Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 SERÊ 15

Şabûnê Bistîne ji Xebata Xwe

Şabûnê Bistîne ji Xebata Xwe

“Her meriv gerekê . . . xêrê bivîne ji xebata xwe” (WAÎZ 3:13, DT).

1-3. (a) Gelek meriv hindava xebatê çi cûreyî ne? (b) Kitêba Pîroz me çi hêlan dike derheqa xebatê û vî serîda emê derheqa kîjan pirsa xeber din?

ROJA îroyîn gelek merî şabûnê nastînin ji xebata xwe. Ewana mecbûr in bi siheta vê xebatê bikin kîjan ku wan xweş nayê, û ewana her roj bê dil evê xebatê dikin. Wê çi alî wan bike, seva ku ji xebata xwe şabûnê bistînin?

2 Kitêba Pîroz me hêlan dike ku em himberî xebatê, rast bin. Li wir tê gotinê ku xebat û berê wê, kerem e. Silêman gotiye, ku her meriv gerekê bixwe û vexwe û xêrê bistîne ji keda xwe. Eva dayîna Xwedê ye (Waîz 3:13). Yehowa me hiz dike û bona kara me difikire, ew dixwaze ku em xebatêda lezetê bivînin û keda xwera şa bin. Lema ji seva ku em nava hizkirina Xwedêda bimînin, lazim e ku pirsên xebatêda, prînsîpê wî biqedînin. (Bixûne Waîz 2:24; 5:18.)

3 Vî serîda emê xeber din derheqa çar pirsa: ça em dikarin ji xebata xwe şabûnê bistînin? Mesîhiyên rastra kîjan cûre xebat dest nade? Em ça dikarin usa bikin ku nihêrandina me hindava xebatê û tiştên ruhanî, rast be? Kîjan e şixulê meyî lapî ferz? Were em pêşiyê binihêrin meselên Yehowa Xwedê û  Îsa Mesîh, kîjan ku xebatçiyê herî mezin in li ser temamiya erd û ezmên.

XEBATÇÎ Û HOSTAYÊ HERÎ MEZIN

4, 5. Ça ji Kitêba Pîroz tê kifşê, ku Yehowa xebathiz e?

4 Yehowa xebatçiyê herî mezin e. Di Destpêbûn 1:1 da tê gotinê wekî “di despêkêda Xwedê ezman û erd afirandin”. Çaxê Xwedê efirandina dinyayê xilaz kir ewî usa got: “Zahf qenc” (Destpebûn 1:31). Bêşik ew zef razî bû ji wan hemû tişta çi ku li ser erdê efirandibû. Yehowa, “Xwedêyê xwezilî” ye û ewî şabûneke mezin sitand ji şixulê xwe (1 Tîmotêyo 1:11).

5 Xwedêyê meyî xebathiz, xebata xwe tu car nade sekinandinê. Gelek wext paşî efirandina dinyayê û hemû tiştên li ser, Îsa got: “Bavê min heta niha şixulê xwe dike” (Yûhenna 5:17). Lê gelo Bav çi dikir? Ewî ji ezmana rêberî dida meriya û bona wan xem dikir. Paşê ewî usa kir ku hine Mesîhî bikaribin li ezmana bijîn, wekî tevî Îsa serwêrtiyê bikin, dêmek Xwedê “efirînekî nû” çêkir (2 Korintî 5:17). Ewî hemû tişt kir, seva ku nêta xweye derheqa meriya bîne sêrî, wekî kî ku wî hiz dike, jîyîna heta-hetayê dinya tezeda bistîne (Romayî 6:23). Yehowa şabûnê distîne çaxê axiriya xebata xwe divîne. Bi mîlyona meriv guh didine mizgîniya Padşatiyê û xwe diguhêzin, seva ku bimînin nava hizkirina Xwedêda (Yûhenna 6:44).

6, 7. Çima em dikarin bêjin ku Îsa xebathiz e?

