Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 SERÊ 3

Wana Hiz Bike, Kîjana Xwedê Hiz Dike

Wana Hiz Bike, Kîjana Xwedê Hiz Dike

“Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan” (METELOK 13:20, DT).

1-2. (a) Di Kitêba Pîrozda derheqa kîjan rastiyê nivîsar e?

MERIV mîna pembû ne. Pembû hêsa hemû tiştên dor-berê xwe hildiçîne xwe. Usa jî meriv hêsa hildidin nihêrandin, norm û xeyset-hunurên wan meriya, tevî kîjana ku hevaltiyê dikin.

2 Di Kitêba Pîrozda rastiya girîng nivîsar e: “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, lê karê kî ku tevî bêaqila ye, wê zirarê keve” (Metelok 13:20, DT). Di vê metelokêda xeberdan naçe derheqa hevaltiya sera-bera. Xebera “rê diçe” dide kifşê hevaltiya nêzîk. Di neşirkirinekêda derheqa vê rêzê usa hatiye nivîsandinê: “Tevî merîkî bigerî, tê hesabê ku wî hiz bikî û wîva girêdayî bî”. Dibek tu qayîl bî, wekî em bêhemdê xwe çev didine wan meriya, kîjana ku hiz dikin. Bi rastî jî ew merivên kîjana ku em qayîm hiz dikin, dikarin li ser me yan baş yan jî xirab hukum kin.

3. Em ça dikarin hevalên usa xwera bijbêrin, yên ku wê baş ser me hukum kin?

3 Seva ku nava hizkirina Xwedêda bimînin, gerekê xwera hevalên usa bijbêrin, yên ku wê baş li ser me hukum kin. Lê em ça dikarin evê yekê bikin? Em gerekê wan meriya hiz bikin, kîjana ku Xwedê hiz dike, û hevaltiyê tevî wan meriya bikin, yên ku tevî Xwedê hevaltiyê dikin. Hela bifikire: em qe dikarin hevalekî ji  wî baştir xwera bijbêrin, yê ku xeysetên usa nav xweda mezin dike, kîjan ku Yehowa dixwaze havalên xweda bivîne? Werên em pêbihesin hela kîjan meriya Xwedê hiz dike. Hergê em nihêrandina Yehowa hildin hesab, wê mera hêsa be hevalên baş xwera bijbêrin.

XWEDÊ KÊ HIZ DIKE

4. Çima îzina Yehowa heye xwera hevala bijbêre, û çima Yehowa Birahîm nav kir “dostê min”?

4 Yehowa, her kesî xwera nake heval, ew hevala dijbêre. Û îzina wî heye evê yekê bike, çimkî ew Xwedêyê Himzor e. Lema jî seva me qedirekî pir mezin e, hevaltiyê bikin tevî Xwedêkî usa. Lê gelo, Yehowa kê dijbêre ku bibe hevalê wî? Ew nêzîkî wan meriya dibe, yên ku bi temamî îtbariya xwe wî tînin. Werên em binihêrin mesela Birahîm, yê ku bi baweriya xweye mezin eyan bû. Bidin hesabê xwe, ku seva bav çiqas çetin e, kurê xweyî tayê tenê bike qurban. * Lê Birahîm qayîm bawer dikir, “ku Xwedê dikare Îshaq ji mirinê jî rake”, lema jî ewî “kurê xweyî tayê tenê” hazir bû bike qurban (Îbranî 11:17-19). Ji bo wê yekê ku Birahîm bawerî û guhdariya usa nîşan kir, Yehowa wî nav kir “dostê min” (Îşaya 41:8, 9; Aqûb 2:21-23).

