Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 MÎNA ÎSA BIJÎN

Çi Çax Ez Dikarim wek Pêşengê Komekdar Xizmet kim?

Çi Çax Ez Dikarim wek Pêşengê Komekdar Xizmet kim?

Xewn-xeyala Hezeqêl derheqa paristgehê, eyan dike ku cimeta Yehowa wê qurbanên rezedilî bikin. Lê çawa em dikarin qurbana pesindayînê bidine Xwedê? (Îbr. 13:15, 16).

Mecaleke lape baş ew e, ku wek pêşengê komekdar xizmet kin. Di sala xizmetiyêye 2018-da, hene çend mehên usa, kîderê ku pênc rojên Şemiyê û Ledê hene. Ev bi rastî jî alîkariya mezin e xût seva wan, yên ku temamiya rojê dixebitin û tenê Şemiya-Leda xizmet dikin. Xêncî wê yekê, xizmetkar dikarin xwexa bijbêrin xizmet kin 30 yan 50 siheta, wedê meha Adarê û Nîsanê û wê mehêda jî, çaxê berpirsiyarê mihalê serlêdana civata wan dike.

Lê hergê ji bo derecên xwe, cem me dernayê wek pêşengê komekdar xizmet kin? Çiqas ku me tê, em dikarin sihetên xweye xizmetê hevekî zêde kin û xizmeta xwe jî hê baş kin. Çi jî hebe, bira hizkirina me hindava Yehowa me hêlan ke, wekî nava sala xizmetiyêye 2018-da, tiştên herî baş ku cem me hene, bidine Yehowa! (Hs. 14:2).

Çawa ez dikarim çev bidime xîreta Sabînayê?

BINIHÊRIN VÎDÊO “BI ALÎKARIYA YEHOWA EZ HEMÛ TIŞT DIKARIM BIKIM”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çi Sabînayê hêlan kir, hê zêde xizmet ke?

  • Çawa mesela Sabînayê, te hêlan dike?

  • Nava sala xizmetiyêye 2018-da, kîjan mehêda yan mehada, ez dikarim wek pêşengê komekdar xizmet kim?