Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 SERÊ 5

Ça Xwe ji Dinyayê Dûr Xwey kin

Ça Xwe ji Dinyayê Dûr Xwey kin

“Hûn ne para dinyayê ne” (YÛHENNA 15:19).

1. Ji duakirina Îsa, çi hate kifşê?

ŞEVA pêşiya mirina xwe, Îsa gelek xem dikir bona halxweşiya şandiyên xwe. Ewî hela hê derheqa vê yekê Bavê xwera jî dua kir: “Ez hîvî nakim ku tu wana ji dinyayê hildî, lê wekî tu wan ji Yê Xirab xwey kî. Ew ne ji dinyayê ne, çawa ku ez ne ji dinyayê me” (Yûhenna 17:15, 16). Ji duakirina Îsa tê kifşê ku ewî şagirtên xwe gelek hiz dikir, û hîviyê bû ku ewana “ne para dinyayê” bin (Yûhenna 15:19). Bi rastî jî, seva Îsa gelek ferz bû, wekî şandiyên wî xwe ji dinyayê dûr xwey kin!

2. Xebera “dinya” ku Îsa gotibû çi dihate hesabê?

2 Xebera “dinya” ku Îsa gotibû, ewa heye însanet, ya ku ji Xwedê qetiya ye û serwêrê kîjanî ku Şeytan Mîrê-cina ye. Ev dinya usa jî bi ruhê xweheziyê û babaxiyê tije bûye, yê ku ji Şeytan tê (Yûhenna 14:30; Efesî 2:2; 1 Yûhenna 5:19). Bi rastî jî “kê vê dinê hiz dike, ew neyartiyê li Xwedê dike” (Aqûb 4:4). Lê ewên ku dixwazin nava hizkirina Xwedêda bimînin, ça dikarin xwe ji dinyayê dûr xwey kin, hergê ewana dinyayêda nin? Werên em dîna xwe bidine pênc dereca: 1) Amin bimînin Padşatiya Xwedêra û pirsên polîtîkîda tevnebûyînê (nêytralîtêt) xwey kin; 2) Ça miqabilî ruhê dinyayê derên; 3) Ça kincxwekirin û xemilandinêda berbihêr bin; 4) Ça bi jîyîneke hêsa bijîn; 5) Ça çekên ruhanî li xwe kin.

 ÇAWA AMIN BIMÎNIN Û TEVNEBÛYÎNÊ XWEY KIN

3. (a) Nihêrandina Îsa hindava polîtîka dinyayê çi cûreyî bû? (b) Çima em dikarin bêjin, ku şandiyên Îsayî kifşkirî qasid in? (Binihêre spartin).

3 Îsa nedikete nava şixulê polîtîka dinyayê. Seva wî ferz bû meriyara derheqa Padşatiya Xwedê xeber de, Padşayê kîjanî ku wê xwexa bûya (Daniyêl 7:13, 14; Lûqa 4:43). Lema jî ewî li ber Weliyê Romayî dêmek Pîlatoyê Pontiyo, got: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36). Şagirtên Îsayî amin çev didine Îsa. Ewana Mesîhra û Padşatiya wîra amin in, û derheqa vê Padşatiyê hemû meriyara elam dikin (Metta 24:14). Pawlosê şandî nivîsiye: “Em ji aliyê Mesîhda qasidiyê dikin” û “aliyê Mesîhda reca ji we dikin, tevî Xwedê li hev werin!” * (2 Korintî 5:20).

4. Hemû Mesîhî hindava Padşatiya Xwedê ça aminiyê didine kifşê? (Binihêre çargoşe “ Tevnebûyîna Mesîhiyên Berê”.)

4 Qasid, dêmek wekîl, di welatê dinda bona welatê xwe wekîltiyê dikin. Ewana tevnebûyînê xwey dikin û nakevne nava şixulên welatên din. Çimkî ewana piştgiriya welatê xwe dikin. Hema evê yekê em dikarin bêjin derheqa wekîlên Mesîh, yên ku bi ruhê pîroz kifşkirî ne, û bajarvanên “ezmana ne” (Fîlîpî 3:20). Ewana bi mêrkîmî derheqa Padşatiyê elam dikin, û usa alî mîlyona “pezêd” Mesîhe din kirin, ku tevî Xwedê li hev bên (Yûhenna 10:16; Metta 25:31-40). Ew pezên din wek qasidên Mesîh xizmet dikin û piştgiriya birên Mesîhe kifşkirî dikin. Ev her du kom tevayî, piştgiriya Padşatiya Mesîh dikin, miqîm tevnebûyînê xwey dikin û nakevine nava şixulên polîtîka dinyayê. (Bixûne Îşaya 2:2-4.)

