Eyantiya Yûhenna 1:1-20
1 Eyantî ji Îsa Mesîh, kîjan ku Xwedê daye wî, wekî tiştên ku wê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamên xwe bike. Îsa melekê xwe şande bal xulamê xwe Yûhenna, seva ku ew van tişta bi nîşana wîra eyan ke.
2 Yûhenna bona xebera Xwedê û hemû giliyên Îsa Mesîh, dêmek bona hemû tiştên ku ewî dîtin, şedetî da.
3 Çiqas bextewar e kesê ku giliyên vê pêxembertiyê bi dengekî bilind dixûne, û çiqas bextewar in kesên ku van giliya dibihên û çi ku têda nivîsar e, tînin sêrî, çimkî wextê kifşkirî nêzîk e.
4 Ez Yûhenna, vê nemê heft civatên herêma Asyayêra dinivîsim:
Bira kerema mezin û edilayî ji “yê ku heye, hebû û wê bê”, ji heft ruhên ku ber textê wî ne,
5 ji Îsa Mesîh, yê ku “Şedê Amin e”, “yê pêşin ku ji mirinê hate rakirinê”* û “Serwêrê padşên dinyayê ye”, ser we be.
Yê ku me hez dike û em bi xûna xwe ji gunên me aza kirine,
6 yê ku em bona Bav û Xwedayê xwe kirine padşa û kahîn, erê, bira rûmet û qewat heta-hetayê ya wî be. Amîn.
7 Va ye, ew nava ewrada tê, û her kes, hela hê kesên ku bedena wî qul kirine jî, wê wî bivînin. Û hemû berekên dinyayê wê ji bo wî şînê bikin û li sîngê xwe xin. Erê, ev tişt wê biqewimin. Amîn.
8 Yehowa Xwedê dibêje: “Ez Alfa û Omêga* me, yê ku heye, hebû û tê, qewata kîjanî bêsînor e”.
9 Ez Yûhenna, birê we û şagirtê Îsa, tevî we tengasiya dikişînim, teyax dikim û tevî we hevparê padşatiyê me. Ez li girava Patmosê bûm, ji bo vê yekê ku min derheqa Xwedê xeber dida û mizgîniya derheqa Îsa bela dikir.
10 Bin hukumê ruhda ez roja Xudanda bûm, û min pişt xweva dengekî bilind, yê ku mîna dengê boriyê bû, bihîst.
11 Vî dengî usa got: “Tiştên ku tu divînî kitêba gulometkkirîda binivîse û van heft civatara bişîne: li Efesê, li Simîrnayê, li Pergamayê, li Tiyatîrayê, li Serdeysê, li Filadelfyayê û li Lawdikyayê”.
12 Ez zivirîm, wekî bivînim hela kî tevî min xeber dide, û min heft şemdankên zêrîn dîtin.
13 Û min nava şemdankada yekî mîna kurê însên dît, yê ku kinceke dirêje heta niga lê bû û qayîşeke zêrîn li sîngê wî girêdayî bû.
14 Porê serê wî mîna hiriya sipî, mîna berfê bû, û çevên wî mîna alava agir bûn.
15 Nigên wî mîna sifirê xalis, yê ku firnêda hatiye sorkirinê, dibiriqîn, û dengê wî mîna dengê xuşe-xuşa avê bû.
16 Destê wîyî rastêda heft steyrk hebûn, û ji devê wî şûrekî tûj, dirêj û dudevî derdiket. Û rûyê wî mîna tevê bû, kîjan ku gelek şewq dide.
17 Gava min ew dît, ez mîna yekî mirî ketime ber nigên wî.
Hingê ewî destê xweyî rastê danî ser min û got: “Netirse. Yê Pêşin û yê Paşin,
18 û yê ku dijî ez im. Ez mirî bûm, lê niha heta-hetayê dijîm, û kilîtên mirinê û Gorê* bal min in.
19 Lema tiştên ku te dîtin, tiştên ku niha diqewimin û tiştên ku wê paşê biqewimin, binivîse.
20 Ez tera mena sura pîroz ya heft steyrkên ku te destê minî rastêda dîtin û heft şemdankên zêrîn eşkere dikim: Heft steyrk têne hesabê melekên heft civata, û heft şemdank têne hesabê heft civat”.

