FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 1-3
Nêta Diyariya
1:3; 2:1, 12; 3:1
Li gora Qanûna Mûsa Îsraêliya gerekê qurban bidana. Ev qurban Yehowa xweş dihatin û bi sîmbolîk didane kifşê qurbanbûna Îsa (Îbr. 8:3-5; 9:9; 10:5-10).
Hemû heywanên qurbankirî gerekê bêqisûr bûna. Anegorî vê yekê Îsa bedena xweye bêqisûr û kamil qurban kir (1 Pt. 1:18, 19).
Qurbanên tevayîşewatê bi temamî Xwedêra dihatine dayînê. Îsa jî bi temamî emirê xwe ça qurban da Yehowa
Çawa ku hemûyên ku qurbana heleqetiyê dianîn, tevî Xwedê edilayêda bûn, yên bi ruh kifşkirî jî, kîjan ku ser Êvara Bîranînê ji sîmbola dixwin û vedixwin, tevî Xwedê edilayêda nin