Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 MÎNA ÎSA BIJÎN

Bi Bîlaniyê Xwera Hevala Bijbêre

Bi Bîlaniyê Xwera Hevala Bijbêre

Ew çi ku deşta Mowabêda hate serê Îsraêliya ders e bona Mesîhiya (1 Kr. 10:6, 8, 11). Îsraêliyên ku destpêkirin tevî jinên Mowabiye bênamûs û pûtparist hevaltiyê bikin, paşê gunê giran kirin. Ewê yekê axiriya giran pey xwe anî (Jm. 25:9). Der-dorê me gelek merivên usa hene, kîjan ku Yehowa nahebînin, mesele hevalxebatçî, hevaldersxan, cînar, bira-pismam û yên din. Lê ev serhatiya ji Kitêba Pîroz çi me hîn dike derheqa hevaltiya nêzîk tevî merivên ku Yehowa nahebînin?

BINIHÊRIN VÎDÊO “DERSÊN KÊRHATÎ BONA XIZMETKARÊN ÎROYÎN; PAREK” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Zîmrî û yên din kîjan fikirên nerast digotine Yamîn?

  • Çawa Pînhas alî Yamîn kir ku rast ser tişta binihêre?

  • Çi firqî heye orta heleqetiya baş û hevaltiya nêzîk tevî merivên ku Xwedê nahebînin?

  • Çima em gerekê hela hê civatêda jî fesal hevala xwera bijbêrin?

  • Çima em gerekê malperên sosîalda xwe ji xeberdana tevî merivên nenas dûr bigirin?