Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 SERÊ 2

Ça Tu Dikarî Îsafa Xwe Temiz Xwey kî?

Ça Tu Dikarî Îsafa Xwe Temiz Xwey kî?

“Îsafa xwe temiz xwey kin” (1 PETRÛS 3:16, DT).

1, 2. Hergê tu diçî cîkî nenas, çima gerekê gura rêberê xwe bikî, û ça rêber beramberî îsafê dibe?

GEMÎVAN gemiyê dajo li ser pêlên okîana mezin. Rêvî rê ketiye û diçe nav beriya xike-xalî. Teyarvan jî bi teyarê difire û xêncî ewira tu tiştî navîne. Lê tu zanî wan hersêkara çi lazim e? Wanara lazim e rêberî.

2 Mesele bide hesabê xwe ku tu rê ketî û diçî cîkî nenas. Tu tevî kesekî diçî û baweriya xwe wî tînî ku wê te bigihîne cî. Hergê ew merî rê rind zane, ew wê rêberekî baş be. Hergê tu guh bidî rêberiya wî, tuyê unda nebî. Îsaf jî mîna rêber e. Ev pêşkêşa pir qîmet e, kîjan ku Yehowa Xwedê daye me (Aqûb 1:17). Bê îsaf emê bê rêberî bûna. Hergê em guh bidine îsafê, ewê  alî me bike li ser riya rast bin, û ji wê rê dernekevin. Niha em xeber din derheqa wê yekê ku çi ye îsaf û ça ew dixebite. Em usa jî dikarin xeber din derheqa wê yekê ku: 1) ça dikarin îsafê hîn kin, 2) çima em gerekê îsafa merivên din hildin hesab, û 3) ça îsafa temiz kerema tîne.

ÇI YE ÎSAF Û ÇA DIXEBITE

3. Xebera Yûnanî yê ku hatiye welgerandinê ça “îsaf” çi tê hesabê, û bi alîkariya îsafê, meriv çi dikare bike?

3 Di Kitêba Pîrozda xebera Yûnanî yê ku hatiye welgerandinê ça “îsaf”, tê hesabê “xwenaskirin”. Em cuda dibin ji hemû efirandinên li ser erdê. Xwedê feresetekî usa daye me ku em dikarin xwexa xwe nas kin. Dêmek em dikarin kêlekêva xwe binihêrin, û têderxin ku em merivne ça ne. Îsaf mîna hakimê dilê me ye, yê ku mera dibêje ku çawa xwe kifş kin, kîjan nihêrandin xwey kin û çi safîkirina bikin. Ew usa jî alî me dike ku safîkirinên baş bikin, û me xwey dike ji safîkirinên usa ku dikarin ziyanê bidine me. Îsaf dikare yan me şa ke, yan me biçerçirîne.

4, 5. (a) Ji ku em zanin wekî îsafa Adem û Hêwayê hebû, û çi qewimî çaxê wana qanûna Xwedê înkar kir? (b) Ji kîjan mesela tê kifşê, ku berê îsafa merivên amin ça rêberiya wan dikir?

4 Dema efirandina jin û mêrê pêşin, îsaf wanara hatibû dayînê. Çaxê Adem û Hêwayê gune kirin, wana şerm kir, û usa hate kifşê ku îsafa wan hebû (Destpêbûn 3:7, 8). Lê îda îsafa wane netemiz nikaribû halê wan rast kira. Çimkî ewana rind zanibûn çi dikin. Adem û Hêwayê qanûna Xwedê înkar kirin. Ji bo wê yekê ku ewana kamil bûn, wana rind fem dikir ku usa miqabilî Yehowa Xwedê derdikevin û wê bibine dijminên wî. Lema jî ewana nehatine baxşandinê.

5 Lê hebûn merivên usa yên ku rast e nekamil bûn, lê guh didane îsafa xwe. Mesele, mêrekî amin bi navê Îbo, giliyê usa got: “Ez bi zexmî bi rastiya xwe ve digirim û wê bernadim, . . . dilê min, min şermezar neke!” (Îbo 27:6). Bi rastî jî îsafa Îbo temiz bû. Çimkî çaxê ewî tiştek safî dikir dengê îsafa xwe pişt guhê xweva nedavît. Lema jî ewî bi serbestî dikaribû bigota, ku îsafa wî ew şermezar nake, dêmek wî naçerçirîne. Lê dîna xwe bidin ku hestên Dawid pêxember cude bûn. Yanê îsafa Dawid ew diçerçirand. Çimkî Dawid himberî Şawûl padşa, yê ku ji aliyê Yehowada hatibû kifşkirinê, bêhurmetî nîşan kir. Lema jî dilê wî destpêkir ew biçerçirîne (1 Samûyêl 24:5). Evê çerçirandinê Dawidra kareke mezin anî, çimkî ev hîn bû, ku careke din tiştê usa neke.

