Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | QANÛNA KAHÎNTIYÊ 4-5

Tiştê Lapî Baş Bide Yehowa

Tiştê Lapî Baş Bide Yehowa

5:5-7, 11

Kesîbiyê nikaribû riya tu kesî bigirta, ku diyarî Yehowara baniyana û heleqetiya baş tevî wî saz kirana. Hela hê Îsraêliyê lapî kesîb jî dikaribû tiştê xweye lapî baş û li Yehowa qebûl, qurban kira. Wana dikaribû ar qurban kirana, lê Yehowa dewa dikir wekî ev “arê xas” bûya, kîjan ku bona mêvanên xweyîqedir didane xebatê (Dsp. 18:6). Hergê em îro ji bo derecên xwe nikarin gelekî bidin, yeke Yehowa qurbanên meye “pesindayînê” ku em bi dil didin, qebûl dike (Îbr. 13:15).

Ça ew fikir dikare berdiliyê û hêlanê bide te, hergê tu ji bo sihet-qewata xwe nikarî haqas bikî, çiqas te berê dikir?