîrîn.
3 Li ezmên nîşaneke din jî xuya bû. Min zîyakî mezin dît, rengê wî sor bû û heft serî û deh stirûyên wî hebûn, û ser serên wî heft tac hebûn.
4 Ewî pê poça xwe ji sê para pareke steyrkên ezmên kişand û avîte ser erdê. Zîya ber jinika hemle disekinî û hîviya bûyîna zara wê bû, wekî wî hûfî xwe ke.
5 Ewê jinikê kur anî dinyayê, yê ku wê bi şiva hesinî şivantiya hemû mileta bike. Û zar ji wê hate standinê û birine cem Xwedê û textê wî.
6 Lê jinik revî û çû beriyê, kîderêda Xwedê cî bona wê hazir kiribû, wekî ew wêderê 1 260 rojî bê têrkirinê.
7 Hingê li ezmên şer destpêbû: Mîxayîl melekên xweva miqabilî zîya şer kir, û zîya jî melekên xweva tevî wan şer kir,
8 lê wana dane der, ezmênda jî îda bona wan cî nema.
9 Ew zîyayê mezin, merê berê, yê ku jêra Mîrê-cina û Şeytan tê gotinê, yê ku temamiya dinyayê dixalifîne, hate avîtinê ser erdê. Melekên wî jî tevî wî jorda hatine avîtinê ser erdê.
10 Û min li ezmên dengekî bilind bihîst ku got:
“Niha wedê xilazbûnê, qewatê û Padşatiya Xwedayê me, usa jî hukumê Mesîhê wî, hatiye. Çimkî yê ku xeybê birên me dike, dêmek yê ku şev û roj ber Xwedayê me xeybê wan dike, hatiye avîtinê ser erdê.
11 Ewana pê xûna Berx û pê mizgîniya ku wana bela dikir, himberî wî serketin, û ewana hela hê hazir bûn emirê xwe jî bidin.
12 Lema jî bona vê yekê şa bin, hey ezmanno û yên ku li ezmên dijîn! Lê wey li erdê û li berê, çimkî Mîrê-cina jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, çimkî zane ku wedê wî hindik maye”.
13 Gava zîya dît ku ew hate avîtinê ser erdê, ew pey wê kulfetê ket, ya ku zara kurîn anîbû.
14 Lê du baskên teyrê mezin jinikêra hatine dayînê, wekî ew bifire here beriyê, kîderêda cî jêra hatibû hazirkirinê. Wêderê ew gerekê ji zîya dûr, ser wextekê, du wexta û nîv wextî* bihata têrkirinê.
15 Mer ji devê xwe av mîna çemekî mezin pey jinikê berda, wekî jinikê bi avê bixeniqîne.
16 Lê erd hate hewara jinikê, devê xwe vekir û çemê ku ji devê zîya derket, daqurtand.
17 Hingê zîya hêrsa xwe ser jinikê rakir û çû, wekî tevî zuretên wêye mayî şer ke, yên ku temiyên Xwedê tînin sêrî û şixulê belakirina mizgîniyê derheqa Îsa wanra hatiye dayînê.
Спартьн
^ Dêmek sê û nîv wext.

