Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 ELAMETIYA ZÊDE

Çira û Çiçax Xûşk Gerekê Serê Xwe Girêdin?

Çira û Çiçax Xûşk Gerekê Serê Xwe Girêdin?

Li gora Kitêba Pîroz çira û çiçax xûşk gerekê serê xwe girêdin? Werên em binihêrin, hela Pawlosê şandî derheqa vê yekê, ka çi nivîsiye ji bîna ber Xwedê. Ew mera rêberiya lazim dide, wekî em bikaribin safîkirinên rast bikin, yên ku Xwedê hurmet dikin. Di 1 Korintî 11:3-16-da, Pawlos derheqa 3 tişta gilî dike, çi ku em gerekê hildin hesab: (1) kîjan şixulada xûşk gerekê serê xwe girêde, (2) çi derecada gerekê evê yekê bike, û (3) ji bo çi meniya ew gerekê usa bike.

Şixul. Pawlosê şandî xeber dide derheqa du şixula: duakirin û pêxembertîkirin (Rêzên 4, 5). Duakirin, ev heye xeberdana hurmetî tevî Yehowa. Lê pêxembertîkirin, roja îroyîn tê hesabê her hînkirina li ser hîmê Kitêba Pîroz, yê ku Mesîhî derbaz dikin. Gelo Pawlos dixwest bigota, ku, çaxê jin dua dike yan jî meriya hîn dike derheqa rastiya ji Kitêba Pîroz, gerekê her gav serê xwe girêde? Na. Ew tenê hine derecada gerekê usa bike.

Derece. Pawlos derheqa du dereca dibêje: malbet û civat. Ew dibêje: “Serê jinê mêr e. . . her kulfeta ku serqot dua yan pêxembertiyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike” (Rêzên 3, 5). Yehowa mêr kifş kiriye ça serê jinê. Ew kulfet ya ku serwêrtiya mêrê xwe qebûl nake, û cabdariya ku Yehowa daye destê mêr hildide destê xwe, mêrê xwe bêhurmet dike û dide şermê. Mesele,  hergê lazim e ku xûşk hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke, lê mêrê wê li wê derê ye, hingê ew gerekê serê xwe girêde wekî nîşan ke ku serwêriya mêrê xwe qebûl dike. Firqî tune mêrê wê hatiye nixumandinê yan na, ew gerekê serê xwe girêde, çimkî mêr serê malbetê ye. * IHergê xûşk dua dike yan jî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, û kurê wêyî nixumandî wê derê ye, firqî tune ew gihîştî ye yan na, xûşk gerekê serê xwe girêde, ne ku ji bo wê yekê ku kur serê malbetê ye, lê çimkî di civata mesîhiyada serwêrî hatiye dayînê mêrên nixumandîra.

Derheqa civatê Pawlos dibêje: “Hergê yek bixwaze vê yekêra bikeve dewê, edetekî meyî din tune û ne jî yê civînêd Xwedê” (Rêza 16). Di civata Mesîhiyada, serwêrtî mêrên nixumandîra tê dayînê (1 Tîmotêyo 2:11-14; Îbranî 13:17). Tenê bira têne kifşkirinê çawa rûspiyên û berdestiyên civatê, kîjanara ku cabdarî ji Xwedê tê dayînê, wekî xem bikin derheqa keriyên pezên Xwedê (Karên Şandiya 20:28). Lê carna derecên usa jî dikarin hebin, çaxê ji xûşka tê dewakirinê wekî ewana wî şixulî bikin, yên ku birên cêribandî û nixumandî gerekê bikirana. Mesele, hergê birê nixumandî yê cabdar tune, hingê xûşk dikare civata seva xizmetkirinê derbaz ke. Usa jî xûşk dikare ber birê nixumandî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke, kîjan ku pêşda hatibû saz kirinê. * Derecên usada xûşk gerekê usa bike çawa ku di civatêda wê bikira. Dêmek gerekê serê xwe girêde. Bi wê yekê xûşk wê bide kifşê ku qebûl dike ewê serwêrtiyê kîjan ku mêrara hatiye dayînê.

