Çi ye Padşatiya Xwedê?

Çi ye Padşatiya Xwedê?

Gelek meriv seva hatina Padşatiya Xwedê dua dikin. Dibek pirs cem te pêşda tê, ku çi ye Padşatiya Xwedê û ewê çi bike?

WERÊN EM ŞÊWIR KIN HELA KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE:

  • Çi ye Padşatiya Xwedê?

    Ev padşatiya ezmanî ye û Padşê wê jî Îsa Mesîh e (Îşaya 9:6, 7; Metta 5:3; Lûqa 1:31-33).

  • Padşatiya Xwedê wê çi bike?

    Ew wê hemû tiştên xirab bide hildanê û edilaya herheyî bîne ser erdê (Daniyêl 2:44; Metta 6:10).

  • Çi tê hesabê berî pêşin Padşatiya Xwedê bigerin?

    Ev yek tê hesabê piştgiriya Padşatiya Xwedê û rastiya wî bikin. Ev usa jî tê hesabê, ku bawer bikin wekî bi vê Padşatiyê, Xwedê wê halê erdê aliyê başda biguhêze çawa ku niha li ezmên e (Metta 6:33; 13:44).