5. Çida cuda dibe civata Mesîhiya, ji cimeta Xwedêye Îsraêl?

 5 Mesîhiyên rast tevnebûyînê xwey dikin, ne tenê seva wê yekê ku Îsa Mesîhra amin bimînin. Cimeta Xwedêye Îsraêl berê di welatekîda dijît, lê em hemû  qulbê dinyayêda dijîn û para biratiya hemdinyayê ne (Metta 28:19; 1 Petrûs 2:9). Lema jî hergê em piştgiriya partiyake polîtîkê bikin, emê nikaribin bi serbestî derheqa Padşatiya Xwedê elam kin, û xêncî vê yekê yektiya meye Mesîhîtî wê bikeve bin qeziyê (1 Korintî 1:10). Him jî emê mecbûr bin tevî wan xûşk-birên xwe şer kin, kîjana ku gerekê hiz kin, çawa ku Îsa em hîn kirin (Yûhenna 13:34, 35; 1 Yûhenna 3:10-12). Ji vir tê kifşê, ku çaxê Îsa gote şagirtên xwe şûr hilnedin, ev giliyên wî vala nîbûn. Ewî hela hê gote wan, wekî dijminên xwe jî hiz bikin (Metta 5:44; 26:52; Binihêre çargoşe “ Ez Tevnebûyînê Xwey Dikim?”).

6. Tesmîlbûna me Xwedêra, ça hukum dibe li ser heleqetiya me tevî “qeyser”?

6 Mesîhiyên rast jîyîna xwe tesmîlî Xwedê kirine, ne ku tesmîlî merivekî, teşkîletekî yan jî miletekî. Di 1 Korintî 6:19, 20-da usa tê gotinê: “Hûn ne xweyiyê serê xwe ne. Hûn bi qîmet hatine kirînê”. Lema jî, şandiyên Îsa çi ku “qeyserra” dikeve didine qeyser, mesele, qedir, xerc û guhdariya usa kîjan ku miqabilî qanûnên Xwedê naçin. Lê “çi ku yêd Xwedê ne” didine Xwedê (Marqos 12:17; Romayî 13:1-7). Dêmek: xizmetkirin, hizkirina bi dil û can, aminî û guhdarî. Hergê lazim bê jî, ewana hazir in jîyîna xwe bona Xwedê bidin. (Lûqa 4:8; 10:27; bixûne Karên Şandiya 5:29; Romayî 14:8.)

XWE JI “RUHÊ VÊ DINYAYÊ” XWEY KIN

7, 8. Çi ye “ruhê vê dinyayê”, û ça ew ruh li ser merivên neguhdar hukum dike?

7 Mesîhî dîsa pê wê yekê dikarin xwe ji ruhê xirabî ya vê dinyayê dûr bigirin, hergê miqabilî ruhê dinyayê derên. Pawlosê şandî nivîsiye: “Me ne ku ruhê vê dinyayê standiye, lê ew Ruhê ji Xwedê” (1 Korintî 2:12). Ewî Efesiyara got: “Hûn pey edetêd vê dinê diçûn, li gora  xwestina  . . . serwêrtiya vê hewê, wî ruhê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gura Xwedêda ne” (Efesî 2:2, 3).