6. Ji çi tê kifşê ku îsafa hemû meriya heye?

6 Lê gelo tenê cem xizmetkarên Yehowa heye îsaf? Werên em bifikirin li ser giliyê Pawlosê şandî: “Necihûyêd ku Qanûna wan tune, gava bê hemdê xwe xwestinêd Qanûnê diqedînin, belê ewe bê Qanûn in, xwexa bona xwe dibine qanûn. Çimkî ewana didine kifşê, ku xwestina Qanûnê dilê wanda nivîsar e. Îsafa wan jî şedetiya vê yekê dide û fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin” (Romayî 2:14, 15). Çawa tê kifşê, ew merivên ku qe nizanin qanûnên Yehowa Xwedê, car-cara bi saya dengê îsafa xwe dikarin li gora prînsîpên Xwedê bijîn.

7. Çima car-cara îsaf dikare rêberiya nerast bide?

7 Lê car-cara îsaf dikare rêberiya nerast bide. Çima? Werên em dîsa xeber din derheqa wê meselê ya ku me destpêkêda got. Hergê rêber şaş be, rêvî wê unda be. Usa jî hergê tu tevî rêber şer bikî û rêberiya wî  înkar kî, tê unda bî. Dêmek hergê xwestina dilê me li ser îsafa me hukum ke, û em guh didine dilê xwe, ne ku îsafa xwe, wî çaxî îsafa me wê nerast rêberiya me bike. Û hergê îsafa me ne li ser hîmê zanebûna rast e ji Xebera Xwedê, emê nikaribin qencî û xirabiyê ji hev derxin. Lema jî, seva ku îsafa me rast bixebite, em gerekê pey rêberiya ruhê pîroz herin, yê ku Yehowa dide. Pawlos nivîsî: “Îsafa min jî bi saya Ruhê Pîroz minra şedetiyê dide” (Romayî 9:1). Lê çawa em dikarin bawer bin, ku îsafa me li gora ruhê Yehowayî pîroz dixebite? Em gerekê îsafa xwe hîn kin.

ÇA DIKARIN ÎSAFA XWE HÎN KIN

8. (a) Ça dil dikare hukum ke li ser îsafa me, û çi gerekê hildin hesab çaxê tiştekî safî dikin? (b) Çima bes nîne ku îsafa me temiz be? (Binihêre elametiya zêde.)

8 Hine merî guh didine dilê xwe, û safî dikin çi û ça bikin. Paşê jî dibêjin: “Îsafa min rihet e”. Li ser îsafa me, xwestina dil qayîm dikare hukum ke. Di Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye û qels e; ma kî dikare wî fêhm bike?” (Yêremya 17:9). Lema jî em gerekê guh nedine xwestinên dilê xwe. Lê em gerekê bifikirin derheqa wê yekê, çi wê dilê Yehowa Xwedê xweş bê. *

9. Çi ye xofa Xwedê, û ça ew li ser îsafa me hukum dike?

9 Çaxê em wedê safîkirina guh didine dengê îsafa xweye hînkirî, em eyan dikin ku em ji Xwedê xof  dikin, û naçin pey xwestinên dilê xwe. Ev yek rind tê kifşê ji mesela Nehemiyayê amin. Îzina wî hebû ça serwêr wekî ji bineliyên xwe xerc top ke. Lê ewî ew yek nedikir. Çima? Çimkî ew difikirî ku bi vê yekê wê cimeta Yehowa bide zêrandinê û hêrsa Yehowa li ser xwe rake, û hela ev fikir jî ber çevê wî reş bû. Ewî usa got: “Ji ber tirsa Xwedê tiştekî wusa nekirim” (Nehemiya 5:15). Gelek ferz e ku xofa Xwedê dilê meda hebe, dêmek em gerekê bitirsin, ku Xwedê nedine xeydandinê. Bi vê tirsê emê hêlan bin ku rêberiyê di Xebera Xwedêda bigerin, çaxê mera lazim be tiştekî safî kin.