6 Îsa jî mesela xebathiziyê yê. Pêşiya hatina ser erdê, ew cem Xwedê “ser hosteyî” bû û bi alîkariya wî “her tiştên li erd û ezmana efirîne”  (Metelok-8:22-31; Kolosî 1:15-17). Îsa çaxê li ser erdê dijît, ewî dîsa berdewam dikir bi dil dixebitî. Ew zarotiya xweda pêşe hîn bû û bû necarekî eyan (Marqos 6:3).  * Seva vê xebatê, lazim bû ku Îsa destpêşe bûya û bona xebata giran hazir bûya, çimkî wî çaxî çetin bû dara dest xin. Usa jî hingê tunebûn birekên bi tokê û hacetên mayîn, ne jî dikan bona necartiyê. Bide ber çevê xwe, Îsa ça ji mêşe dara dibire û tîne ciyê xebata xwe, û ça mala, deriya û navmala çêdike. Îsa bi şixulê xwe zanibû, ku xebata bi dil şabûnê tîne.

7 Îsa xizmetkirina xwe jî bi dil û can dikir. Ewî sê sal û nîva hemû qewata xwe dabû vî şixula ferz. Seva ku mizgîniya xêrê çiqas ku tê sitandin bigihîne gelek meriva, ewî şebeqê zû heta êvara dereng, mizgîniyê bela dikir (Lûqa 21:37, 38; Yûhenna 3:2). Ew “gund û bajara digerîya, dannasîn dikir Mizgînîya Padşatîya Xwedê dida” ( Lûqa 8:1). Îsa seva ku mizgîniya xêrê bigihîne meriya, bi seda kîlomêtir rêyên toz û xalîra niga diçû.

8, 9. Îsa ça şabûn distand ji xebata xwe?

8 Gelo Îsa şabûn didît ji xizmeta xweye bi dil? Hilbet erê! Ewî toximê rastiyê direşand û didît ku deşt gihîştine bona dirûnê. Îsa ji xizmeta xwe qewateke usa distand ku nanxwarin jî bîra dikir (Yûhenna 4:31-38). Bide hesabê xwe ku Îsa ji xizmeta xwe usa razî bû, wekî ewî xilaziya xizmetkirina xwe ya li ser erdê, bavê xwera got: “Min tu li ser rûyê erdê rûmet kirî, ew şixulê te dabû min ku ez bikim min anî sêrî” (Yûhenna 17:4).

 9 Yehowa û Îsa bi rastî şabûnê divînin ji keda xwe û meselên baş in bona me. Hizkirina me hindava Yehowa me hêlan dike ku “çev bidine” wî (Efesî 5:1). Lê hizkirina hindava Îsa me hêlan dike, ku em “pêgeha wîda herin” (1 Petrûs 2:21). Were em binihêrin ku ça em jî dikarin ji xebata xwe şabûnê bistînin.

ÇA ŞABÛNÊ BISTÎNIN JI XEBATA XWE

Xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dike ku şabûnê bistînin ji xebata xwe

10, 11. Çi wê alî te bike, seva ku xwe biguhêzî hindava xebatê?

10 Jîyîna Mesîhiyada bona xebatê jî cî heye. Em gişk jî dixwazin ji xebatê şabûnê bistînin, lê ev yek hêsa nîne, îlahî çaxê em xebateke usa dikin, kîjan ku me xweş nayê. Dereca usada wê çi alî me bike?

11 Hindava xebatê xwe biguhêze. Rast e em nikarin derecên xwe biguhêzin, lê em dikarin nihêrandina xwe biguhêzin. Seva vê yekê lazim e em bifikirin hela nihêrandina Xwedê hindava xebatê çi cûreyî ye. Mesele, hergê tu malxê malê yî, dibek xebata te giran e û te xweş nayê, lê bîr neke ku tu bi vê xebatê malbeta xwe xweyî dikî. Yehowa pir qîmet dike wan meriva, kî ku xem dike bona malbeta xwe. Xebera wîda tê gotinê “heger merivek . . . bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkar kirîye û ji nebavera jî xirabtir e” (1 Tîmotêyo 5:8). Dêmek, xebata te çiqas jî giran be, çaxê tu fem kî ku bi xebata xwe, tu tînî sêrî wî borcî kîjan ku Xwedê ji te dewa dike, ev fikir wê alî te bike ku xebat tera hewas be û wê bîne bîra te ku çima tu dixebitî. Bi vê yekê tê cuda bî ji hevalxebatçiyê xwe.

