Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 MÎNA ÎSA BIJÎN

Emê bi saya Xwedê û Mesîh Azayê Bistînin!

Emê bi saya Xwedê û Mesîh Azayê Bistînin!

Her roj tu rastî çi çetinaya têyî? Dibe ku tu malxê malê yî û gelek cabdariyên te hene? Dibe ku tu tenê zara mezin dikî û tera hêsa nîne ebûra wan bikî? Dibek mektebêda cahil qerfa te dikin? Yan jî diqewime ji bo sihet-qewata xirab û emirê xweyî mezin tu diçerçirî? Belê, problêmên me her kesî hene. Gelek Mesîhî derbekêra rastî cûre-cûre çetinaya tên. Lê em zanin, wekî zûtirekê emê ji wan hemû çetinaya aza bin (2 Kr. 4:16-18).

Lê heta ku ew wede nehatiye, em dilbîniyê distînin ji zanebûna wê yekê ku Yehowa derdên me fem dike, aminî û sebira me qîmet dike, û gelek kerem hazir kiriye ku ser meda bibarîne (Yêr. 29:11, 12). Îsa jî bona me xem dike. Çaxê em cabdariyên xweye Mesîhîtî tînin sêrî, ew me dide bawerkirinê: “Ez . . . tevî we me!” (Mt. 28:20). Çaxê em kûr difikirin derheqa azaya ku emê wedê serwêrtiya Padşatiya Xwedê bistînin, hêvî û teyaxa me qewî dibe (Rm. 8:19-21).

BINIHÊRIN VÎDÊO “NÊZÎKIYA ROJÊN GIRAN, XWE LI ÎSA BIGIRE!; DERHEQA AXIRIYÊ” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Însanet çawa ji Xwedê dûr ket û ew yek çi axirî anî?

  • Çi axirî hîviya wan meriya ye, yên ku Yehowara amin in?

  • Çawa keremên axiriyê qazanc kin?

  • Tu hizreta kîjan kerema yî?

Bide ber çevê xwe ku tu dinya tezeda nî