Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 SERÊ 7

Tu Jîyîn usa Qîmet Dikî çawa Xwedê Qîmet Dike?

Tu Jîyîn usa Qîmet Dikî çawa Xwedê Qîmet Dike?

“Çavkaniya tevahiya jiyanê, tu yî” (ZEBÛR 36:9, DO).

1, 2. Îlahî kîjan pêşkêşa Xwedê em gerekê qîmet kin û çima?

BAVÊ meyî ezmana pêşkêşên pir baş daye me, ewî jîyîn û serwaxtî daye me. Bi alîkariya serwaxtiyê em dikarin xeyset-hunurên Yehowa nav xweda pêşda bînin (Destpêbûn 1:27). Serwaxtî usa jî alî me dike ku prînsîpên Kitêba Pîroz fem bikin, çimkî ewana mera karê tînin. Hergê em prînsîpên Kitêba Pîroz bidin xebatê emê ruhanîda pêşda herin û bikaribin xwe hînî wê yekê kin, wekî “qencî û xerabiyê ji hev derxin” (Îbranî 5:14, ÎM).

2 Roja îroyîn serwaxtî mera zef lazim e, seva em bifikirin ser prînsîpên Kitêba Pîroz, çimkî ser hemû derecên roja îroyîn qanûn tunene. Mesele, bona derman û qenckirinên usa kîjanada ku xûn tê xebitandinê, di Kitêba Pîrozda tu qanûn tune. Lê her kes, kî ku dixwaze gura Xwedêda bimîne gerekê di van pirsada bê talaş nîbe. Hergê em fem bikin, ku kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz em dikarin di van derecada bidin xebatê, wî çaxî emê bikaribin hemû tiştî bi bîlanî safî kin, û ev yek wê alî me bike ku îsafa me temiz be û em nava hizkirina Xwedêda bimînin (Zebûr 2:6-11). Niha em derheqa hine ji van prînsîpa xeber din.

EMIR Û XÛN PÎROZ IN

3, 4. Cara pêşin Xwedê kengê da kifşê, ku xûn pîroz e û ew li ser hîmê kîjan prînsîpa ne?

3 Yehowa cara pêşin wî çaxî da kifşê ku xûn emirva girêdayî ye û pîroz e, çaxê Qayîn Habîl kuşt. Paşî kuştina  Habîl Xwedê gote Qayîn: “Te çi kiriye? Dengê xûna birê te ji erdê şikiyatê xwe li min dike” (Destpêbûn 4:10, PKM). Seva Yehowa, xûna Habîl dihate hesabê jîyîna wî, kîjan ku bi zulmiyê hate birînê. Lema jî, bi sîmbolîk, xûna Habîl ji erdê şikiyat li Xwedê dikir bona heyfhildanê (Îbranî 12:24).

4 Paşî Sêlava Dinyayê Xwedê îzin da meriya ku goşt bixwin, lê tenê bê xûn: “Tenê goşt saxiyêda, awa gotî xûnêva nexwin. Lê ezê ese dewa xûna jiyîna we bikim” (Destpêbûn 9:4, 5, PKM). Eva qanûna Xwedê, bona her kesê ji rikinyata Nuh bû, û heta roja îroyîn qewatêda ne. Û îzbat dike ev Xebera Xwedê ku ewî Qayînra gotibû derheqa wê yekê, ku xûn tê hesabê nefs, yan jî emirê hemû efirîna. Ji vê qanûnê em usa jî pêdihesin, wekî Yehowa heye Kaniya jîyînê û ew wê ceza ke wan hemû meriya yên ku xûnê yan jî jîyînê qîmet nakin (Zebûr 36:9).

5, 6. Ji qanûna Mûsa ça tê kifşê, ku xûn pîroz e û qîmet e? (Binihêre çargoşe “ Emirê Heywana Qîmet Ke”).

5 Ev du rastiyên ferz qanûna Mûsada jî cî girt in. Di Qanûna Kahîntiyê 17:10, 11-da nivîsar e: “Ezê berê xwe bidime ew kesê xûnxwar û wî ji nava cimeta wî unda kim. Çimkî emirê her bînberî xûnêda ye û min ew da we ku hûn pê wê li ser gorîgehê kewandinê bona emirê xwe bikin, çimkî xûn bona emir kewandinê dike (PKM)”. (Binihêre çargoşe “ Xûn û kirîn”.)