8 “Hewa”, yanê ruhê dinyayê, ewa heye qewat yê ku nayê dîtinê, ew meriya hêlan dike ku gura Xwedê nekin û usa jî pêşda tîne “xwesteka nefsê, xwesteka çavan” (1 Yûhenna 2:16; 1 Tîmotêyo 6:9, 10, ÎM). Ruhê vê dinyayê “serwêrtiyê” dike û serwêrtiya wî ew e, ku xwestinên nefsa gunekar pêşda tîne, ew timê hukum dike û usa hukum dike ku texmîn nakî, ew mîna hewê hemû ciya bela dibe. Xêncî vê yekê, ew “ya xwe dike” ew nav merivada hêdî-hêdî pêşda tîne xeyset-hunurên usa, ça xwehizî, babaxî, timayî û ruhê neguhdariyê. * Wekî kin bêjin, ruhê vê dinyayê hêdî-hêdî xeyset-hunurên Şeytan Mîrê-cina nav meriyada pêşda tîne (Yûhenna 8:44; Karên Şandiya 13:10; 1 Yûhenna 3:8, 10).

9. Ruhê vê dinyayê çi cûreyî dikare li ser hişê me û dilê me hukum ke?

9 Gelo ruhê vê dinyayê dikare hukum ke li ser hişê me û dilê me? Belê, dikare hergê em hişyar nîbin. (Bixûne Metelok 4:23.) Ev ruh dikare usa li ser me hukum ke, ku em qe haş xwe tune bin, dibek bi saya merivên meyî nêzîk yên ku rûva baş têne kifşê, lê Yehowa Xwedê hiz nakin (Metelok 13:20; 1 Korintî 15:33). Ruhê usa xirab dikare bikeve nav me ji edebyetên bênamûsî, ji pornografî û mervên raberîbûyî ku li ser malpera înternêtê ne, ji lîstikên necayîz û ji sportên usa ku hevra dikevine lecê. Dêmek ev ruhê vê dinyayê dikare hukum ke li ser me bi hemû tiştî çi ku dide kifşê nihêrandina Şeytan Mîrê-cina û ruhê vê dinyayê.

10. Em ça dikarin miqabilî ruhê vê dinyayê derên?

 10 Em ça dikarin miqabilî ruhê vê dinya mixenet derên û xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kin? Em gerekê bidine xebatê wan hemû tişta, çi ku Yehowa dide seva ku em ruhanîda pêşda herin, û usa jî em gerekê timê wîra dua bikin ku ruhê pîroz bide me.Yehowa ji Şeytan Mîrê-cina û dinya ku bin hukumê Şeytanda ne, qewattir e (1 Yûhenna 4:4). Bi rastî jî, çiqas ferz e ku bi dua nêzîkî Yehowa Xwedê bin!

 KINCXWEKIRINÊDA Û XEMILANDINÊDA BERBIHÊR BIN

11. Ça ruhê vê dinyayê hukum dike li ser kincxwekirinê?

11 Kincxwekirin, temizayî û xemilandina meriya dide kifşê, ku ew meriv dilê xweda yekî ça ne. Di gelek welatada qeydê kincxwekirinê gelek nimiz bûye, bi gotina rojnamevanekî, zûtirekê qav wê tu tiştî nikaribin xwekin, wekî xwe bidine kifşê. Hela hê keçikên biçûk jî pey kincxwekirina usa ketine, derheqa kîjanî ku di rojnamekêda usa hatibû gotinê “hê zêde tezîbûn, ne ku şermî”. Usa jî belabûyî ye ku kincên netemiz xwe kin, û wê yekêda tê kifşê ruhê xweserîxwebûnê û qedirê xwe negirtinê.

12, 13. Em gerekê kîjan prînsîpa hildin hesab wedê kincxwekirin û xemilandinê?

12 Ça xizmetkarên Yehowa em dixwazin rind bêne kifşê, dêmek kinca em gerekê temiz, rind û bi hewas xwekin. Em usa jî gerekê kinca usa xwekin, ku her derecekêda layîq be. Kincxwekirina me gerekê timê layîq û “berbihêriyê” be, ew yek dikeve nava “kirêd qenc”, û rind dide kifşê xeyset-hunurên her xizmetkarekî, yên ku dibêjin ku “riya Xwedêda diçin, ÎM”. Hilbet em naxwazin dîna meriya bikişînine li ser xwe, lê em dixwazin xwe “nava hizkirina Xwedêda” xwey kin (1 Tîmotêyo 2:9, 10; Cihûda 21). Belê, em dixwazin wekî me bixemilîne ew çi ku “hindurê dilda” ye, û çi ku “ber Xwedê pir bi qîmet e” (1 Petrûs 3:3, 4).