5. Yehowa çawa dinihêre li ser wan meriya, yên ku hindava wîda guhdar û amin in?

5 Yehowa, aminiyê û guhdariyê gelek qîmet dike. Ew hiz dike wan meriya, yên ku her gav wîra amin in. (Bixûne 2 Samûyêl 22:26.) Çawa ji serê pêşin em pêhesiyan, Yehowa gelek şa dibe çaxê meriv ji bo hizkirinê guhdariya xwe hindava wî didine kifşê. Û çawa di kitêba  Metelok 3:32-da nivîsar e, “hevaltiya wî bi rastara heye”. Ewên ku bi aminiyê dewakirinên Yehowa diqedînin, ji Yehowa teglîfkirinê distînin. Ewana di “çadira” Yehowada, dikarin bibin mêvan, dêmek ewana têne teglîfkirinê, wekî wîra xizmet kin û bi azayê dua bikin (Zebûr 15:1-5).

6. Ça em dikarin hizkirina xwe hindava Îsa bidine kifşê, û Yehowa çawa ne hindava wan meriya, yên ku Kurê wî hiz dikin?

6 Yehowa hiz dike wan meriya, yên ku Kurê wîyî tayê tenê, dêmek Îsa Mesîh hiz dikin. Îsa Mesîh got: “Her kesê ku min hiz bike, wê gotina min xwey ke, Bavê minê jî wî hiz bike û emê bêne cem wî, tevî wî bimînin” (Yûhenna 14:23). Lê em ça dikarin hizkirina xwe hindava Îsa bidine kifşê? Em gerekê temiyên wî biqedînin û mizgîniya xêrê bela kin (Metta 28:19, 20; Yûhenna 14:15, 21). Em him jî bi wê yekê hizkirina xwe bidine kifşê, çaxê “pêgeha wîda herin”. Lema jî qewata me çiqas digihîje, em gerekê xeberdan û şixulên xweda çev bidine Îsa (1 Petrûs 2:21). Yehowa dilşad dibe û dişêkirîne qewata me ku dixwazin ji bo hizkirinê pêgeha Îsada herin.

7. Çima wê bi aqilayî û bîlanî be, hergê em dostên Yehowa dikine dostên xwe?

7 Yehowa dixwaze wekî dostên wî, nav xweda xeyset-hunurên usa mezin kin çawa bawerî, aminî, guhdarî û hizkirin hindava Îsa û temiyên wî. Her kes ji me gerekê pirsên usa bide xwe: “Gelo hevalên minî nêzîk xeyset-hunurên usa didine kifşê, yan na? Ez hevaltiyê dikim tevî wan meriya, tevî kîjana ku Yehowa hevaltiyê dike?” Wê bi aqilayî û bîlanî be, hergê em dostên Yehowa bikine dostên xwe. Çimkî ewên ku xeyset-hunurên baş nav xweda mezin dikin, yên ku Xwedê qebûl dike, û bi xîret derheqa Padşatiya Xwedê elam dikin, dikarin li ser me baş hukum kin. Ewana usa jî  dikarin me hêlan kin usa bijîn, ku dilê Yehowa Xwedê şa kin. (Binihêre çargoşe “ Kî ne Hevalên Te?” li ser rûpêla 29.)

JI MESELÊN KITÊBA PÎROZ HÎN BIN

8. Çi te xweş tê, nava heleqetiya orta (a) Nahomiyê û Rûtda? (b) sê hevalên Îbranîda? (c) Pawlos û Tîmotêyoda?

8 Di Kitêba Pîrozda gelek mesele hene, derheqa wan meriya, yên ku hevalên baş xwera bijartine û ev yek wanara kar aniye. Hûn dikarin bixûnin, derheqa Nahomiyê û bûka wê Rût, usa jî derheqa hevaltiya sê Îbraniya yên ku di Babîlonêda bûn, û usa jî derheqa Pawlos û Tîmotêyo (Rût 1:16; Daniyêl 3:17, 18; 1 Korintî 4:17; Fîlîpî 2:20-22). Lê werên em dîsa dîna xwe bidin li ser meseleke gelek baş, ev mesele derheqa hevaltiya Dawid û Yonatan e.