6 Hergê xûna heywanê kuştî seva kewandinê nedihate xebitandinê, wî çaxî ev xûn gerekê bihata rêtinê li ser erdê. Usa xûn bi sîmbolîk vedigeriya cem Kaniya jîyînê (Qanûna Ducarî 12:16; Ezeqiyêl 18:4). Lê ji Îsraêliya nedihate dewakirinê wekî usa bikin ku niqitke xûn goştda nemîne. Hergê heywan rast dihate serjêkirinê û xûn usa lê diçû çawa lazim bû, hingê Îsraêliya dikaribû bi îsafa temiz ev goşt bixwarana, çimkî her tişt usa kiribûn wekî bidine kifşê ku qedirê Kaniya jîyînê digirin.

7. Dawid ça nîşan kir, ku qedirê pîroziya xûnê digire?

 7 Dawid dilê Xwedê xweş dihat. Ewî rind zanibû qanûnên derheqa xûnê. Xêncî vê yekê, ewî rind fem dikir ku kîjan prînsîp hene li hîmê wan qanûnada, kîjan ku Xwedê bona xûnê dabû (Karên Şandiya13:22). Carekê çaxê Dawid gelek tî bû, sê eskerên wî ketine nav ordiya dijmina  û ji wêderê av wîra anîn. Lê gelo Dawid çi kir? Ewî got: “Ezê ça xûna van meriya vexwim, yên ku nefsa xwe dane ber qeziyê, DT?” Wan meriya jîyîna xwe dane ber qeziyê bona avê. Lema jî, seva Dawid vexwarina vê avê dihate hesabê, vexwarina xûna wan eskera, çimkî xûn beramberî jîyînê dibe. Rast e Dawid gelek tî bû, lê ewî ev av hilda û ber Yehowa rêt (2 Samûyêl 23:15-17).

8, 9. Gelo paşî sazkirina civata Mesîhiyaye qirna yekê, nihêrandina Yehowa hindava jîyînê û xûnê hatiye guhastinê, yan na? Şiroveke.

8 Weke 2 400 sal paşî wê yekê çaxê Nuhra temî derheqa xûnê hatibû dayînê, û weke 1 500 sal paşî wê yekê çaxê tevî Îsraêliya peyman hate girêdanê, qirna yekêda Yehowa bi saya ruhê xwe hukum kir ser koma rêberiyê, ku usa binivîse: “Li Ruhê Pîroz xweş hat, usa jî li me, ku tu barî nedine ser milê we, pêştirî van tiştêd hewce: Dûrî qurbanêd pûta, xûnê, mirariyê û bênamûsiyê bin” (Karên Şandiya15:28, 29).

9 Femdarî ye, ku koma rêberiyê ya wan çaxa fem dikir ku xûn pîroz e, û xûnê nerast bidin xebatê gunekî usa giran e ça pûtparistî û qavîkirin. Û roja îroyîn Mesîhiyên rast, xwe evê dewakirinêva digirin. Ewana kûr difikirin li ser prînsîpên Kitêba Pîroz, û lema di wan pirsada yên ku xûnêva girêdayî ne, ewana dikarin Yehowa xweş bên.

XEBITANDINA XÛNÊ DI PIRSÊN QENCKIRINÊDA

Ezê hekîmra ça şirovekim safîkirina xwe hindava qebûlkirina firaksiyên xûnê?

10, 11. (a) Nihêrandina Şedên Yehowa hindava xebitandina xûnê û çar komponêntên wê çi cûreyî ye? (b) Nihêrandina Mesîhiya hindava xûnê di kîjan derecada dikare ji hev cuda be?

10 Şedên Yehowa fem dikin ku “dûrî . . . xûnê . . . bin” ev tê hesabê ku gerekê xûnê berî xwe nedin, ne jî bidin bona kesekî din û ne jî bona xwe bidin xweykirinê. Ewana qedirê qanûna Xwedê digirin, û înkar dikin çar komponêntên xûnêye sereke bidin xebatê. Ev hene êrîtrosît, lêykosît, trombosît û plazma.

