Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 ELAMETIYA ZÊDE

Hurmetkirina Beyraqê, Dengdaîn û Qulixa Bajarvaniyê

Hurmetkirina Beyraqê, Dengdaîn û Qulixa Bajarvaniyê

Hurmetkirina beyraqê. Şedên Yehowa fem dikin ku serê xwe ber beyraqê daxistin û beyraq hurmetkirin, heye rîtûala rêlîgiyayê. Çimkî ev yek gelek car tê kirinê bi gîmnlêxistinê, û bi vê yekê merî didine kifşê ku xilazkirin, ne ku ji Xwedê ye, lê ji dewletê yan ji serkarên dewletê (Îşaya 43:11; 1  Korintî 10:14; 1  Yûhenna 5:21). Evê yekê eyan dike mesela padşê Babîlonê, Nebûkedneser. Seva ku meriyara bida kifşê zoraya xwe û xîreta xwe hindava rêlîgiyê, ew padşê himzor heykelekî pir mezin ava kir, û ji meriya dewa dikir, wekî serê xwe ber wî heykelî daynin. Wedê wê rîtûalê miqam dihate lêxistinê, kîjan ku dikarin beramberî gîmnê bikin. Lê sê cihûyên cahil, Şedrak, Meşak û Abednego zanibûn ku hergê serê xwe ber wî heykelî daneynin wê bi mirinê bêne cezakirinê lê yeke ew yek înkar kirin (Daniyêl, serê 3).

Dîrokzan Karlton Xêys nivîsiye, ku di qurna meda “beyraq tiştekî bona hebandinê ye. Çaxê beyraqê ber mêrara derbaz dikin mêr kumê xwe serê xwe derdixin”. Şayîr jî bona hurmetkirina beyraqê şêra dibêjin, lê zar gîmn distirên. Karlton Xêys usa jî got, ku “rojên pîroz”, “merivên pîroz û egît”, “dêr” yanê paristgeh, yê natsiyonalîzmê jî hene. Di şeherê Birazîliyayêda wedê sêrêmoniya dewletê, wezîrek kîjan ku li ser eskerara qulixa bilindda bû usa got: “Em beyraqê hurmet dikin û serê xwe ber datînin . . . çawa ber dewletê”. Usa jî di “Ensîklopêdiya Amêrîkayêda” hatibû gotinê, wekî “beyraq mîna xaç pîroz e”.

Di vê ensîklopêdiyêda usa jî hatiye kifşkirinê, wekî “gîmnên dewletê didine kifşê ruhê miletheziyê. Di van gîmnada gelek car tê bihîstinê ku çawa ji Xwedê lava dikin, wekî ew rêberiyê bide wan, usa jî xwey ke cimeta wan û serwêrên wan”. Lema jî Şedên Yehowa rast dikin ku hesab dikin sêrêmoniya miletheziyê, hurmetkirina beyraqê û gotina gîmnê, ew hene rîtûalên rêlîgiyayê. Di kitêba “Ruhê  Amêrîkayê” dihate gotinê, ku zarên Şedên Yehowa di mektebada înkar dikirin serê xwe ber beyraqê daynin, yan jî wîra amin bin. Di vê kitêbêda usa hatibû nivîsarê: “Ew rîtûalên ku her roj dikin, bi rastî ji rêlîgiyayê ne, û eva yeka Dîwana bilind îzbat kir di safîkirina xweda” (“The American Character”).

Rast e Şedên Yehowa tevî wan sêrêmoniya nabin, yê ku ne li ser hîmê Kitêba Pîroz in. Lê ewana bi qedir in tevî wan meriya, yên ku tev sêrêmoniyên usa dibine yek. Şedên Yehowa usa jî bi qedir in hindava beyraqê, ya ku heye sîmbola dewletê. Ewana qebûl dikin serwêrtiya dewleta xwe û wana hesab dikin “xizmetkarê Xwedê” (Romayî 13:1-4). Lema jî Şedên Yehowa guh didine wê şîretê ku “bona padşa û hemû serwêra” dua bikin. Em usa dikin “wekî em jîyîneke edil û seqirî derbaz kin” bi temamiya berbihêriyê û maqûliyê (1  Tîmotêyo 2:2).