13 Em gerekê bîr nekin ku kincxwekirin û xemilandina me hukum dike li ser nihêrandina meriya hindava xizmetkirina rast. Lema jî, ji kincxwekirina me gerekê neyê kifşê xwehizî yan babaxî, lê dewsê gerekê bê kifşê ku em Xwedê hurmet dikin, û qedirê nihêrandina merivên dinêna jî digirin. Hene kincên usa ku îzina me heye xwe kin, lê were em îsafa merivên dinêna ji îzina xwe bilindtir hesab kin.  Xêncî vê yekê, em dixwazin Yehowa û cimeta wî hurmet kin, û “her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” bi vê yekê emê bidine kifşê ku em xizmetkarên Xwedê ne (1 Korintî 4:9; 10:31; 2 Korintî 6:3, 4; 7:1).

Gelo kincxwekirina min Yehowa hurmet dike?

14. Derheqa kincên xwe û temizaya xwe, ez gerekê çi pirsa bidime xwe?

14 Çaxê em diçin ku mizgîniyê bela dikin yan jî diçine civatê, gelek ferz e ku em dîna xwe bidine kincxwekirin, xemilandin û temizaya xwe. Pirsên usa bide xwe: “Dibek ez bi kincên xwe û hîgiyêna xwe, dîna meriyaye nelazim dikişînime ser xwe? Meriv ku kêleka min bin, wê şerm nekin? Di van pirsada çi bona min hê ferz e, bi nihêrandina xwe hemû tiştî bikim, yan usa bikim ku di civatêda cabdariya bistînim?” (Zebûr 68:6; Fîlîpî 4:5; 1 Petrûs 5:6).

15. Di Xebera Xwedêda çima derheqa kincxwekirin, xemilandin û temizayê qanûnên konkrêt tunene?

15 Di Kitêba Pîrozda, mesîhiyara derheqa kincxwekirin, xemilandin û temizayê qanûnên konkrêt nehatine dayînê. Yehowa dixwaze, wekî xizmetkarên wî hiş-aqilê xwe û azaya bijartina xwe bidine xebatê. Ew usa jî dixwaze, wekî xizmetkarên wî ruhanîda gihîştî bin, pey prînsîpên Kitêba Pîroz herin û xwe hînî wê yekê kin, ku “qencî û xirabiyê ji hev derxin” (Îbranî  5:14). Xwedê gelek dixwaze, wekî em hemû tiştî bi hizkirina hindava wî û merivên dor-berê xwe, bikin. (Bixûne Marqos 12:30, 31.) Hergê em tiştên jorê gotî hildin hesab, pirsên kincxwekirin û xemilandinêda bi rastî azaya me gelek e. Ew yek îzbat dibe bi wê yekê ku Şedên Yehowa li hemû qulbê dinyayê çiqas bedew xwedikin.

ÇA BI JÎYÎNEKE HÊSA BIJÎN

16. Hînkirina Îsa ji ruhê vê dinyayê çida cude dibe, û kîjan pirsa em gerekê bibine xwe?

16 Ruhê dinyayê bi mîlyona meriva dide şaşkirinê û wana hêlan dike ku bextewariyê di perada û hebûnêda bivînin. Lê Îsa got: “Gelek mal û milkê mirov hebe jî, jiyan ne bi mal û milkva grêdayî ye” (Lûqa 12:15, DO). Îsa qebûl nedikir jîyîna bi askêtsîzmê, dêmek hemû tişt û usa jî xwe pêda înkar kirin. Lê dewsê ewî hîn dikir ku  ew meriv wê bistînin emir û bextewariyê. Ewana haş ji hewcedariyên xwe ne, bi jîyîneke hêsa dijîn, û bi rastî jî dîna xwe didine tiştên ruhanî (Metta 5:3; 6:22). Pirsê bide xwe: “Ez bi rastî baweriya xwe hînkirinên Îsa Mesîh tînim, yan ketime bin hukumê “bavê derewa”? (Yûhenna 8:44). Xeberdana min, cûrê jîyîna min prîorîtêtên min, û nêt-meremên min, çi didine kifşê? (Lûqa 6:45; 21:34-36; 2 Yûhenna 6).