 11 Roja îroyîn van çar komponênta parevedikin û firaksiya distînin, kîjan ku paşê di cûre-cûre derecada didin xebatê. Lê gelo Mesîhî dikare razî be bona xebitandina van firaksiya? Gelo Mesîhî firaksiya hesab dike ça xûn, yan na? Her kes gerekê xwexa safî ke qebûl ke evan firaksiya, yan na. Xêncî vê yekê, Mesîhî xwexa safî dike ku bide xebatê hêmodîalîzê, hêmodîlûsiyayê yan jî rênfûziya, wedê kîjanî ku wê bê xebitandinê hema xûna wî, kîjan ku cîkî nehatiye xweykirinê. (Binihêre Elametiya Zêde bi navê “Firaksiyên xûnê û opêrasî”).

12. Em ça dikarin safî kin wan pirsa, kîjana ku gerekê bi îsafa xwe safî kin?

12 Seva Yehowa yek nîne ku safîkirinên me çi cûreyî ne. Çimkî, ew xem dike bona wê yekê hela em bona çi difikirin  û nêtên me çi ne. (Bixûne Metelok 17:3; 24:12.) Lema jî, pêşiyê em gerekê bi dua ji Yehowa rêberiyê bixwazin, usa jî pirsên derheqa dermanên hekîmtiyê û prosêdûrên wan lêkolîn kin, û paşê îda evê pirsê safî kin bi îsafa xweye bi Kitêba Pîroz hînkirî (Romayî 14:2, 22, 23). Belê, kesekî din gerekê neke ser me wekî bi nihêrandina wî bikin, û em jî gerekê pirseke usa nedine merivên din: “Hergê tu dewsa min bûyayî teyê ça bikira?” Di pirsên usada her Mesîhî wê xwexa “xurca xwe hilgire” (Galatî 6:5; Romayî; binihêre çargoşe “ Ez Xûnê Pîroz Hesab Dikim?”).

DI QANÛNÊN YEHOWADA HIZKIRINA WÎ TÊ KIFŞÊ

13. Qanûn û prînsîpên Yehowa, derheqa wî çi mera eyan dikin? Şiroveke.

13 Qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz îzbat dikin, ku Yehowa Qanûndarekî bîlan e û ew çawa Bavekî qenc, bona halxweşiya zarên xwe xem dike (Zebûr 19:7-11). Temiya Yehowa ku “dûrî...xûnê...bin” lema hate dayînê, çimkî xûn pîroz e. Lê ev qanûn usa jî mera karê tîne. Mesele, ev qanûn me xwey dike ji wan nexweşî û problêma, ku dikarin pêşda bên hergê xûnê berî xwe din (Karên Şandiya 15:20). Gelek hekîm ji hemû mêtodên îroyîn qenckirina bê xûn, hesab dikin “standarteke zêr”. Ev fikirên han, Mesîhiyên rastra dîsa didine kifşê ku Yehowa pir bîlan e û bi hizkirin tije ye. (Bixûne Îşaya 55:9; Yûhenna 14:21, 23.)

14, 15. (a) Hizkirina Xwedê di kîjan qanûnada dihate kifşê? (b) Tu çawa dikarî bidî xebatê evan prînsîpa, yên ku emirva girêdayî ne?

14 Xemkirina Yehowa bona halxweşiya Îsraêliya, dihate kifşê ji gelek qanûnên ku Yehowa dabû wan. Mesele, Xwedê dewa dikir, wekî Îsraêlî dora baniyên malên xwe sûrê çêkin, wekî nişkêva kesek jorda nekeve, çimkî wana wedê xwe diha zef li ser baniyên malên xwe derbaz dikirin  (Qanûna Ducarî 22:8; 1 Samûyêl 9:25, 26; Nehemiya 8:16; Karên Şandiya 10:9). Xwedê usa jî dewa dikir, wekî xweyê gahê har xem bike ku ev gah tu ziyanê nede meriya (Derketin 21:28, 29). Kî ku evan dewakirinên Yehowa înkar dikir, bi vê yekê nîşan dikir ku hindava halxweşiya merivên dinêna bêtalaş e, û usa ewî dikaribû xûna kesekî bikira sitûyê xwe.

