Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 MÎNA ÎSA BIJÎN

Cahilno, Gelo Dostê Weyî Lapî Baş Yehowa ye?

Cahilno, Gelo Dostê Weyî Lapî Baş Yehowa ye?

Tu dixwazî kîjan xeyset-hunurên hevalên te hebin? Hilbet tu dixwazî, wekî ewana amin, qenc û merd bin. Yehowa hema yekî usa ye (Drk. 34:6; Kr.Şn. 14:17). Ew guh dide te, gava tu dua dikî. Ew tê hewara te, gava tera lazim e (Zb. 18:19, 35). Ew şaşiyên te dibaxşîne (1 Yn. 1:9). Bi rastî jî, Yehowa Dostekî çiqas baş e!

Lê çawa tu dikarî bibî dostê Yehowa? Xebera wî bixûne, ku derheqa wî hê zêde pêbihesî. Îtbariya xwe wî bîne (Zb. 62:8; 142:2). Bide kifşê wekî tu wan tişta qîmet dikî, kîjan ku bona Yehowa ferz in. Mesele, Kurê wî, Padşatiya wî û sozên wî derheqa axiriyê. Merivara derheqa wî gilî ke (Qn.Dc. 32:3). Hergê tu nêzîkî Yehowa bî, ewê heta-hetayê bibe Dostê te (Zb. 73:25, 26, 28).

BINIHÊRIN VÎDÊO “CAHILNO, ‘TEM KIN Û BIZANIBIN KU XUDAN ÇA QENC E!’”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Tu çawa dikarî xwe bona tesmîlbûyînê û nixumandinê hazir kî?

  • Çawa xûşk-birên civatê dikarin alî te bikin, ku Yehowara xizmet kî?

  • Çawa xizmetî heleqetiya te tevî Yehowa diha dişidîne?

  • Dostiya me tevî Yehowa dikare heta-hetayê bikişîne!

    Tu xizmetkirinêda kîjan kifşkirina dikarî bistînî?

  • Seva çi tu Yehowa hiz dikî?