Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 MÎNA ÎSA BIJÎN

Dê-Bavno, Zarên Xwe Hîn kin

Dê-Bavno, Zarên Xwe Hîn kin

Em dinyake usada dijîn, ya ku tiştên baş hesab dike xirab, û yên xirab ça tiştekî baş (Îş. 5:20). Lê yazix, hine meriv tiştên usava mijûl dibin, kîjan ku Yehowa nefret dike. Mesele, heleqetiya sêksûal orta du mêra, yan du jina. Cahilên me dikarin mektebêda yan ciyê dinda rastî cêribandina bên, ku bikevine ber bayê merivên der-dor. Hûn çawa dikarin zarên xwe hazir kin, wekî wan cêribandinada xwe qewî bigirin?

Normên Yehowa hînî zarên xwe bikin (Qn.Kh. 18:3). Zarên xwe hîn kin, wekî Kitêba Pîroz derheqa sêksê çi dibêje. Hemikî salên emirê wanva girêdayî ye, hûnê çi înformasiyayê wanara bêjin, ku fem bikin (Qn.Dc. 6:7). Pirsa bidine xwe: “Min zarên xwe hîn kiriye, ku gerekê çawa hizkirinê bidine kifşê, çima ferz e kincê xwe layîq xwe kin û wekî meriv gerekê hindava namûsiya hev bi qedir bin? Hergê kesek zarên minra pornografiyayê nîşan ke, yan bixwaze ku ewana tiştekî xirab bikin, zarên min wê bizanibin vê derecêda çi bikin?” Zanebûn dikare wana biparêze (Mtl. 27:12; Wz. 7:12). Çaxê tu zarên xwe hîn dikî, usa tu hizkirinê hindava pêşkêşa ku Yehowa tesmîlî te kiriye, didî kifşê (Zb. 127:3).

BINIHÊRIN VÎDÊO “BIRA MALBETA WE QEWÎ BE; ZARÊN XWE JI HEMÛ CÛRE ZULMIYÊ XWEY KIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çima hine dê-bav xwe digirin ji wê yekê, ku zarên xwe derheqa sêksê hîn kin?

  • Çima dê-bav gerekê zarên xwe “bi şîret û hînkirina” Yehowa hîn kin? (Ef. 6:4)

  • Zanebûn diparêze

    Teşkîleta Yehowa kîjan alîkariyê dide dê-bava, wekî zarên xwe derheqa sêksê hîn kin? (w19.05 12, çargoşe)

  • Çima wê baş be, wekî pêşiya ku zarên te rastî çetinaya bên, tu wana hazir kî?