Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 MÎNA ÎSA BIJÎN

Îsa bona Xûşk-Birên We jî Mir

Îsa bona Xûşk-Birên We jî Mir

Îsa jîyîna xwe bona merivên gunekar kire qurban (Rm. 5:8). Bêşik, em gelek qîmet dikin ku Îsa hizkirina xwe hindava meda da kifşê, û jîyîna xwe bona halxweşiya me kire qurban. Hemikî car-cara em gerekê bikine bîra xwe, ku Îsa bona xûşk-birên me jî, jîyîna xwe kire qurban. Çi cûreyî em dikarin hizkirina Mesîhîtî hindava xûşk-bira bidine kifşê, kîjan mîna me gunekar in? Werên em sê tişta şêwir kin. Ya ewlin, em dikarin koma hevalên xwe daha mezin kin, mesele hevaltiyê bikin tevî wan, yên ku ji me cude dibin (Rm. 15:7; 2 Kr. 6:12, 13). Ya duda, em gerekê fesal bin, seva ku nebêjin û nekin tiştên usa, çi ku meriya dikare bide xeydandinê (Rm. 14:13-15). Û ya sisiya jî, hergê kesek miqabilî me gune kiriye, em gerekê hazir bin ew bibaxşînin (Lq. 17:3, 4; 23:34). Hergê em ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, seva ku di wan sê tiştada çev bidine Îsa, Yehowa wê civata me bi edilayê û yektiyê kerem ke.

BINIHÊRIN VÎDÊO “TEVÎ XÛŞK-BIRÊN XWE, EDILAYÊDA BE!” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Pêşiyê Mîkî derheqa civata xwe çi difikirî?

  • Çi ew hêlan kir, ku bê guhastinê?

  • Çi cûreyî mesela Îsa, alî Mîkî kir, wekî nihêrandina xwe biguhêze? (Marq. 14:38)

  • Çawa Metelok 19:11 alî me dike, ku li ser xûşk-bira rast binihêrin?