Îbraniyara 1:1-14
1 Wedê berê Xwedê gelek cara û bi gelek cûra, pê pêxembera kal-bavên mera xeber dida.
2 Lê niha xilaziya wan rojada, ewî pê Kurê xwe tevî me xeber da, bi kîjanî her tiştên li ezmên û ser rûyê erdê çêkiriye, û ew kiriye warê her tiştî.
3 Ev Kur şewqa rûmeta Xwedê ye û sûretê wî ye, ew bi qewata xebera Xwedê her tiştî digire. Û çaxê ewî em ji gunên me paqij kirin, li ezmên aliyê milê rastê yê Xwedayê Mezin rûnişt.
4 Bi vî cûreyî ew ji meleka bilindtir bûye, çimkî navê ku ewî ça war standiye, ser navê melekara ye.
5 Mesele, Xwedê qe kengê melekekîra gotiye: “Tu kurê min î; îro ez bûme bavê te”? Yan jî: “Ezê bibime bavê wî, û ewê bibe kurê min”?
6 Lê derheqa wî wextî, çaxê ew dîsa Nixuriyê xwe bişîne ser erdê, ew dibêje: “Bira hemû melekên Xwedê serê xwe ber wî daynin”.
7 Xwedê derheqa meleka usa dibêje: “Ew melekên xwe dike ruhên qewî, û xizmetkarên xwe dike alava agir”.
8 Lê derheqa Kur ew dibêje: “Xwedê qewatê dide destê te,* wekî tu heta-hetayê padşatiyê bikî, û padşatiya te wê bi heqî serwêrtiyê bike.
9 Te rastî hez kir û bêqanûnî nefret kir. Lema jî Xwedê, Xwedayê te, rûnê şabûnê hê zêde rête ser te, ne ku ser padşên din”.
10 Û usa jî tê gotinê: “Ya Xudan, destpêkêda te hîmê erdê danî, û ezman kirên destên te ne.
11 Ewana wê betavebin, lê tuyê bimînî, û ewana wê mîna kinc bimaşin.
12 Tuyê wana mîna pot* li hev bipêçî, û mîna kinca biguhêzî. Lê tu dîsa ew î, û salên te wê qe xilaz nebin”.
13 Lê Xwedê qe kengê melekekîra gotiye: “Aliyê milê minî rastê rûnê, heta ku ez dijminên te bikime bin piyên te”?
14 Hemû melek ruh in û Xwedêra xizmet dikin. Xwedê wana dişîne, wekî ewana wanra xizmet kin, yên ku wê xilaz bin.

