Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 ELAMETIYA ZÊDE

Nihêrandina Kitêba Pîroz ser wê yekê Çaxê Başqe Dijîn û ji Hev Diqetin

Nihêrandina Kitêba Pîroz ser wê yekê Çaxê Başqe Dijîn û ji Hev Diqetin

Yehowa dixwaze, wekî ewê ku zewacêda ne, hindava sozê xweye zewacê, amin bimîne. Çaxê Yehowa mêr û jina pêşin kire yek, hingê ewî got: “Mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek”. Paşê Îsa Mesîh ev gilî wekiland û serda zêde kir: “Bona vê yekê ewên ku Xwedê  kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne” (Destpêbûn 2:24; Metta 19:3-6). Ça tê kifşê Yehowa û Îsa zewacê hesab dikin ça yektiya, ku tenê mirin dikare wana ji hev biqetîne (1 Korintî 7:39). Çimkî zewac yektiya pîroz e, lema jî îzin tune bona tiştên biçûk ji hev biqetin. Yehowa nefret dike çaxê hevqetandin ne li ser hîmê Nivîsarên Pîroz e (Malaxî 2:15, 16).

Lê çi çax hevqetandin dikare li ser hîmê Nivîsarên Pîroz be? Yehowa nefret dike qavî û bênamûsiyê (Destpêbûn 39:9; 2 Samûyêl 11:26, 27; Zebûr 51:4). Yehowa, qaviyê hesab dike ça tiştekî xirab, û li ser hîmê vê yekê îzin dide ji hev biqetin (Derheqa wê yekê ku çi ye qavî û çi dikeve nava wê yekê, tê şirovekirinê serê 9-da, abzasa 7-da). Yehowa îzinê dide jin yan mêrê negunekar, wekî xwexa safî kin ku tevî yê (ya) gunekar zewacêda bimînin yan na (Metta 19:9). Lema jî kî ku negunekar e, hergê safî dike ji mêr yan jina xwe biqete, Yehowa wî ceza neke. Lê civata Mesîhîtîda tu kes hêlan nake ku yên zewacî ji hev biqetin. Ewê ku negunekar e diqewime ku ji bo hine meniya, dibaxşîne mêr yan jina xwe, îlahî çaxê jin yan mêr bi dil poşman dibe. Derheqa vê pirsê ew xwexa difikire, çimkî axiriyê ew rastî çi jî bê, gerekê xwexa îda safî ke (Galatî 6:5).

Diqewime derece bigihîje wê yekê ku Mesîhî safî ke wekî ji mêr yan jina xwe biqete, yan jî başqe bijî, lê mêr yan jina wî qavî nekiriye. Derheqa dereca usa Kitêba Pîroz dibêje, wekî ewana gerekê nekevine zewaca teze, yan jî gerekê “xwera li hev” bên (1 Korintî 7:11). Îzina Mesîhiyên usa tune wekî kesekî din bistînin (Metta 5:32). Were em xeber din derheqa çend derecên usa, kîjan ku hinek hesab dikin wekî menî ku başqe bijîn.

Çaxê kesek naxwaze xem bike bona malbeta xwe. Hergê mêr naxwaze xem bike bona malbeta xwe, jin û zarên wî wê bikevine tengasiyê. Dêmek ew tiştên ku bona jîyînê gelek lazim in, wê bal wan tune be. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Lê heger merivek . . . bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkar kirîye û ji nebawera jî xirabtir e” (1 Tîmotêyo 5:8).  Yanê hergê mêr dikare malbeta xwe xwey ke, lê naxwaze û nayê guhastinê, hingê jin dikare bona halxweşiya xwe û zarên xwe safî ke, ku ji mêrê xwe başqe bijî. Hergê Mesîhîkî neheq dikin we yekêda ku ew naxwaze bona malbeta xwe xem ke, rûspiyê civatê ewê pirsê gerekê hesab kin ça pirseke ferz. Hergê meriv bi rastî naxwaze xem bike bona malbetê, rûspî dikarin wî ji civatê derxin.

Ziyandayîna fîzîkî. Mêr yan jin dibeke usa hêrs be ku kirên wî (wê) ziyanê bide jîyîn û sihet-qewata yê din. Hergê Mesîhîkî vê yekêda neheq dikin, hingê rûspiyê civatê gerekê ewê yekê zelal kin, yanê ev yek rast e yan na. Çaxê meriv gelek hêrs dikeve û ji xwe dertê, yan jî ziyanê dide malbeta xwe, ev dibe menî wekî wî ji civatê derxin (Galatî 5:19-21).

Çaxê rê digire seva ku Yehowara xizmet neke. Diqewime mêr yan jin dikare zorê bike hevalzewaca xwe, seva ku ew Xwedêyê rastra xizmet neke, yan jî zorê bide wî (wê) ku bi cûrekî miqabilî qanûnên Xwedê here. Dereca usada, ewê ku riya wî digirin, dibeke safî ke başqe bijî, çimkî ew tenê bi wî cûreyî dikare biqedîne temiyê: “Gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:29).

Wan hemû derecada îzina me tune, wekî xûşk yan birê neneheq hêlan kin, seva ku ji mêr yan jina xwe dûrkeve yan jî tev bimîne. Rast e hevalên ruhanî û rûspî dikarin şîretên ji Kitêba Pîroz bidin, lê tu kes heta xilaziyê nizane ku orta jin û mêrda bi rastî çi diqewime. Ewê yekê tenê Yehowa zane. Hergê mêr yan jin problêma malbetê zêde dide kifşê seva ku başqe bijî, bi wê yekê ew him Xwedê û him jî yektiya malbetê bêhurmet dike. Çaxê meriv meniyê digerin wekî başqe bijîn, ewê yekê çiqas jî veşêrin, yeke Yehowara hemû tişt eyan e. Bi rastî “her tişt li ber çevê wî vekirî û eşkere ye, ku li ber kîjanî emê hesabê xwe bidin” (Îbranî 4:13). Dêmek tu kes gerekê sûcdar neke wî Mesîhiyê ku safî dike başqe bijî. Axiriya axiriyê “em hemûyê jî li ber dîwana Xwedê bisekinin” (Romayî 14:10-12).