Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 MÎNA ÎSA BIJÎN

Organîzekirî ne ku Mizgîniyê Bela kin

Organîzekirî ne ku Mizgîniyê Bela kin

Yehowa çawa wedê berê usa jî îro cimeta xwe organîze dike, wekî qirara wî bînin sêrî. Seva ku şixulê xizmetkirinê bi organîze be, nav temamiya dinyayêda hatine sazkirinê Beytel, ofîsên welgerandinê, têrîtoriyên ku ser mihala hatine parevekirinê, civat û komên bona xizmetkirinê. Firqî tune meriv ser çi zimanî xeber didin, em hemûyara mizgîniyê bela dikin (Ent. 14:6, 7).

Dibe ku tu difikirî zimanê din hîn bî, wekî alî meriva bikî ku rastiyê pêbihesin? Hergê wedê te tune ku zimanê din hîn bî, dikarî bi saya JW Language app hîn bî ser zimanên din mizgîniyê bela kî. Tuyê şabûna usa texmîn kî, çawa ku Mesîhiyên qirna yekêda texmîn kirin, çaxê merivên ji cûre-cûre miletara ser zimanê wan derheqa “kirêd Xwedêye mezin” gilî dikirin (Kr.Şn. 2:7-11).

BINIHÊRIN VÎDÊO “BIBE DOSTÊ YEHOWA; BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ SER ZIMANÊN DIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çi derecada JW Language app dikare alî te bike?

  • Tu ça gerekê vê bidî xebatê?

  • Merivên ji hemû miletara lazim e mizgîniyê bibihên

    Merivên mihala weda ser kîjan zimana xeber didin?

  • Tu ça dikarî alîkariyê bidî wan meriva, yên ku dixwazin mizgîniya Padşatiyê pêbihesin, lê zimanê wan xerîb e? (od 100-101 ¶39-41)