Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 MÎNA ÎSA BIJÎN

Çiqasî Qewî ye Baweriya Te Hindava Sozên Yehowa?

Çiqasî Qewî ye Baweriya Te Hindava Sozên Yehowa?

Yêşû û Silêman bi baweriyê digotin, ku hemû gotinên Yehowa hatin sêrî (Yêşû 23:14; 1 Padş. 8:56). Baweriya wan du meriya dide kifşê, ku hîmê wan qewî bû, ser kîjanî ku meriv dikare baweriya xwe ava ke (2 Korn. 13:1; Tîto 1:2).

Çawa Yehowa, wedê Yêşû sozên xwe anî sêrî? Tevî malbeta xwe binihêre vîdêo dramayê “Her Xeber Hatin Sêrî”. Paşê ewan pirsa şêvirkin: (1) Çawa tu dikarî çev bidî baweriya Rexabê? (Îbrn. 11:31; Aqûb 2:24-26) (2) Çawa mesela Akan îzbat dike, ku neguhdarî berbi qeziya dibe? (3) Rast e mêrên Gaboniya bi rastî esker bûn, lê çima wana Yêşû xapand û peymana edilayê tevî Îsraêlê çêkirin? (4) Çi cûreyî giliyê Yehowa hatine sêrî çaxê pênc padşên Amoriya dixebitîn ku miqabilî Îsraêlê herin? (Yêşû 10:5-14) (5) Çawa Yehowa te kerem kir, çaxê te Padşatiya Xwedê û rastiya wî, ser ciyê pêşin datanî? (Met. 6:33).

Çaxê em difikirin ser hemû tiştên ku Yehowa kiriye, dike û wê bike, baweriya me hindava sozên wî, wê qewî be (Rom. 8:31, 32).

Baweriya te wek baweriya Yêşû ye?