Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 MÎNA ÎSA BIJÎN

Tu Hazir î Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyêda Hîn bî?

Tu Hazir î Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyêda Hîn bî?

Tu emirda ji 23 heta 65 salî yî û tu pêşengê hertim î? Sihet-qewata te baş e û tu dikarî wan ciya xizmet kî, kîderê ku hewcetiya mezin heye? Hergê caba te ser wan pirsa “belê” ye, qe tu fikiriyî wekî blankê bona Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê tije kî? Ji mekteba pêşin destpêbûyî bi hezara cotên zewicî usa jî xûşk û birên azep ev blank tije kirine. Lê dîsa jî lazim e, wekî hê zêde birên azep evê blankê tije kin. Ji Yehowa bixwaze, ku xwestina te zêde ke, wekî dilê wî şa kî û çev bidî Kurê wî (Zb. 40:8; Mt. 20:28; Îbr. 10:7). Paşê bifikire, wekî tu çawa dikarî xebat yan hine cabdariyên xweye din kêm kî, ku bikaribî evê mektebê derbaz bî.

Yên ku vê mektebêda hîn bûne, bona wan çi mecal xizmetiyêda vebûne? Hinek xûşk-bira ciyên usa hatine kifşkirinê ku ser zimanê xerîb xizmet kin, yan jî pê stênda wan ciya xizmet kin, kîderê ku gelek meriv top dibin. Lê xizmetkarên din jî hatine kifşkirinê ça alîkarçiyê berpirsiyarê mihalê, berpirsiyarên mihalê yan jî ça mîsyonêr. Çaxê tu difikirî ku hê zêde xizmetiyêda bikî, bira nihêrandina te mîna ya Îşaya be, kîjanî got: “A vay ez, min bişîne!” (Îş. 6:8).

BINIHÊRIN VÎDÊO “MÎSYONÊR NANDIRÛNA RUHANÎDA KAR DIKIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Mîsyonêr çawa têne kifşkirinê?

  • Mîsyonêr kîjan şixulên baş dikin?

  • Xizmetiya mîsyonêrtî çi kerema tîne?