Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 88

Îsa Tê Girtinê

Îsa Tê Girtinê

Îsa û şagirtên wî ji Newala Qidronê çûne ser Çiyayê Zeytûnê. Îda nîvê şevêbû û hîv tije bû. Gava ewana gihîştine baxçê Gêtşemanî, Îsa şagirtara got: “Vira bin û hişyar bimînin”. Û Îsa hinekî pêşda çû û kete ser çoka. Bi kel-bîn ewî Yehowara dua kir û got: “Bira xwestina te be”. Yehowa melek şand, wekî ber dilê Îsada bê. Çaxê Îsa vegeriya bal şagirta, ewî dît wekî ewana xewra çûne. Îsa got: “Hişyar bin! Niha wedê xewê nîne! Wext hat, wekî ez bikevime destê dijminên xwe”.

Wede şûnda, Cihûda tevî gelek eskera pê şûra û dara hatine baxçe. Cihûda zanibû kîderê dikare rastî Îsa bê, çimkî ewana gelek car tevayî wî baxçeyîda top dibûn. Cihûda gote eskera, wekî wê nîşanê bide wan, ku Îsa kîjan e. Ew berbi Îsa çû û got: “Silav li te, Dersdar”, û nêzîk bû wî paç kir. Îsa gotê: “Cihûda, tu pê paçkirinê min difiroşî?”

Îsa berbi eskera çû û wana pirsî: “Hûn kê digerin?” Wana got: “Îsayê ji Nisretê”. Paşê Îsa got: “Ew ez im”, ewana usa ecêbmayî man, wekî piştosan ketin. Û Îsa carekê jî ji wan pirsî: “Hûn kê digerin?” Wana dîsa got: “Îsayê ji Nisretê”. Îsa got: “Min wera got, ew ez im. Şagirtên min berdin”.

Gava Petrûs fem kir çi diqewime, ewî şûr derxist û guhê xulamê serekkahîn birî. Lê Îsa dest da guhê wî û qenc kir. Îsa gote Petrûs: “Şûrê xwe bike cî. Kê şûr bide xebatê, wê pê şûr jî bê kuştinê”. Eskera Îsa girtin û destê wî girêdan, lê şagirta wî hîştin û revîn. Wan eskera wî birine cem Henanê serokê kahîna. Henana destpêkir pirsa bide Îsa û paşê wî şande bal Qeyafa serekkahîn. Lê çi hate serê şagirta?

“Hûnê dinyayêda tengasiyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê xwe” (Yûhenna 16:33).