9, 10. Çima hevaltiya Dawid û Yonatan qewî bû?

9 Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî paşî wê yekê çaxê Dawid Golyat kuşt, Yonatan Dawid hiz kir û usa destpêbû hevaltiya wane nêzîk (1 Samûyêl 18:1). Rast e Dawid û Yonatan saliyên xweda ne wek hev bûn, lê heta mirina Yonatan ewana hevalên gelek nêzîk bûn (2 Samûyêl 1:26). * Lê çima hevaltiya wan usa qayîm bû?

10 Hevaltiya Dawid û Yonatan qayîm bû, çimkî herd jî Xwedê hiz dikirin. Him jî wana dixwest aminiya xwe hindava Xwedêda xwey kin. Xêncî wê yekê, hevaltiya wan qayîm bû, çimkî nêteke wana hebû, wana dixwest dilê Xwedê şa kira. Cem wana xeyset-hunurên usa hebûn, ku ewana hev xweş dihatin. Ser Yonatan gelek hukum kir, çaxê ewî dît mêrxasî û xîreta wî gedê cahil, yê ku bê tirs navê Xwedê xwey kir. Yonatanê ku emirê  xweda mezin bû, bi aminiyê xwe li piştgiriya qedandina qirara Yehowa digirt, û bi dil û can Dawid ji xwe ferztir hesab dikir. Bê şik, Dawid jî qedirê wî gelek digirt. Em niha binihêrin ka çi qewimî wedekî gelek çetin di jîyîna Dawidda, çaxê ew revî beriyê, wekî xwe ji hêrsa Şawûl Padşa bavê Yonatan, xilaz ke. Yonatan aminiya pir mezin nîşan kir, çaxê rabû û çû Dawid qewî ke  (1 Samûyêl 23:16). Bide hesabê xwe, çiqas dilê Dawid hêsa bû, çaxê hevalê wî hat ku berdilê wîda bê! *

11. Çi hûn hîn dibin ji hevaltiya Dawid û Yonatan?

11 Çi em dikarin hîn bin ji mesela Yonatan û Dawid? Ya pêşin, em dibînin ku seva hevala gelek ferz e, wekî heleqetiya wan tevî Xwedê hebe. Çaxê em nêzîkî wan meriya dibin, bawerî û nihêrandina kîjana ku mîna ya me ye, em hêlan dibin û qewî dibin. Çimkî em dikarin dilê xwe hevra vekin, usa jî hevra gilî kin ku çi di jîyîna meda diqewime. (Bixûne Romayî 1:11, 12.) Hevalên  usa, heleqetiya kîjana ku tevî Xwedê baş e, em dikarin di civatêda bivînin. Lê gelo di civatêda her kes dikare bibe hevalekî baş bona me? Na.

ÇA HEVALA BIJBÊRIN

12, 13. (a) Çima em gerekê di civatêda jî, bi fesalî xwera hevala bijbêrin? (b) Qirna yekêda di civata Mesîhiyada çi problêm hebû, û Pawlos çi temî da wan?

12 Di civatêda em gerekê xwera hevalên usa bijbêrin, yên ku wê alî me bikin heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Dêmek di civatêda her kes nikare bibe hevalê me. Eva tiştekî ecêb nîne. Mesele çawa hine ber, ser dara zû digihîjin lê hinek jî dereng, usa jî hinek Mesîhiyên civatêra lazim e gelek wede, wekî ewana ruhanîda geş bin. Lema jî Mesîhî ne wek hev ruhanîda pêşda diçin (Îbranî 5:12–6:3). Bê şik, emê sebirê û hizkirinê nîşan kin hindava yên teze û ruhanîda sist, çimkî em dixwazin ku ewana ruhanîda pêşda herin (Romayî 14:1; 15:1).