15 Gelo em ça dikarin bidin xebatê ewan prînsîpa, li ser hîmê kîjanî ku ev qanûn in? Bifikire bona halê mala xwe, ciyê xebata xwe, avta xwe, heywanên xwe, bijartina wedederbazkirina xwe û avtoajotina xwe. Di hine şeherada avto hev dikevin û ev dibe meniya mirina gelek cahila, çimkî ewana badîhewa turuş dikin. Lê ew cahilên ku dixwazin nava hizkirina Yehowada bimînin, jîyîn qîmet dikin û rihetiyê nagerin di şixulên usada, yên ku dikare qeziyê wanara bîne. Ewana xwe naxapînin bi wê yekê ku tu tişt nayê serê wan. Lê dewsê, ewana xwe ji tiştên ziyandar xwey dikin û cahiltiya xwera şa dibin (Waîz 11:9, 10).

16. Di Kitêba Pîrozda çi prînsîp hene bona zarberkirinê? (Sipartinê jî binihêre.)

16 Emirê zara nebûyî jî ber çevê Xwedê qîmet e. Berê di Îsraêlêda hergê kesekî ziyan bida kulfetekê hemle, û ev kulfet yan zara wê bimira, ji bo wê yekê ewî gerekê “emir ji ber emirva” bida, çimkî Xwedê ev meriv hesab dikir çawa mêrkuj. (Bixûne Derketin 21:22, 23.) *. De bide hesabê xwe Yehowa çi ser xwe texmîn dike, çaxê divîne ku çawa her sal bêhesab jîyîna zarên nebûyî tê birînê, ji bo xweheziyê û emirê bênamûsî.

17. Tu ça dikarî dil bidî wê kulfetê, ya ku pêşiya zanebûna rastiya Kitêba Pîroz, zar berxwe kiriye?

17 Gelo Xwedê wê bibaxşîne wan kulfeta, yên ku pêşiya zanebûna rastiya Kitêba Pîroz, zar berxwe kirine? Belê!  Çimkî ewên ku gunê xwe bi rastî didine rûyê xwe, dikarin bawer bin ku Yehowa bi xûna Îsaye rêtî gunê wan afû dike (Zebûr 103:8-14; Efesî 1:7). Îsa got: “Ez nehatime gazî yêd rast kim, lê gazî gunekara bona tobeyîyê” (Lûqa 5:32).

 BIREVE JI FIKIRÊN XIRAB!

18. Di Kitêba Pîrozda derheqa meniya nefretbûnê çi tê gotinê?

18 Yehowa dixwaze, wekî em ne ku tenê ziyanê nedine merivên dinêna lê ew usa jî dixwaze wekî em nefretbûnê ji dilê xwe derxin, ji bo çi jî gelek xûn tê rêtinê. Yûhenna nivîsî: “Her kesê ku birê wî ber çeva reş e, ew mêrkuj e” (1 Yûhenna 3:15). Merivê usa birê xwe ne ku tenê nefret dike, lê ew hela hê mirina wî jî dixwaze. Ew dikare bi dijminatî usa şera wî gilî ke, yan çi ewî tiştekî usa kiriye çi ku ber çevê Xwedê nerast e (Qanûna Kahîntiyê 19:16; Qanûna Ducarî 19:18-21; Metta 5:22). Bi rastî jî gelek lazim û ferz e, wekî em her cûre nefretbûn ji dilê xwe derxin (Aqûb 1:14, 15; 4:1-3).

19. Merivê ku bi Kitêba Pîroz tê rêberîkirinê, nihêrandina wî hindava xeberên di Zebûr 11:5 û Fîlîpî 4:8, 9-da çi cûreyî ye?