17. Yên ku bi jîyîneke hêsa dijîn, çi kerema distînin?

17 Îsa got: “Serwaxtî bi emelêd xwe kifş dibe” (Metta 11:19). Bifikire, çi kerema distînin ew meriv yên ku bi jîyîneke hêsa dijîn. Ewana şabûneke pir mezin distînin di xizmetêda (Metta 11:29, 30). Xêncî vê yekê, ewana xwe ji gelek xema xwey dikin, ji bo çi jî hê kêm berxwedikevin. (Bixûne 1 Tîmotêyo 6:9, 10.) Ewana razî ne bi tiştên ku cem wana hene û ji bo wê yekê hê zêde wede wan dimîne bona malbetê û mesîhiyên dinêna. Ewana timê rihet radizên (Waîz 5:12). Ewana usa jî şabûneke gelek mezin distînin ji wê yekê, ku çiqas dikarin alî meriya dikin (Karên Şandiya 20:35). Baweriya wan hê zêde dibe, û dilê wan jî rihet û hêsa ye (Romayî 15:13; Metta 6:31, 32). Bi rastî jî qîmetê wan kerema pir mezin e.

ÇA “HER ÇEK . . . LI XWE KIN”

18. Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa dijminê me, mêtodên wî û şerê me tevî wî?

18 Ewên ku nava hizkirina Xwedêda dimînin, ewana ruhanî têne xweykirinê ji Şeytan Mîrê-cina, yê ku dixwaze ne ku tenê şabûnê ji mesîhiya bistîne lê usa jî jîyîna heta-hetayê (1 Petrûs 5:8). Pawlos nivîsî: “Şerê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hukumetiya ye, miqabilî mîrêd vê dinya terî ye û miqabilî ordiyêd ruhaniye xirabe li dîyarê ezmana ne” (Efesî 6:12). Xebera “şer” nayê gotinê derheqa şerê dûrva, mesele ji  cîkî usa kîderê ku tu dikarî xwe veşêrî, lê eva heye şerê bê çek. Xêncî vê yekê xeberên “serwêrtî”, “hukumetiya” û “mîrêd vê dinya”, tê hesabê ku efirînên ruhanî bona şer rind hazirkirî ne û kirên wan bi meremî ne.

19. Gilî ke derheqa çekên ruhanî.

19 Rast e em sist in û hemû tişt destê meva nayê, lê em dikarin wî alt kin. Gelo ça? Hergê em, “her çekê Xwedê li xwe kin” (Efesî 6:11). Derheqa wan çeka di Efesî 6:14-18-da usa tê şirovekirinê: “Awa ciyê xweda bisekinin, rastiyê mîna kemberê li pişta xwe bişidînin, heqiyê mîna zirih li sîngê xwe wergirin û sol nigêd weda, bona Mizgîniya edilayiyê hazir sekinî bin. Li ser her tiştîra jî baweriyê mîna mertalê bigirine xwe, bi kîjanê hûnê bikaribin hemû tîrêd agiriye ku Yê Xirab davêje, bitemirînin. Û xilazbûnê mîna kumzirihê [yan, hêviyê] hildin, mîna şûr jî xebera Xwedê, ku ji Ruhê Pîroz e. Bi hemû dua û reca her gav dua bikin pê Ruhê Pîroz. Ser vê yekê hişyar bimînin û bona temamiya cimeta Xwedê timê dua bikin”.