12. Çi karê tîne şixulkarî û dilpakî?

12 Şixulkar û dilpak be. Hergê em şixulkar bin, û  hîn bin ku xebata xwe rind bikin ew yek dikare berê baş bîne. Xebatçiyên usa timê gelek têne qîmetkirinê (Metelok 12:24; 22:29). Em ça Mesîhiyên rast gerekê xebatêda dilpak bin, nedizin pera, wede û tişta (Efesî 4:28). Serê 14-da em pêhesiyan, ku dilpakî karê tîne. Hergê em dilpak bin, mezinê xebatê, wê gelek tiştada aminiya xwe me bîne. Lê hergê ew dilpakiya me qet texmîn neke jî, yekê îsafa me wê temiz be û emê şa kin dilê Xwedê, kîjanî ku em hiz dikin (Îbranî 13:18; Kolosî 3:22-24).

13. Rabûn-rûniştandina meye baş wedê xebatê wê çi karê bîne?

 13 Xwedê hurmet ke pê rabûn-rûniştandina xwe. Hergê em di xebatêda bi prînsîpê Nivîsarên Pîroz rêberî bin, ev yek wê eseyî bê texmînkirinê. Û bi wê yekê emê “hînkirina . . . Xilazkirê me Xwedê, her alîyava bixemilînin” (Tîto 2:9, 10). Belê, meriv ku bivînin rabûn-rûniştandina meye baş, wê fem bikin ku çiqas baş e rêlîgiya me û wê bixazin hê zêde derheqa rastiyê pêbihesin. Şabûneke çiqas mezin tuyê bistînî, hergê hevalxebatçîkî te bi saya rabûn-rûniştandina te, bixwaze derheqa rastiyê bizanibe! Hê zêde şabûn ew e, ku tuyê bi şixulê xweyî baş Yehowa rûmet kî û dilê wî şa kî. (Bixûne Metelok 27:11; 1 Petrûs 2:12.)

PÊŞIYA KU XEBATÊ BIJBÊRÎ KÛR BIFIKIRE

14-16. Çaxê em safî dikin ku kîderê bixebitin, gerekê derheqa kîjan pirsên ferz bifikirin?

14 Di Kitêba Pîrozda konkrêt nayê gotinê, ku kîjan xebat Mesîhî gerekê qebûl ke, û kîjan na. Lê ewa nayê hesabê ku em dikarin her cûre xebat bikin. Kitêba Pîroz wê alî me bike, ku em xebata usa kêrhatî bijbêrin kîjan ku Xwedê xweş tê, û wan xebata nekin kîjan ku wî xweş nayê (Metelok 2:6). Çaxê em safî dikin ku kîderê bixebitin, lazim e derheqa du pirsên ferz bifikirin.

15 Ev xebat nebe menî, ku em mecbûr bin miqabilî qanûnên Kitêba Pîroz bikin? Di Kitêba Pîrozda tê sûcdarkirinê dizî, derew û çêkirina pûta (Derketin 20:4; Karên Şandiya 15:29; Efesî 4:28; Eyantî 21:8). Kî ku Xwedê hiz dike wê înkar ke wan hemû xebata, kîderê ku tê dewakirinê, ku miqabilî qanûnên Xwedê bikin. (Bixûne 1 Yûhenna 5:3.)

 16 Hergê em evê xebatê bikin, emê tevî wan şixula nebin, kîjan ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz in? Mesele, tiştekî xirab tune wê yekêda ku em xebata temizkirinê bikin. Lê dibe ku em evê xebatê bikin nexweşxaneke usada, kîderê ku zarberkirinê dikin? Rast e xebatçiyê ku temiz dike, ew xwexa zarberkirinê nake. Lê ew, ça bêjî tevî wî şixulî dibe, kîjan ku Kitêba Pîroz qedexe dike, usa nîne? (Derketin  21:22-24). Em naxwazin tevî wan şixula bin, yên ku Kitêba Pîroz qedexe dike, çimkî em Yehowa hiz dikin.

17. (a) Çi gerekê hildin hesab pêşiya bijartina xebatê? (Binihêre çargoşa “ Ez evê Xebatê Bikim yan Na?”). (b) Îsafa me ça dikare alî me bike, wekî usa safî kin, ça ku Xwedê xweş tê?