19 Kî ku jîyîn mîna Yehowa qîmet dike û dixwaze nava hizkirina wîda bimîne, her cûrê zordariyê nefret dike. Di Zebûr 11:5-da nivîsar e: “[Yehowa], ji kesên xerab û yên ku ji zordariyê hez dikin, nefretê dike, DO”. Ev rêz ne ku tenê dide kifşê ku Yehowa yekî ça ne, lê usa jî dide kifşê prînsîpa lape ferz bona jîyînê. Ev prînsîp alî xizmetkarên Xwedê dike wekî birevin ji wedederbazkirinên usa, kîjan ku dikarin bibin menî ku ewana zordariyê hiz bikin. Yehowa “Xwedêyê edilayiyê” ye, lema jî xizmetkarên wî dixwazin ku hiş û dilê xweda tiştên usa biçînin, çi ku hêjayî hizkirinê ye, çi ku eslî û layîqî qencgotinê ne û çi ku bi helalî ye. (Bixûne Fîlîpî 4:8, 9.)

TEVÎ WAN TEŞKÎLETA NEBE YEK, YÊN KU XÛNRÊTINÊDA NEHEQ IN

20-22. Nihêrandina mesîhiya hindava vê dinyayê çi cûreyî ye û çima?

20 Dinya Şeytan Mîrê-cina ber çevê Yehowa di xûnrêtinêda neheq e. Sîstêmên polîtîka vê dinyayê, yên ku di Kitêba Pîrozda têne şirovekirinê ça cenewir, bi miliyona meriya û xizmetkarên Yehowa jî kuştin (Daniyêl 8:3, 4,  20-22; Eyantî 13:1, 2, 7, 8). Sîstêmên polîtîkayî yên ku mîna cenewir in, bi komêrsiya û bi alîkariya ulmdara çekên gelek xof çêkirine, bi raziya çi jî kareke mezin sitandin. Bi rastî jî: “Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19).

21 Şandiyên Îsa “ne para dinyayê ne”, lema jî miqîm di pirsên polîtîkê û şerada netevbûyînê xwey dikin, bi vê yekê ewana hin xwexa xûnê narêjin û hin jî xwe dûrî wan koma digirin yên ku xûnê dirêjin (Yûhenna 15:19; 17:16) *. Ça Îsa usa jî şandiyên wî kînê wan meriyara najon, yên ku wana dizêrînin. Lê dewsê ewana hindava wan hizkirinê didine kifşê, û hela hê bona wan dua jî dikin (Metta 5:44; Romayî 12:17-21).

22 Xêncî vê yekê, Mesîhiyên rast nakevine nav tu şixulên “Babîlona mezin”, dêmek nakevine nav tu şixulên rêlîgiya qelp, ya ku ciyê serek digire di xûnrêtinada. Di Xebera Xwedêda tê gotinê: “Xûna pêxember û cimeta Xwedê  kete stûyê wî bajarî, belê xûna wan hemûya ku li ser rûyê erdê hatine rêtinê” (Eyantî 17:6; 18:2, 4, 24).

23. Çi tê hesabê ji Babîlona mezin derên?

23 Seva ku ji Babîlona mezin derên, bes nîne ku tenê endemê wî nîbin, lê usa jî gerekê nefret kin hemû şixulên xirab, kîjan ku ew hêlan dike. Mesele Babîlona mezin piştgiriya kirên usa dike ça bênamûsî, di şixulên polîtîkayêda tevbûyîn û ku pey hebûnê kevin. (Bixûne Zebûr 97:10; Eyantî 18:7, 9, 11-17.) Hema ji bo van şixula haqas xûn dirije!

24, 25. (a) Li ser hîmê çi Xwedê dikare hindava wî merivî rem be, yê ku gunê xwe dide rûyê xwe? (b) Û ev yek çi qewimandina wedê berê, dike bîra me?

24 Pêşiya ku me biketa nav xizmetkirina rastda, her kes ji me bi cûrekî piştgiriya sîstêma polîtîka vê dinyayê dikir, û di xûnrêtinêda gunekariya me jî hebû. Lê gava me jîyîna xwe guhast û baweriya xwe hindava qurbanbûna Îsa Mesîh da kifşê, û usa jî jîyîna xwe tesmîlî Xwedê kir, bi vê yekê me rema Yehowa û xweykirina ruhanî sitand (Karên Şandiya 3:19). Ev yek dike bîra me bajarên sitarbûnê, yên ku wedê berê hebûn (Jimar 35:11-15; Qanûna Ducarî 21:1-9).

