1 Yûhenna 1:1-10

  • Xebera jîyînê (1-4)

  • Ronayêda bigerin (5-7)

  • Gunên xwe tobe bikin (8-10)

1  Em wera dinivîsin derheqa kesê ku destpêkêda hebû, yê ku me bihîst, me pê çevê xwe dît, me rind dîna xwe da wî û me xwexa destê xwe da wî, dêmek derheqa kesê ku xebera jîyînê tîne. 2  (Erê, jîyîna heta-hetayê mera hate eşkerekirinê, û me ev dît, em derheqa vê şedetiyê didin, û wera besa vê dikin. Ev jîyîna heta-hetayê ji Bavê me ye û mera hate eşkerekirinê.) 3  Em wera gilî dikin derheqa tiştên ku me dîtine û bihîstine, wekî hûn jî mîna me tevî Bavê me û Kurê wî Îsa Mesîh yektiyêda bin.* 4  Û em van tişta wera dinivîsin, wekî em gişk bi şabûnê tije bin. 5  Mizgîniya ku me ji Îsa bihîstiye û elamî we dikin, ev e: Xwedê ronayî ye û tu terî wîda tune. 6  Hergê em dibêjin: “Em tevî wî yektiyêda nin”, lê yeke em berdewam dikin teriyêda digerin, hingê em derewa dikin û li gora rastiyê najîn. 7  Lê hergê em ronayêda digerin, çawa ku Xwedê ronayêda ye, hingê em tevî hev yektiyêda nin. Û xûna Kurê wî Îsa, me ji hemû guna paqij dike. 8  Hergê em bêjin: “Gunê me tune”, em xwexa xwe dixapînin, û dilê meda rastî tune. 9  Xwedê amin û heq e, û hergê em gunên xwe bînin rûyê xwe, ewê gunên me bibaxşîne û me ji hemû neheqiya paqij ke. 10  Lê hergê em bêjin: “Me qe gune nekiriye”, em Xwedê derewîn derdixin, û xebera wî dilê meda tune.

Спартьн

Yan “bibine hevpar”.