17 Emê rast safî kin pirsên derheqa jibartina xebatê, hergê bifikirin ser du pirsên ferz kîjan ku nivîsar in abzasa 15 û 16 da. Xêncî we yekê, pêşiya jibartina xebatê lazim e hildin hesab hine tiştên mayîn jî.  * Em gerekê hîviyê nîbin ku xulamê amin bona her dereceke, qanûna bide. Em gerekê xwexa kûr bifikirin. Ça em ji serê 2 pêhesiyan, lazim e îsafa xwe hîn kin ku  prînsîpên Kitêba Pîroz jîyîna xweyî her rojîda bidine xebatê. Bi wê yekê emê “têgihîştina” xwe hîn kin, wekî safîkirinên usa bikin, yên ku Xwedê xweş tê û bimînin nava hizkirina wîda (Îbranî 5:14 ÎM).

NIHÊRANDINA RAST HINDAVA XEBATÊ

18. Çima hêsa nîne ruhanîda qewî bisekinin?

18 Wan “rojêd axirîyêda” ruhanîda qewî bisekinin ne usa hêsa ye, îlahî wî “zemanêd xirab” da (2 Tîmotêyo 3:1). Hêsa nîne xebatê bivînî û unda nekî. Ça Mesîhiyên rast em fem dikin ku çiqas ferz e bi dil û can bixebitin, seva malbeta xwe xweyî kin. Lê hergê em fesal nîbin û bihêlin ku ciyê xebatê nihêrandina meriya yan jî ruhê perehiziyê ser me hukum be, ew yek wê ziyanê bide rûhaniya me (1 Tîmotêyo 6:9, 10). Were niha em binihêrin ça nihêrandina rast xweyî kin, û wê yekê bijbêrin “kîjan here qenc e” (Fîlîpî 1:10).

19. Çima Yehowa hêja ye, ku em bi temamî aminiya xwe wî bînin û bi saya vê aminiyê emê çi nekin?

19 Îtbariya xwe Yehowa bîne. (Bixûne Metelok 3:5, 6.) Ew hêja ye ku em aminiya xwe wî bînin, çimkî ew xem dike bona me (1 Petrûs 5:7). Ew me rindtir zane ku em hewcê çi ne û destê wî kin nîne ku alî me bike (Zebûr 37:25). Lema ji wê baş be, ku guh bidin û bîr nekin van giliyê wî: “Perehizî bira nava jîyîna weda cî negire û destên weda çiqas heye, razî bin, çimkî Xwedê got: ‘Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim’” (Îbranî 13:5). Gelek xizmetkarên hertim ser xwe texmîn kirine ku Yehowa dikare bide me ewan hemû tişta, çi ku mera lazim e. Hergê em bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin û bîr nekin ku ew xem  dike bona me, emê gelekî berxwenekevin seva wê yekê, ku malbeta xwe ça xweyî kin (Metta 6:25-32). Emê nehêlin ku xebata vê dinyayê riya me bigire seva şixulên ruhanî bikin, yên usa ça belakirina mizgîniyê û çûyîna ser civatê (Metta 24:14; Îbranî 10:24, 25).

20. Çi tê hesabê çevê xwe pak xweyî kin û em ça dikarin bi jîyîna hêsa bijîn?

 20 Çevê xwe pak xweyî ke. (Bixûne Metta 6:22, 23.) Ew tê hesabê ku bi jîyîna hêsa bijîn. Mesîhiyên ku çevê xwe pak xweyî dikin, nêta wane sereke ew e, wekî xwestina Xwedê biqedînin. Hergê em hiş û aqilê xwe bidine ser wê nêtê, emê nefikirin derheqa wê yekê, ku xebata usa destxin wekî pera zefî bistînin, yan jî derheqa jîyîna dewlemendtî. Û usa jî emê nekevine heyra wê yekê, ku destxin tiştên tezederketî, kîjan ku rêklam dikin, wekî meriya bidine bawerkirinê ku yan çi ew tişt lazim e bona bextewarbûnê. Ça em dikarin çevê xwe pak xweyî kin? Badîhewa xwe nekine bin deyna. Tiştên usa nekirin ku gelek wede û qewat lazim be. Guh bidine evan temiyên Kitêba Pîroz: “Kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin” (1 Tîmotêyo 6:8). Çiqas dikarî usa bike ku jîyîna xwe hêsa kî.

