Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 14

Çi Mekteb Hene Bona Pêşenga?

Çi Mekteb Hene Bona Pêşenga?

Dewletêd Yekbûyî

Mekteba Gîled, Patêrson, Niyû York

Panama

Şedêd Yahowa bi wê yekê têne naskirinê, ku gelek mektebêd wan hene, yêd ku ser hîmê hînkirinêd Xwedê ne. Ewa hînbûna mexsûs bona wan qulixkara ye, yêd ku hemû wedê xwe didine şixulê dannasînkirinê. Ewana têne hînkirinê wekî “qulixê xwe [rind] biqedînin” (2 Tîmotêyo 4:5).

Mekteba Bona Pêşenga. Kî ku salekê ça pêşeng qulix dike, ew tê teglîfkirinê ser mekteba 6 rojî, ya ku di Oda Civatêda derbaz dibe. Nêta wê mektebê ew e, ku alî pêşenga bike wekî ewana nêzîkî Yahowa bin, hemû aliyava kêrhatî bin di dannasînkirinêda û berdewan kin bi aminî qulix kin.

Mekteba Seva Mizgîndarêd Padşatiyê. Ew mekteba dumehê, seva pêşengêd cêribandî ye, yêd ku hazir in bi rezedilî ji mala xwe dûr kevin, û herin wî cîyî qulix kin kîderê ku hewce ye. Ewana anegorî wan giliya dikin: “Va ez! Min bişîne”. Ewana çev didine Îsa Mesîh Mizgîndarê herî mezin li ser erdê (Îşaya 6:8; Yûhenna 7:29). Ewana çaxê ji malê xwe dûr dikevin, carna lazim e ku hînî jiyîna ne standart yanî ne komfort bin. Xêncî wê yekê ewana hînî çi cûreyî eyd-qeyd, hewa û xwarina hatine, dibeke wan ciya ew hemû tişt wî cûreyî nîbe. Usa jî ferz e ku zimanê teze jî hîn bin. Ew mekteb alî wan xûşk û birêd azep û cotêd zewacêda dike, yê ku emirda 23 heta 65 salî ne. Bi alîkariya wê mektebê ewana xeyset-hunurêd ruhanî bal xwe zêde dikin, kîjan ku lazim tên bona şixulkariyê, û feresetêd usa zêde dikin wekî Yahowa û teşkîleta wî bikaribin wana bidine xebatê.

Mekteba Gîled. Bi zimanê Îbranî xebera “Gîled”, tê hesabê “Qûça Şede”. Mekteba Gîled di sala 1943-da saz bûye, 8 000 zêdetir şagirt ji wê mektebê hatibûn şandinê çawa mîsyonêr, wekî şedetiyê bidin “heta serê dinyayê”. Evê yekê axiriyê gelek kar anî (Karêd Şandiya 13:47). Mesele, çaxê şagirt cara pêşin çûne welatê Pêrû, li wir qe civatek jî tune bû. Lê niha 1 000 zêdetir civat hene. Çaxê mîsyonêra destpêkirin qulix kin di Japonyayêda, li wir weke deh Şedêd Yahowa bûn. Lê niha 200 000 zêdetir hene. Wedê hînbûna Mekteba Gîled, şagirt pênc meha Kitêba Pîroz bi temamî hîn dibin. Ewêd ku qulix dikin çawa pêşengê mexsûs, mîsyonêr, yêd ku di fîlîalêda qulix dikin, û berpirsiyarêd mihalê di vê mektebêda rind têne hînkirinê wekî bikaribin şixulê hemdinyayê qewî kin û pêşda bivin.

  • Çi ye nêta Mekteba seva Pêşenga?

  • Mekteba Seva Mizgîndarêd Padşatiyê bona kê ye?