10. Wedê îçkevexwarinê, kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz em gerekê hildin hesab?

10 Ça em dikarin şixulên xwe usa safî kin, ku miqabilî îsafê neçin? Mesele, werên em xeber din derheqa îçkevexwarinê. Çaxê em top dibin ku kêf kin, gerekê ji xwe bipirsin: “Ezê îçkê vexwim, yan na?” Berê ewlin ferz e ku em pêbihesin, hela kîjan prînsîpên ji Kitêba Pîroz di vê derecêda lazim tên. Kitêba Pîroz şirovedike, wekî Xwedê bi xwe îçkevexwarin qedexe nake. Hela hê di Kitêba Pîrozda pesinê Yehowa tê dayînê ji bo pêşkêşdayîna şeravê (Zebûr 104:14, 15). Kitêba Pîroz qedexe dike îçkevexwarina zêde û serxweşbûnê (Lûqa 21:34; Romayî 13:13). Xêncî vê yekê, serxweşbûn beramberî gunên usa giran dibe, ça qavî û zinêkarî (1 Korintî 6:9, 10). *

11. Ça em dikarin rêberiya Xwedê bistînin?

11 Bi saya prînsîpên usa, îsafa Mesîhiya hê baş tê hînkirinê. Lema jî, çaxê top dibin wekî kêf kin, lazim  e safî kî îçkê vexwî yan na. Û gerekê pirsên usa bidî xwe: “Nêta vê wedederbazkirinê çi ye? Dibe ku ev wedederbazkirin ji qeyde derkeve û bibe ça kêfeke bê qeyde? Gelo ez hiz dikim îçkê vexwim û bê îçke dikarim? Ez îçkê bona çi vedixwim, seva ku kêfxweş bim? Ez dikarim xwe bigirim ku kêm îçkê vexwim?” Çaxê em difikirin li ser prînsîpên ji Kitêba Pîroz û li ser pirsa ku tevî van prînsîpa girêdayî ne, em gerekê Yehowara seva rêberiyê dua bikin. (Bixûne Zebûr 139:23, 24.) Bi vê yekê em îzinê didine ruhê Yehowayî pîroz ku rêberiyê me bike. Em usa jî dixebitin, wekî îsafa me li gora prînsîpên Yehowa Xwedê bixebite. Çaxê em safîkirina dikin, gerekê dîsa tiştekî hildin hesab.

ÇIMA GEREKÊ ÎSAFA MERIVÊN DIN HILDIN HESAB?

Îsafa ku bi Kitêba Pîroz hatiye hînkirinê wê alî te bike safî kî, ku îçkê vexwî yan na

12, 13. Çima îsafa Mesîhiya ji hev cude dibe, û hindava vê yekê em gerekê ça bin?

12 Dibek tu ecêbmayî bimînî ku îsafa Mesîhîkî çiqas zef cuda dibe ji îsafa Mesîhiyê din. Mesele, kesek bi dil û can dikare êvarê tevî hevala îçke vexwe, lê îsafa merivê din îzinê nadê evê yekê bike. Lê gelo çira firqiya usa heye, û ev yek ça dikare li ser safîkirina me hukum ke?

13 Meriv gelek tiştada ji hev cude dibin. Û her merivek jîyîna xwe bi cûrekî derbaz kiriye. Mesele, hinek rind zanin çida sist in, û li ser vê yekê xebitîn, lê ev yek cem wana hêsa nehatiye standin (1 Padşatî 8:38, 39). Û hindava îçkevexwarinê îsafa wana daha nazik e. Hergê merivekî usa bê mala te mêvanî, îsafa wî dikare ew hêlan ke îçkê venexwe. Lê gelo cayîz e ku tu ji bo vê yekê bixeyîdî? Tê wî bidî zorê? Bê şik, na. Û firqî tune tu zanî yan nizanî ewê meniyê ku çima ew îçkê venaxwe, dibek ew naxwaze derheqa vê yekê di  vê derecêda xeber de. Lê hizkirina biratî wê alî te bike, ku şehreza bî.

14, 15. Kîjan pirsêda îsafa Mesîhiyên qirna ji hev cude dibû, û Pawlos çi şîret da?

