Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çira Lazim e Kitêba Pîroz Lêkolîn Bikî?

Çira Lazim e Kitêba Pîroz Lêkolîn Bikî?

Zanî ku terîxiya dinyayêda tune bûye kitêbeke usa belabûyî ça Kitêba Pîroz. Ev kitêbeke mexsûs e. Çimkî meriyêd ji һemû mileta, çaxê vê kitêbê dixûnin dilbîniyê û gumanê distînin, usa jî ewana şîretêd kêrһatî seva emirê xweyî һer rojî dibînin. Lê îro һene merivêd usa jî, yêd ku derһeqa Kitêba Pîroz qe tiştekî nizanin. Firqî tune һûn Xwedênas in yan na, dibek һûn jî dixwazin pêbiһesin derһeqa vê kitêbê. Eva broşûra îlaһî seva wê yekê һate һazirkirinê, wekî alî we bike Kitêba Pîroz һê rind nas kin.

PÊŞIYA wê yekê ku Kitêba Pîroz һildin destê xwe û destpêkin bixûnin, gelek ferz e һine tişta pêbiһesin derһeqa vê kitêbê. Kitêba Pîroz usa jî eyan e ça Nivîsarêd Pîroz, Tewrat, Zebûr û Încîl. Temamiya Kitêba Pîroz bi 66 kitêba, yan para һatiye topkirinê. Kitêba pêşin Destpêbûn e, lê kitêba xilaziyê Eyantî, yan jî Apokalîpsîs e.

Lê kî ye avtorê Kitêba Pîroz? Ev pirseke gele һewaskar e. Kitêba Pîroz nav 1 600 sala zêdetir bi destê 40 pêxembera һatiye nivîsarê. Wan pêxembera xwe һesab nedikirin ça avtorê Kitêba Pîroz. Ji van pêxembera yekî, gotiye: “Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16). Yekî din jî nivîsiye: “Ruһê Xudan [Yaһowa, DT], bi...minva got û gotina wî, li ser zimanê min bû” (2 Samûyêl 23:2). Bi vê yekê nivîskarêd Kitêba Pîroz nîşan dikirin, ku qebûl dikin wekî avtorê vê kitêbê Yaһowa Xwedê ye, Serwêrê temamiya dinyayê. Wana eyan kir ku Xwedê dixwaze nêzîkî meriya be.

Çi dîsa lazim e bizanibin derһeqa Kitêba Pîroz? Di temamiya Kitêba Pîrozda têmek derbaz dibe, îzbatkirina îzina Xwedê serwêrtiyê li ser meriya bike, bi saya Padşatiya wîye ezmana. Li ser rûpêlêd mayînda һûnê bibînin, ku çawa ev têma ji Destpêbûnê һeta Eyantî şirovedibe.

Were em pêbiһesin ka çi gilî dike kitêba dinyayêda lape eyan, dêmek Kitêba Pîroz.

^ abz. 9 Di vê broşûrêda nivîsarêd kin, yêd usa ça “D.M.”, tê hesabê “dewrana me”, lê “B.D.M.” tê hesabê “berî dewrana me”. Evan nivîsarêd kin tuyê bibînî li xilaziya her rûpêlekê kîderê ku heye nîşankirina weda.