13 Car-cara di civatêda dikare derecên usa biqewimin, ji bo çi jî mera lazim e haş ji xwe hebin, ku kêra hevaltiyê bikin. Çimkî rabûn-rûniştandina hineka dikare necayîz be. Hinek dibek xeydok in û timê neqayîl in. Tiştên usa qirna yekêda di civata Mesîhiyada jî diqewimî. Heçî zef ji wana amin diman, lê hineka yeke xwe necayîz kifş dikirin. Lema jî Pawlosê şandî temî dida civata Korintiya, wekî xwe dûr bigirin ji wan Mesîhiya, yên ku hînkirinên Mesîhîtî qebûl nedikirin: “Nexapin! ‘Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike’” (1 Korintî 15:12, 33). Pawlos Tîmotêyora pêşda digot, ku nav Mesîhiyada jî wê hebin merivên usa, yên ku wê xwe rast kifş nekin. Ewî usa jî Tîmotêyo şîret dikir, wekî xwe ji wana dûr bigire û tevî wan hevaltiyê neke. (Bixûne 2 Tîmotêyo 2:20-22.)

14. Em ça dikarin bidine xebatê prînsîpa ji temiya Pawlos?

14 Em ça dikarin prînsîpa ku di temiya Pawlosda bû, bidin xebatê? Em gerekê di civatêda û ji civatê der xwe ji  merivên usa dûr bigirin, yên ku dikarin li ser me xirab hukum kin (2 Têsalonîkî 3:6, 7, 14). Em gerekê heleqetiya xweye tevî Yehowa xwey kin. Bîra xweda xwey ke, ku em mîna pembû ne, û zû-zû çev didine nihêrandin û xeyset-hunurên hevalên xweyî nêzîk. Çimkî nikare usa biqewime, ku pembû têkine nav avê, lê ew şeravê hilçîne, usa jî em nikarin hîn bin tiştên baş ji wan meriya, yên ku xirab li ser me hukum dikin (1 Korintî 5:6).

Hevalên baş dikarî nava xûşk-birên Mesîhîda bivînî

15. Çi gerekê bikin, wekî di civatêda hevalên usa bivînin, heleqetiya kîjana ku tevî Yehowa heye?

15 Şabûna pir mezin e, ku em dikarin xwera hevala nava Mesîhiyên usada bivînin, yên ku li ser me wê baş hukum kin (Zebûr 133:1). Lê gelo em ça dikarin xwera hevalên usa bijbêrin, heleqetiya kîjana ku tevî Yehowa Xwedê heye? Hergê tu nav xweda mezin kî xeyset-hunurên ku Xwedê xweş tên, bi vê yekê merivên mîna xeyset-hunurên te wê bixwazin tevî te hevaltiyê bikin. Xêncî vê yekê, tu jî gerekê ji aliyê xweda tiştekî bikî, ku tevî geleka nêzîk bî û hevalên teze xwera bivînî. (Binihêre çargoşe “ Me Ça Hevalên Baş Xwera Dît?”.) Dîna xwe bide wan meriya, xeyset-hunurên kîjana ku teyê jî bixwesta, wekî cem te hebin. Em gerekê dîna xwe bidine vê şîreta ji Kitêba Pîroz: “Dilê xwe . . . vekin”, dêmek xwera hevala nava mesîhiyên ji cûre-cûre mileta û bereka bigere. (2 Korintî 6:13; bixûne 1 Petrûs 2:17.) Hevaltiyê neke tenê tevî wan meriya, yên ku saliyên xweda weke te ne. Bîr neke, wekî Yonatan ji Dawid gelek mezin bû. Hergê tu tevî xûşk-birên emirda mezin hevaltiyê bikî, tuyê di jîyîna xweda cêribandî û bîlan bî.

 ÇAXÊ ÇETINAYÎ PÊŞDA TÊN

16, 17. Hergê xûşk-bira, me didine xeyîdandinê, çima em gerekê civatê nehêlin?