14 Pawlosê şandî didît, ku çiqas firqî heye orta îsafa Mesîhiyên qirna yekê. Di wan çaxa îsafa hine Mesîhiya rihetî nedida wan seva xwarinê, kîjan ku pûtara hatibû qurbankirinê (1 Korintî 10:25). Lê îsafa Pawlos ew qedexe nedikir bixwe xwarinên usa, yên ku pûtara qurban dikirin û paşê jî bazarada difirotin. Çimkî pût, seva Pawlos tu tişt nedihatine hesabê; û ewî fem dikir ku pût nikarin xwarinê bidin, sazkarê kîjanî ku bi rastî Yehowa ye. Xêncî vê yekê, Pawlos fem dikir ku hemûşk nihêrandina wî qebûl nakin. Çimkî hinek ji wan, pêşiya ku bibûna Mesîhî bi dil û can van pûta dihebandin. Û hemû tişt çi ku tevî pûtparistiyê girêdayî bû, ber çevê wana reş bû. Lê gelo Pawlos ev pirs ça safî kir?

15 Pawlos got: “Em ku baweriyêda qewat in, gerekê bikevine bin barê sista, ne ku em li xwe xweş bên. Çimkî Mesîh jî ne ku li xwe xweş hat” (Romayî 15:1, 3). Pawlos me hêlan dike wekî em çev bidine Îsa Mesîh, û pêşiyê bona kara xûşk-birên xwe bifikirin, paşê îda bona kara xwe. Him jî Pawlos got, ku hê baş ew qet goşt nexwe, ne ku bibe kevirê likumandinê seva wan meriya seva kîjana ku Îsa Mesîh jîyîna xwe berva da. (Bixûne 1 Korintî 8:13; 10:23, 24, 31-33.)

16. Çima merivê bi îsafa nazik gerekê sûcdar neke wan meriya, îsafa kîjana ku ji ya wî cuda dibe?

16 Ew Mesîhî îsafa kîjana ku gelek nazik e, gerekê Mesîhiyên din sûcdar nekin û li ser ya xwe nesekinin, wekî her kes bi îsafa wan hemû tiştî safî ke. (Bixûne Romayî 14:10.) Bi rastî, hê baş e wekî îsafa her kesî  wî sûcdar bike, ne ku meriyên din. Em gerekê bîr nekin, giliyê Îsa Mesîh: “Loma nekin, ku lome li we nebin” (Metta 7:1). Her endemê civatê gerekê bixebite ku neke ser yên din, wekî bi nihêrandina wî bikin. Lê dewsê, her kes ji me dixebite ku hizkirin û yektiyê bidine kifşê, û wekî hev eciz nekin lê qewî kin (Romayî 14:19).

ÇA ÎSAFA TEMIZ KEREMA TÎNE

Îsafa ku ber çevê Yehowa temiz e, dikare me bi riya jîyînê bive. Ev şabûnê tîne û rihetiyê jî dide

17. Îro îsafa gelek meriya çi cûreyî bûye?

17 Pawlosê şandî nivîsî: “Îsafa xwe temiz xwey kin” (1 Petrûs 3:16, DT). Eva keremeke pir mezin e, ku îsafa me ber çevê Yehowa Xwedê temiz e. Lê roja îro, îsafa usa cem geleka tune. Pawlos xeber dida derheqa  wan meriya, “îsafa kîjana kizirî ye” (1 Tîmotêyo 4:2). Çaxê çermê meriya dax dibe, paşê ew îda tiştekî texmîn nake. Derheqa îsafa gelek meriya jî em dikarin bêjin ku ew mirî ye, yanê usa dax bûye û hişk bûye ku tiştekî texmîn nake. Ew usa jî nikare bêje çi îzin tune, û hemû tiştîra razî ye. Îsafa wan, wana naçerçirîne û ji bo gunên wan, nade şermê. Û îro merivên usa gelek şa dibin ku îsafa wan îda wana naçerçirîne.

18, 19. (a) Çi karê dikare bîne çaxê îsafa meriya wana diçerçirîne û dide şermê? (b) Çi em dikarin bikin hergê îsaf me diçerçirîne, hela hê çaxê me gunê xwe daye rûyê xwe?

18 Çaxê îsaf me diçerçirîne, em fem dikin ku me tiştekî nerast kiriye. Çaxê îsafa kesekî ew diçerçirîne, ev meriv hêlan dibe gunê xwe bide rûyê xwe, û ji  bo vê yekê gunekî lapî mezin jî wîra dikare bê baxşandinê. Mesele, Dawid padşa gunekî lapî mezin kir, lê gunê wî wîra hate baxşandinê, çimkî ewî bi dil gunê xwe da rûyê xwe. Dawid kirên xwe nefret kir û safî kir timê gura qanûnên Yehowa Xwedê bike, çimkî ewî li ser xwe dît ku Yehowa çiqas “qenc û efûkir e” (Zebûr 51:1-19; 86:5). Lê çi em gerekê bikin hergê me gunê xwe daye rûyê xwe, baxişandin standiye, lê dîsa jî îsafa me, me diçerçirîne?