Dengdayîn wedê hilbijartina. Mesîhiyên rast qedirê îzina wan meriva digirin, yên ku dixwazin dengê xwe bidine kesekî. Mesîhî usa jî miqabilî hilbijartina nînin û gura serwêrên bijartî dikin. Lê wana safî kiriye, ku netevbûyînê di şixulên polîtîkayêda xwey kin (Metta 22:21; 1  Petrûs 3:16). Lê çi gerekê bikin mesîhî hergê di welatên usada dijîn, kîderê ku tê dewakirinê, wekî her kes gerekê eseyî tev hilbijartina be, yan jî hergê neçine hilbijartina wê dijminatiyê wanra bikşînin? Di dereca usada mesîhî dikare hilde hesab mesela Şedrak, Meşak û Abednego. Rast e, ewana çûn deşta Dûrayê, lê serê xwe ber heykel daneynîn. Lema hergê usa biqewime ku mesîhî jî bikeve dereca usada, û hergê îsafa wî îzinê didê, û ew safî dike ku here ciyê hilbijartinê, vî çaxî ew gerekê fesal be, û bîr neke ku netevbûyînê gerekê xwey ke. Ew usa jî gerekê wan şeş prînsîpa bîra xweda xwey ke.

  1. Şandiyên Îsa “ne para dinyayê ne” (Yûhenna 15:19).

  2. Mesîhî wekîlên Mesîh û Padşatiya wî ne (Yûhenna 18:36; 2  Korintî 5:20).

  3.   Civata Mesîhiya bi saya baweriyê di yektiyêda ne, ewana çev didine Îsa û hevdu hiz dikin (1  Korintî 1:10; Kolosî 3:14).

  4. Ewên ku kesekî dijbêrin seva qulixekî, bona kirên wî cabdar in (Dîna xwe bidinê wê yekê hela di 1  Samûyêl 8:5, 10-18 û 1  Tîmotêyo 5:22-da çi prînsîp hene).

  5. Xwestina Îsraêliya ku padşayê wan hebe, da kifşê ku ewana Yehowa înkar dikin (1  Samûyêl 8:7).

  6. Çaxê em xeber didin derheqa Padşatiya Xwedê tevî merivên ku îtbariya xwe cûre-cûre polîtîkaya tînin, gerekê azaya xeberdana me hebe (Metta 24:14; 28:19, 20; Îbranî 13:18).

Qulixa bajarvaniyê. Di hine welatada, dewlet dewa dike wekî kî ku înkar dike here eskeriyê, gerekê qulixa bajarvaniyê bike, û haqas wede bixebite çiqas ku wîra kifş kirine. Hergê mera lazim bê ku safîkirina usa bikin, em gerekê dua bikin, û hergê lazim be, alîkariyê bixwazin, dêmek şêvir bikin tevî mesîhîkî usa, yê ku ruhanîda qewî ye. Paşê jî gerekê îsafa xwe bidin xebatê û safîkirina bikin li ser hîmê wê yekê, çi ku em îda pêhesiyan derheqa vî şixulî (Metelok 2:1-5; Fîlîpî 4:5).

Xebera Xwedê me hêlan dike: “Gura serwêr û hukumeta bikin, guhdar bin û bona hemû kirinên qenc hazir sekinî bin . . . milûk bin [serwaxt bin DT]” (Tîto 3:1, 2). Seva ku ewê şîretê bîra xweda xwey kin, gerekê pirsên usa bidine xwe: “Hergê ez qayîl bim ku qulixa bajarvaniyê biqedînim, gelo bi vê yekê ezê netevbûyîntiya mesîhîtiyê xirab nekim, û bi cûrekî rêlîgiya qelpva neyême girêdanê?” (Mîxa 4:3, 5; 2  Korintî 6:16, 17). “Ew xebata ku ezê bikin, gelo wê riya min negire û wê minra zor nîbe ku şixulên mesîhîtî kîjan ku minra hatiye kifşkirinê biqedînim?” (Metta 28:19, 20; Efesî 6:4; Îbranî 10:24, 25). “Yan jî çaxê ez ev qulixa bajarvaniyê biqedînim, cem min wê mecal hebe ku hê zêde tişt bikim bona pirsên ruhanî û ezê bikaribim ça pêşengê hertim xizmet kim, yan na?” (Îbranî 6:11, 12).

 Hergê îsafa Mesîhî îzinê dide wî, wekî dewsa vê yekê ku here kelê, qulixa bajarvaniyê biqedîne, wî çaxî mesîhî gerekê qedirê bijartina wî bigirin (Romayî 14:10). Lê hergê ew difikire ku nikare qulixa bajarvaniyê biqedîne, mesîhiyên din vî çaxî jî gerekê qedirê bijartina wî bigirin (1  Korintî 10:29; 2  Korintî 1:24). Hurmetkirina Beyraqê, Dengdaîn û Qulixa Bajarvaniyê