25 Gelo bajarên sitarbûnê bona çi bûn? Mesele hergê rûyê Îsraêlîkîda nişkêva kesek bimira, wî çaxî ev Îsraêlî gerekê bireviya wî bajarî. Û hergê hakima îzbat kira ku ev mirin bi rastî nişkêva qewimiye, wî çaxî mêrkuj gerekê heta mirina serekkahîn vî bajarîda bima. Paşî mirina serekkahîn ew îda serbest bû, û dikaribû wêderê bijîta. Bi rastî jî, eva mesela nîşan dike ku Yehowa gelek rem e, û usa jî nîşan dike ku jîyîna meriya ber çevê Xwedê pir qîmet e! Bajarên sitarbûnê em dikarin beramberî wê yekê bikin çi ku Yehowa bona me kir, ewî seva me xûna Îsa rêt. Xûna Îsa me xilaz dike ji mirinê, mesele hergê me ji bo nezanebûnê gune kiriye, û hergê me qanûnên Yehowa yê  bona xûnê û jîyînê neqedandiye. Tu evê yekê qîmet dikî, çi ku Yehowa bona te kiriye? Tu çawa dikarî nîşan kî, wekî qîmet dikî? Tu wî çaxî dikarî nîşan kî, hergê merivên dinêna teglîf kî, seva ku qebûl kin alîkariya Xwedê û bikaribin bêne xwey kirinê, îlahî wedê nêzîkaya rojê “tengasîke . . . mezin” (Metta 24:21; 2 Korintî 6:1, 2).

JÎYÎN QÎMET KE Û BONA PADŞATIYÊ ELAM KE

26-28. Halê me çida mîna halê Hezeqêl pêxember e, û em ça dikarin nava hizkirina Xwedêda bimînin?

26 Roja îroyîn halê cimeta Xwedê mîna halê Hezeqêl pêxember e. Yehowa ew ser mala Îsraêlê çawa qerewilê ruhanî kifş kiribû. Xwedê gotê: Tu “ji aliyê minva wan hişyar bike”. Hergê Hezeqêl ev dewakirina Xwedê pêk neaniya, wî çaxî ew wê neheq derketa di xûnrêtina wan meriyada, yên ku wedê hilşandina Orşelîmê bimirana (Hezeqêl 33:7-9). Lê Hezeqêl gura Yehowa kir û gunê xûna wan nekete sitûyê wî.

27 Zûtirekê dinya Şeytan Mîrê-cina wê bê kutakirinê. Lema jî, Şedên Yehowa xwe borcdar hesab dikin ku elam kin bona roja heyfhildana Xwedê û Padşatiya wî, û ev yek seva wana qedir e (Îşaya 61:2; Metta 24:14). Gelo tu bi temamî şixulkariyê dikî di vî şixulê ferz da? Pawlosê şandî şixula belakirina mizgîniyê hesab dikir ça şixuleke ferz, û dikaribû bigota: “Ez...cabdarê xûna we tu kesî nînim, çimkî min xwe neda paş, temamiya qirara Xwedê wera got” (Karên Şandiya 20:26, 27). Bi rastî Pawlos bona me meseleke pir baş e!

28 Belê, hergê em dixwazin nava hizkirina Xwedêda bimînin, em gerekê ne ku tenê li ser jîyîn û xûnê usa binihêrin ça ku Yehowa dinihêre, lê usa jî ber çevê Xwedê gerekê dilsoz û pîroz bimînin. Lê evê yekê çawa dikarin bikin, emê di serê mayînda pêbihesin.

^ abz. 16 Di Kitêba Pîrozda nayê gotinê wekî hergê zara zikê dê zef biçûk e, wî çaxî berkirin gune nîne.

^ abz. 68 Elametiya hê zêde, binihêre Binihêre Elametiya Zêdeda bi navê “Firaksiyên xûnê û opêrasî”.