19 Hergê me gunê xwe daye rûyê xwe û îsafa me dîsa gelek wext me diçerçirîne, ev yek îda karê nayne. Dereca usada em gerekê bawer bin, ku Yehowa ji dilê me mestir e, û zane em çi halîda nin. Em gerekê bawer kin ku Xwedê me hiz dike û dibaxşîne me, ne em xwexa meriya hêlan dikin ku baweriya xwe vê yekê bînin. (Bixûne 1 Yûhenna 3:19, 20.) Xêncî vê yekê, îsafa temiz mera edilayê, rihetiyê û şabûna pir mezin tîne, çi ku di vê dinyayêda hindikî divînî. Mesele, ewên ku berê gunê giran kirine û paşê tobekirine, rihetiya usa texmîn kirine û niha jî dikarin bi îsafa temiz Yehowara xizmet kin (1 Korintî 6:11).

20, 21. (a) Ev kitêb çida wê alî te bike? (b) Cem Mesîhiya kîjan azayî heye û ça gerekê ev bidin xebatê?

20 Nêta vê kitêbê ew e, ku alî te bike bistînî şabûnê û di vê dinya qelpda bikaribî heta xilaziya îsafa temiz xwey kî. Hemikî di vê kitêbêda em nikarin hemû qanûn û prînsîpên Xwedê şêwir kin, derheqa kîjanî ku em gerekê bifikirin û her roj bidine xebatê. Xêncî vê yekê, çaxê pirs îsafêva girêdayî ne, em gerekê hîviya cabên konkrêt nîbin. Nêta vê kitêbê usa jî ew e, ku Xebera Xwedê hîn bî û di jîyîna xweyî her rojîda bidî xebatê. Usa îsafa te hîn be û te hazir ke, ku bikaribî  pêra-pêra texmîn kî, çi ye qencî û çi ye xirabî. Himberî qanûna Mûsa, “qanûna Mesîh” hêlan dike, wekî em bijîn û rêberî bin bi îsafê û prînsîpa, ne ku bi qanûnên ku hatibûne nivîsarê (Galatî 6:2). Lema jî Yehowa azaya bijartinê dide Mesîhiya. Xebera Xwedê me usa jî xwey dike, wekî ev azayî nebe “xêliya xirabîkirinê”, dêmek mecala xirabîveşartinê (1 Petrûs 2:16). Azaya usa, mecalê dide me, ku hindava Yehowa Xwedê hizkirina xwe bidine kifşê.

21 Çaxê te destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz, hingê te gaveke gelek ferz avît, dêmek ev heye hînkirina femkariya te. Hergê tu dua dikî û difikirî, ku çawa prînsîpên Kitêba Pîroz baş bidî xebatê û paşê usa jî dikî, usa tu berdewam dikî gavên xwe davêjî, û dikarî “qencî û xirabiyê ji hev” derxî (Îbranî 5:14). Îsafa teye bi Kitêba Pîroz hînkirî, wê her roj tera karê bîne. Çawa rêber alîkariyê dide rêvî, usa jî îsafa te wê alî te bike bijîyî usa çawa ku Bavê teyî ezmanra xweş bê. Bi vê yekê tê bikaribî xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kî.

^ abz. 8 Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku bes nîne wekî îsafa me temiz be. Mesele, Pawlosê şandî usa got: “Îsafa min rihet e, ne ku bi vê yekê ez xwe sofî dikim, lê hakimê min Xudan e” (1 Korintî 4:4). Hela hê ewên ku mîna Pawlosê şandî pey Mesîhiya dikevin, dibek hesab dikin ku îsafa wan temiz e, çimkî wana tirê ku Xwedê kirên wan qebûl dike. Lê gelek ferz e ku îsafa me, ne ku tenê ber çevê me temiz be, lê ber çevê Xwedê jî (Karên Şandiya 23:1; 2 Tîmotêyo 1:3).

^ abz. 10 Gelek hekîm dibêjin, wekî bona alkogolîka, îçkevexwarin qedexe ye. Dêmek bona wan qedexe ye hinek jî vexwin.