21. Çima ferz e ku em safî kin çi gerekê daynin ciyê pêşin, û jîyîna meda tiştên lapî ferz çi ne?

21 Xwe nêtên ruhanîva bigire. Çimkî nayê standinê, ku em hemû tiştîra bigihînin, lema jî em gerekê safî kin ku çi daynin ciyê pêşin. Hergê em usa nekin, tiştên neferz dikarin wedê qîmet me bistînin û şixulê zef ferz paşkevin. Lê jîyîna xweda em gerekê çi daynin ciyê pêşin? Vê dinyayêda gelek meriv kifş dikin, ku hînbûna bilind gelek ferz e, seva ku qulixa bilindda cî bigirin. Lê Îsa hêlan da şagirtên xwe: “Lê berê pêşin .  . Padşatîya Xwedê bigerin” (Metta 6:33). Em ça Mesîhiyên rast, Padşatiya Xwedê didine ciyê pêşin. Gerekê ji jîyîna me, safîkirinên me, nêt-fikir û şixulên me, bê kifşê, ku em xizmetkirina xwe Xwedêra, ser hemû tiştîra digirin.

 BI XÎRET XIZMET KE

Em hizkirina xweye hindava Xwedê didine kifşê çaxê em şixulê belakirina mizgîniyê, datînin ciyê pêşin

22, 23. (a) Bona Mesîhiyên rast kîjan şixul lapî ferz e, û em ça dikarin ewê yekê bidine kifşê? (Binihêre çargoşe  Bi saya Safîkirina Xwe Ez bi Jîyînekî Şa û Bextewar Dijîm). (b) Em gerekê ça bin hindava xebata vê dinyayê?

22 Em zanin wekî em rojên axiriyêda dijîn, lema ji em hiş aqilê xwe didine ser şixulê lapî ferz, dêmek belakirina mizgîniyê û çaxê şagirta hazir dikin (Metta 24:14; 28:19, 20). Wek Îsa, em jî dixwazin bi xîret xizmet kin. Em ça dikarin bidinê kifşê ku ew şixul bona me ferz e? Gelek xizmetkarên Xwedê bi mêrkîmî şixulê belakirina mizgîniyê dikin. Hinek şixulê xwe usa safî dikin, wekî xizmet kin ça pêşengê hertim yan jî mîsiyonêr. Gelek dê-bav fem dikin, ku çiqas ferz e nêtên ruhanî bidine pêşiya xwe, û zarên xwe hêlan dikin, wekî xizmet kin ça pêşengê hertim. Gelo mizgînvanê xîret berê baş divînin xizmeta mêrkîmîda? Bêşik! Tenê xizmetkirina meye bi dil û can Yehowara, jîyîna me bextewar dike, me şa dike û keremên heta-hetayê tîne. (Bixûne Metelok 10:22.)

23 Gelek ji me, seva ku malbeta xwe xweyî kin, gerekê zef bixebitin. Bîne bîra xwe ku Yehowa dixwaze wekî em şabûnê bistînin ji xebata xwe. Hergê nihêrandina me hindava xebatê mîna nihêrandina Xwedê be, û em prînsîpên wî biqedînin, emê bikaribin ji xebata xwe şabûnê û lezetê bibînin. Were em tu car nehêlin ku xebata vê dinyayê, me ji şixulên ferz dûr xe, dêmek ji belakirina mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê. Hergê em wan şixula daynin ciyê pêşin jîyîna xweda, emê bidine kifşê, ku Yehowa hiz dikin, û bi wê yekê emê nava hizkirina wîda bimînin.

^ abz. 6 Xebera Îbranî ya ku hatiye welgerandinê ça “necar” tê hesabê ew meriv, yên ku şixulê bi dara dike, dixwazî mal be yan navmal, yan jî tiştên dare mayîn.

^ abz. 17 Elametiyên zêde derheqa bijartina xebatê binihêrin “Birca Qerewiliyê” ya 15 Nîsanê (Aprêl) sala 1999, rûpêl 28-30.