Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çaxê tu rind zanî tu yekî çawa nî û ji jîyînê çi dixwazî, tera wê hêsa be wedê bagerê xwe qayîm bigirî

 Bona Cahila

9: Tu Yekî Çawa Nî

9: Tu Yekî Çawa Nî

EW ÇI TÊ HESABÊ

Dikeve nava vê yekê, ne ku tenê navê te û bejin-bala te, lê hê zêde. Dêmek li vir xeberdan diçe derheqa wê yekê, ku çi cûreyî tu dijîyî, çi bawer dikî û xeysetê te ça ne. Bi rastî jî hemû tişt dikeve nava vê yekê, bi saya çi jî tu dibî ew merivê ku niha yî.

ÇIMA FERZ E

Çaxê tu rind xwe nas dikî û zanî çi dixwazî, hingê tê nehêlî wekî heval û merivên din ser te kontrol bikin û hukum kin.

Adrîan ku 18 salî ye, dibêje: “Heçî zef meriv wek manîkên in. Ewana xwexa najbêrin ku kîjan kincî li xwe kin; dewsa wan yên din dijbêrin”.

Kortnêy ku 16 salî ye, dibêje: “Ez hîn bûm çawa xwe li tiştên rast bigirim, hela hê çaxê ew pir zor e. Ez dikarim bêjim ku hevalên min bi rastî kî ne, çimkî ez têderdixim bi wê yekê, ku ewana xwe çi cûreyî kifş dikin û ez çawa me hindava wanda”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Û nekevine kirasê bendê vê dinyayê, lê ser hişê xweda werin” (Romayî 12:2).

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Bifikire ser wê yekê, hela bi rastî tu yekî çawa nî, û tu dixwazî merivekî çawa bî. Bona vê yekê dikarî bifikirî ser aliyê xweyî qewî, sist û ku çi bawer dikî. Di vê yekêda wê alî we bikin pirsên ku jêrê nivîsar in. Ji kerema xwe caba wan pirsa xwera bêjin.

Aliyê teyî qewî: Çi feresetên te hene? Ez çida qewî me? (Mesele: Ez wedê xweda diçime ciya? Ez xwegirtî me? Ez xebathiz im? Ez merd im?) Çi tiştên baş ez dikim?

ŞÎRET: Bona te zor e bifikirî li ser wan tiştên qenc, ku te kir yan got? Ji dê, bav yan hevalekî xwe bipirse, wekî ewana tera bêjin ku kîjan tiştên baş ewana nav teda divînin, û çima?

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bira her kes kirinêd xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe razî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke” (Galatî 6:4).

Aliyê teyî sist: Ez gerekê ser çi bixebitim? Heçî zef çi çax ez texmîn dikim ku dikarim bikevim ber bayê tiştên nerast? Hê zêde kîjan derecada ez dikarim xwegirtinê bidime kifşê?

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Heger em bêjin: ‘Gunê me tune’, em xwexa xwe dixapînin” (1 Yûhenna 1:8).

Norme: Ez bi kîjan norma dijîm û çima? Ez Xwedê bawer dikim? Çi ez dame bawerkirinê ku Xwedê heye? Ez kîjan şixulî hesab dikim ça nerast û çima? Derheqa axiriyê ez çi bawer dikim?

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Hingê firasetê te xwey ke û aqilê miqatîyê li te bike” (Metelok 2:11).