20. Orta me û eskerada çi firqî heye?

20 Ev çekên ruhanî ji Xwedê ne û ewana wê timê me xwey kin, hergê em wana li xwe kin. Firqî heye orta me û eskerada, esker dikarin gelek wext şer nekin, lê Mesîhî timê şer dikin bona mirin û jîyînê, û ev şer wê tenê hingê kuta be, çaxê Xwedê dinya Mîrê-cina alt ke û milyaketên wîyî zulm jî bike geliyê hey-wayê (Eyantî 12:17; 20:1-3). Lema hergê tu pêşberî sistbûna xwe û xwestinên xweye nerast şer dikî, nesekine û destê xwe berjêr neke, çimkî her kes ji me “zordariyê” xwe dike, wekî Yehowara amin bimîne (1 Korintî 9:27). Bi rastî em gerekê wî çaxî berxwekevin, çaxê şer nakin.

21. Em ça dikarin şerê ruhanî alt kin?

21 Xêncî vê yekê, bi qewata xwe emê nikaribin evî şerî alt kin. Lema jî Pawlosê şandî nivîsî, ku gerekê her gav  dua bikin pê ruhê pîroz. Usa jî em gerekê guh bidine Yehowa, Xebera wî hîn bin û gerekê hemû tiştî bikin, ku heleqetiya me tevî “hevaleskerêd” me hebe, em gerekê bîr nekin ku em tenê nînin (Filîmon 2; Îbranî 10:24, 25). Kî ku di van hemû tiştada amin bimîne, wê ne ku tenê evî şerî alt ke, lê usa jî wê bikaribe piştgiriya hebandina xwe bike, çaxê tevî wî bikevine dewê.

HAZIR BE KU PIŞTGIRIYA HEBANDINA XWE BIKÎ

22, 23. (a) Em çima gerekê timê hazir bin piştgiriya hebandina xwe bikin, û kîjan pirsa em gerekê bidine xwe? (b) Emê di serê dinda kîjan gotarê şêwir kin?

22 Îsa got: “Hûn ne para dinyayê ne, lema dinya dijene we” (Yûhenna 15:19). Lema jî Mesîhî gerekê timê hazir bin ku piştgiriya hebandina xwe bikin û evê yekê gerekê nerm û bi qedirgirtinê bikin. (Bixûne 1 Petrûs 3:15.) Pirsa bide xwe: “Gelo ez fem dikim, çima Şedên Yehowa car-cara pozîsiyake usa digirin kîjan ku ji nihêrandina geleka cuda dibe? Çaxê minra lazim e ku pozîsiyake usa bigirim, ez bi temamî bawer dikim, wekî giliyên Kitêba Pîroz û xulamê amin rast in?” (Metta 24:45; Yûhenna 17:17). Û çaxê lazim tê ku tiştekî usa bikim, çi ku ber çevê Xwedê rast e, ez hazir im ku ji merivên din bême cudekirinê û hela hê bi vê yekê jî kubar bim? (Zebûr 34:2; Metta 10:32, 33).

23 Gelek car xwestina me ku ji vê dinyayê xwe dûr xwey kin dikeve bin cêribandinê, û ev yek usa diqewime ku em haş xwe tunene. Mesele, ça me îda jorê gotibû Şeytan Mîrê-cina dixwaze xizmetkarên Yehowa Xwedê, bi wedederbazkirina bike para dinyayê. Em ça dikarin bijbêrin wedederbazkirina usa ya ku wê mera hêsabûnê bîne û îsafa me jî temiz xwey ke? Evê gotarê emê di serê mayînda şêwir kin.

^ abz. 3 Ji Roja Pênciyê hesabê sala 33 D.M. Îsa Mesîh Padşatiyê dike li ser civata şandiyên xweyî kifşkirîra, yên ku li ser erdê ne (Kolosî 1:13). Di sala 1914-da Mesîh “padşatiya li ser dinyayê” sitand. Lema jî, îro Mesîhiyên bi ruhê pîroz kifşkirî xizmet dikin ça qasid, dêmek wekîlên Padşatiya Mesîh (Eyantî 11:15).

^ abz. 8 Binihêre kitêba “Şêvirkirin ser hîmê Kitêba Pîroz”, li ser rûpêlên 389-393 yê ku Şedên Yehowa neşir kirin

^ abz. 65 Binihêre Elametiya Zêde bi navê “Hurmetkirina Beyraqê, Dengdaîn û Qulixa Bajarvaniyê”.