16 Her Mesîhîk cûrekî mezin bûye, û xeyset-hunurên wan jî cûre-cûre ne, lema jî car-cara di civatêda dikarin problêm pêşda bên. Carna xûşk-bira dikarin tiştên usa bêjin yan bikin, ku dilê me bêşînin (Metelok 12:18). Usa jî çetinayî pêşda tên ji bo vê yekê ku xeyset, nihêrandin û fikirên xûşk-bira ji hev cude dibin. Lê gelo ji bo van çetinaya emê civatê bihêlin? Hemikî na, çimkî hizkirin hindava Yehowa û wan meriya yên ku wî hiz dikin, nahêle ku em ji civatê dûr kevin.

17 Yehowa Efirandar û Jîyîndarê me ye, lema jî ew hêja ye ku em hizkirin û aminiya xweye tam wîra bidine kifşê (Eyantî 4:11). Yehowa bi dil civat dide xebatê, lema jî hêja ye ku em jî piştgiriya wî bikin (Îbranî 13:17). Dêmek hergê xûşk-bira me bi tiştekî didine xeydandinê, ji bo vê yekê emê civatê nehêlin, çimkî usa tê kifşê ku em xeyîdî ne û nerazî ne. Lê ne Yehowa em nedane xeydandinê. Lema jî hizkirina  hindava Yehowa, wê tu car nehêle ku em ji wî û cimeta wî dûr kevin. (Bixûne Zebûr 119:165.)

18. (a) Ça em dikarin di civatêda edilayê xwey kin? (b) Çaxê em dibaxşînin wan meriya, yên ku em dane xeydandinê, ev yek çi kerema mera tîne?

18 Hizkirin hindava xûşk-bira wê me hêlan ke, ku di civatêda edilayê xwey kin. Yehowa kamilbûnê dewa nake ji wan meriya kîjana ku hiz dike, û em jî gerekê mîna wî bin. Hizkirin alî me dike, wekî em dîna xwe nedine şaşiyên biçûke xûşk-bira û alî me dike bîr nekin wekî em jî gunekar in û şaşiya dikin (Metelok 17:9; 1 Petrûs 4:8). Ev usa jî alî me dike, ku timê “hev bibaxşînin” (Kolosî 3:13). Lê nehêsa ye evê şîretê timê biqedînin. Hergê em îzinê bidin ku êmosya yan jî fikirên meye nerast me zeft kin, hingê emê nikaribin xeydê ji dilê xwe derxin û dibek em bifikirin ku bi xeyda xwe em wî merivî ceza dikin. Lê bi rastî çaxê em xeydê dilê xweda xwey dikin, bi vê yekê em zirarê didine xwe. Hergê em bibaxşînin wî merivî yê ku me daye xeydandinê, hingê emê gelek kerema bistînin (Lûqa 17:3, 4). Ev yek rihetiyê dide me, edilayê civatê xwey dike, û ya lape ferz ew e, ku heleqetiya me tevî Yehowa xwey dike (Metta 6:14, 15; Romayî 14:19).

KENGÊ LAZIM E HEVALTIYÊ BIDIN SEKINANDINÊ

19. Kîjan derecada em gerekê hevaltiyê bidin sekinandinê?

19 Carna mera dibêjin, wekî em gerekê hevaltiyê nekin tevî wan meriya, yên ku îda endemê civatê nînin. Dêmek tevî wan meriva hevaltiyê nekin, yên ku ber Xwedê gune kirine û tobe nekirine, û ji bo vê yekê ji civatê hatine derxistinê. Usa jî tevî wan meriya, yên ku hebandina xwe înkar kirine, û hînkirinên qelp bela dikin, yan jî civat înkar kirine. Di Kitêba Pîrozda zelal tê gotinê, wekî em tevî merivên usa hevaltiyê nekin.  (Bixûne 1 Korintî 5:11-13; 2 Yûhenna 9-11.) * Lê dibek ev yek zef çetin be hergê ev meriv, yan hevalê me ye yan jî merivê me. Lê gelo, emê bikaribin xwe qayîm li normên Yehowa bigirin û bi vê yekê nîşan kin, ku bona me aminî hindava Yehowa û qanûnên wîyî rast hê ferz e? Bîra xweda xwey ke, ku Yehowa pir qîmet dike aminiyê û guhdariyê.

