Eyantiya Yûhenna 11:1-19
11 Minra qamîşekî mîna şivdar hate dayînê û hate gotinê: “Rabe, paristgeha Xwedê û qurbangeha wî çap ke, û yên ku têda wî dihebînin, bijmêre.
2 Lê hewşa paristgehêye derva bihêle, çap neke, çimkî ew miletara hatiye dayînê. Ewana wê bajarê pîroz 42 meha bin piyada pêpes kin.
3 Ezê usa bikim wekî du şedên mine kurx xwekirî, 1 260 rojî pêxembertiyê bikin”.
4 Ew her du darên zeytûnê û her du şemdank têne hesabê du şede, û ewana ber Xudanê dinyayê disekinin.
5 Hergê kesek bixwaze zirarê bide wan, hingê ji devê wan wê agir derkeve û dijminên wan hûfî xwe ke. Belê, hergê kesek bixwaze zirarê bide wan, ewê bi vî cûreyî bê kuştinê.
6 Wanra hukum hatiye dayînê ku ezmana dadin, wekî rojên pêxembertiya wanda baran nebare. Usa jî wanra hukum hatiye dayînê ku avê bikine xûn û ewana kengê bixwazin, her cûre bela bînine serê dinyayê.
7 Gava ew du şede pêxembertiya xwe bînin serî, cenewirê ku ji çela bê binî derdikeve, wê tevî wan şer bike. Ewê serkeve û wana bikuje.
8 Cinyazên wan wê li meydana bajarê mezin avîtî bin, kîjanîra bi mena ruhanî Sodom û Misir tê gotinê, kîderê ku Xudanê wan jî ser stûnê hatibû dardakirinê.
9 Û merivên ji hemû cimeta, bereka, zimana û mileta wê sê roj û nîva li cinyazên wan binihêrin û îzinê nedin ku cinyazên wan tirbêda defin kin.
10 Kesên ku ser erdê dijîn wê dilê xwe li wan şa kin û kêf kin. Û ewana wê pêşkêşa hevra bişînin, çimkî van du pêxembera ewana diçerçirandin.
11 Pey sê û nîv rojara, Xwedê ruhê jîyînê kire nav wan, û ewana rabûn ser nigên xwe. Tirseke mezin kete dilê kesên ku ew dîtin.
12 Hingê wana dengekî bilind ji ezmên bihîst, ku wanra got: “Werên jorê”. Û ewana ber çevên dijminên xwe ewrava hilkişiyane ezmên.
13 Wê sihetêda erdhejeke mezin qewimî, û ji dehe para pareke bajêr hilşiya. Ji bo erdhejê 7 000 kes mirin, û yên ku man, tirsê wan girt û şikirî didane Xwedayê ezmana.
14 “Wey” ya duda derbaz bû. Û “wey” ya sisiya leze-lez tê.
15 Melekê hefta li boriya xwe xist. Û li ezmên dengên bilind hatine bihîstinê, ku digotin: “Padşatiya dinyayê bûye Padşatiya Xudanê me û Mesîhê wî, û ewê çawa padşa heta-hetayê serwêrtiyê bike”.
16 Û 24 rûspiyên ku ber Xwedê ser textên xwe rûniştî bûn, ketine ser çoka û serê xwe ber Xwedê danîn.
17 Wana got: “Şikir tera Yehowa, Xwedayê Hemû Zorayê, yê ku heyî û hebûyî, çimkî te qewata xweye mezin hilda destê xwe û çawa padşa destpêkir serwêrtiyê bikî”.
18 Lê milet hêrs bûn, û xezeba te hat. Û wextê kifşkirî hat ku kesên mirî dîwana xwe bistînin û xulamên te, dêmek pêxemberên te, kesên pîroz, kesên ku ji navê te ditirsin, kesên biçûk û mezin, bêne xelatkirinê, lê kesên ku erdê xirab dikin, bêne qirkirinê.
19 Û paristgeha Xwedêye li ezmana vebû, û sindoqa peymana wî paristgeha wîda hate dîtinê. Û birûska lê da, deng û gurîniya ezmên hatine bihîstinê, erd hejiya û teyroka* mezin barî.
Спартьн
^ Yan “zîpik”.

