Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 MÎNA ÎSA BIJÎN

Civatên Hersalî; Mecalên ku Hizkirinê Bidine Kifşê

Civatên Hersalî; Mecalên ku Hizkirinê Bidine Kifşê

Çima civatên mezine hersalî usa me xweş tên? Çawa ku Îsraêla berêda îro jî civatên meyî mezin mecalê didine me, wekî bi seda û hezara xûşk-bira tevayî Yehowa bihebînin. Em şa dibin ku wêderê zanebûnê distînin, çimkî ev alî me dike hê nêzîkî Yehowa bin. Xêncî wê yekê em dişêkirînin ew wedê qîmet, ku dikarin tevî heval û malbeta xwe wêderê derbaz kin. Razîbûna meye ji dil me hêlan dike, wekî her sê roja ser van civata bin.

Ser civînên me, em gerekê ne ku tenê derheqa wê yekê bifikirin ku çi dikarin bona xwe bistînin, lê usa jî ça em dikarin hizkirinê bidine kifşê (Gl. 6:10; Îbr. 10:24, 25). Çaxê em ber xûşk-bira derî vedikin, yan jî xwera ciyên zêde nagirin, em didine kifşê, wekî kara merivên din digerin (Flp. 2:3, 4). Civatên mezin mecaleke baş didine me, wekî hevalên teze xwera bivînin. Em dikarin nêtê xwera daynin, wekî pêşiya û paşî civatê, û usa jî wedê nanxwarinê kesekîra bibine nas (2 Kr. 6:13). Hevaltiya ku wêderê destpêbe dikare tu car xilaz nebe! Xêncî wê yekê, gava merivên der-dor hizkirinê orta meda divînin, dikarin hêlan bin ku Yehowara xizmet kin (Yn. 13:35).

BINIHÊRIN VÎDÊO “HIZKIRIN TU CAR KUTA NABE!; CIVATÊN MEZINE HEMDINYAYÊ” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Sala 2019 ser civata mezine hemdinyayê xûşk-bira çawa hindava mêvanada hizkirin dane kifşê?

  • Çima yektî û hizkirin nav cimeta Yehowada usa mexsûs e?

  • Birên ji Koma Rêberiyê çawa dîna me dane ser hizkirinê?

  • Çawa hûn dikarin ser civatên meye mezin hê zêde hizkirinê bidine kifşê?

    Almanyayêda û Korêya Başûrda hizkirina Mesîhîtî çi cûreyî xûşk-bira kirine yektiyê?

  • Em gerekê çi nêtê daynin pêşiya xwe?