20, 21. (a) Çima çaxê kesekî ji civatê derdixin, di vê yekêda hizkirin tê kifşê? (b) Çima ferz e, ku em bi bîlanî xwera hevala bijbêrin?

20 Çaxê kesekî ji civatê derdixin, bi rastî di vê yekêda hizkirina Yehowa tê kifşê. Çima em dikarin usa bêjin? Çaxê merivê ku tobe nake ji civatê derdixin, bi vê yekê hizkirin hindava Yehowa û navê wîyî pîroz tê kifşê (1 Petrûs 1:15, 16). Him jî bi vê yekê civat tê xweykirinê. Xûşk-birên civatê têne xweykirinê ji hukumkirina wan gunekara. Ew xûşk-bira dikarin berdewam kin xizmetkirina xwe Yehowara, çimkî zanin wekî civat ev heye cî-sitar di vê dinya zulmda (1 Korintî 5:7; Îbranî 12:15, 16). Cezakirina usa sert, dide kifşê hizkirin hindava wî merivê gunekar. Dibek ev yek seva wî bibe menî, ku ew bê li ser hişê xwe û fem bike wekî wîra lazim e nihêrandina xwe biguhêze, û gavên lazim bavêje, seva ku paşda vegere bal Yehowa (Îbranî 12:11).

21 Eşkere tê kifşê ku hevalên meyî nêzîk dikarin qayîm li ser me hukum kin. Lema jî gelek ferz e, wekî em bi bîlanî hevala bijbêrin. Çaxê em hevalên Yehowa dikine hevalên xwe, û hiz dikin wan meriya kîjana ku Yehowa hiz dike, hingê em dikevine der-dora hevalên lapî baş. Çi ku em ji wana hîn bin, wê alî me bike bijîn li gora safîkirina xwe, dêmek Yehowa şa kin.

^ abz. 4 Çaxê Yehowa ev yek ji Birahîm dewa kir, ev dewakirin siya wê yekê bû, ku Yehowa Xwedê wê Kurê xweyî tayê tenê, bike qurban (Yûhenna 3:16). Dereca Birahîmda, Yehowa ew da sekinandinê, wekî dewsa Îshaq beran bê qurbankirinê (Destpêbûn 22:1, 2, 9-13).

^ abz. 9 Dawid hê gelek cahil bû çaxê Golyat kuşt, û çaxê Yonatan mir Dawid 30 salî bû (1 Samûyêl 17:33; 31:2; 2 Samûyêl 5:4). Lê Yonatan weke 60 salî bû çaxê mir, ça tê kifşê, ew 30 sala ji Dawid mestir bû.

^ abz. 10 Ji giliyê Yonatan, yên ku di kitêba 1 Samûyêl 23:17-da nivîsar e, tê kifşê ku ça ewî berdilê Dawid dihat: (1) ewî hêlan da wî wekî netirse; (2) wî hêlan kir, wekî kirên Şawûl wê boş-betal bin; (3) kire bîra Dawid, ku li gora sozê Xwedê, ew wê bibe padşa; (4) sond xwer ku wîra amin bimîne; (5) ewî usa jî Dawidra got, wekî Şawûl jî zane bona aminiya wî.

^ abz. 19 Hê zêde elametî ku em gerekê çawa bin hindava wî merivî yê ku ji civatê derxistine yan jî xwexa derketiye, dikarin Elametiya Zêdeda bi navê “Em gerekê çawa bin, hindava wî merivî yê ku ji civatê derxistine” bivînin.