Xêncî wê yekê, dîsa gelek derece hene, çaxê xûşk wedê xizmetkirina Xwedêra serê xwe girê nade. Mesele, ev serê xwe girê nade, çaxê caba xwe li ser civata dide, yan jî çaxê mal bi mal xizmet dike tevî mêrê xwe, yan jî tevî birê nixumandî, ew usa ji serê xwe girê nade çaxê tevî zarên xweyî nenixumandî hînbûnê derbaz dike û dua dike. Hemikî ji bo vê yekê, dîsa gelek pirs dikarin  pêşda bên, û hergê xûşk di wan pirsada dudilî ye, ev dikare hê zêde lêkolîna bike. * Hergê xûşk dîsa jî dudilî ye û îsafa wê hêlan dike wê ku serê xwe girê de, di vê yekêda tiştekî nerast tune.

Menî. Ji rêza 10 em du meniya dibînin, ku çira lazim e wekî xûşk serê xwe girê din. “Gerekê kulfet sergirêdayî be, çawa nîşana bin hukumda, bona milyaketên ku dibînin”. Ya pêşin, dîna xwe bide li ser giliyê “nîşana bin hukumda”. Çaxê xûşk serê xwe girê didin, bi vê yekê ew didine kifşê ku qebûl dikin wê serwêrtiyê, ya ku Yehowa seva mêrên nixumandî di civatêda kifş kiriye. Heyneser ewana hizkirin û aminiya xwe hindava Yehowa Xwedê nîşan dikin. Meniya duda em ji wan giliya dibînin, “bona milyaketa”. Gelo çaxê xûşk serê xwe girê dide, bi vê yekê ew çi cûreyî dikare li ser milyaketa hukum ke?

Milyaket bi hewas dinihêrin pey wê yekê ku çawa li ser ezmana û li ser erdê gura serwêrtiya Yehowa dikin. Bi wê yekê ewana jî karê distînin ji mesela merivên gunekar. Ne axir wanara jî lazim e ku gura Yehowa bikin û xwe li rêberiya wî bigirin. Ça em zanin wedê berê hine milyaket amin neman (Cihûda 6). Milyaket dibînin, ku carna xûşk ji birê nixumandî diha cêribandî ne û aqil in, yan jî hê zêde bi fereset in, lê yeke ewana bi hazirbûnê guhdariya xwe hindava serwêrtiya wan bira didine kifşê. Usa jî hene xûşkên ku rûnkirî ne. Çaxê ewana li axiriyê tevî Îsa li ezmana serwêriyê bikin, ewana ji milyaketa wê diha bilindtir bin. Lê îro ewana gura birên kifşkirî dikin. Bi rastî jî, ev meseleke baş e seva milyaketa! Ça tê kifşê mecaleke pir mezin heye bona hemû xûşka, wekî bi rabûn-rûniştandina xwe û aminya xwe, ber çevê mîlyona milyaketa guhdarîbûna xweye bi dil bidine kifşê.

^ abz. 3 Çawa ku qeyde ye, jina mesîhî bi dengê bilind gerekê ber mêrê xweyî Şedê Yehowa dua neke. Ew tenê hingê evê yekê dikare bike, çaxê ji bo nexweşiyê, mêrê wê nikare xeber de.

^ abz. 1 Xûşkra nelazim e serê xwe girê de, çaxê ew derbaz dike hînbûna Kitêba Pîroz derheqa kîjanî ku pêşda hatibû xeberdanê û ku hergê wê derecêda xizmetkarê nenixumandî ye yê ku mêrê wê nîne.

^ abz. 2 Hê zêde elametî dikarin binihêrin “Birca Qerewiliyê”, 15 Sibatê sala 2015, rûpêla 30; 15 Tîrmehê sala 2002, rûpêla 26-27, û 15 Sibatê sala 1977, rûpêla 125-128 (înglîzî).