Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu kîjan rê nîşanî zarên xwe dikî?

 Bona Dê-bava

8: Rabûn-Rûniştina We

8: Rabûn-Rûniştina We

EW ÇI TÊ HESABÊ

Dê-bavên ku meseleke baş didine zarên xwe, dijîn li gora wê yekê, çi ku xwexa hîn dikin. Mesele hîviyê nîbe, ku zara te timê rastiyê xeber de, hergê tu wîra dibêjî: “Bêje wî ez mal nînim” çaxê naxwazî tevî kesekî bi têlêfonê xeber dî.

Davîd dibêje: “Dê-bav gerekê hîviyê nîbin ku zarên wan wê bikin êw, çi ku ewana xwexa nakin. Zar wek pembû ne, yên ku hildiçinin xwe hemû tiştên ku em dibêjin û dikin. Hergê em tiştekî zara hîn dikin û carna li gora giliyê xwe xwexa nakin, hingê zar wê ewê yekê têderxin û bidine rûyê me”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Dannasîn dikî, ku nedizin, lê tu didizî?” (Romayî 2:21).

ÇIMA FERZ E

Ser zara û cahilên din diha zef hukum dikin dê-bavên wan, ne ku heval yan kesekî din. Ew tê hesabê, ku cem we mecaleke baş heye, ku rêberiya rast bidinê zarên xwe, û ewê yekê bikin çi ku merivara jî dibêjin.

Nikol dibêje: “Diqewime em sed carî tiştekî bêjine zarê û ewê guhê xwe nede me, lê hergê carekê em usa nekin çawa ku dibêjin, zar wê ewê yekê derbêra bide rûyê me. Zar dîna xwe didin ser hemû tiştên ku em dikin, hela hergê em difikirin ku ewana navînin jî, yeke ewana divînin”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Serwaxtiya jorin, berê pêşin paqij e . . . bê hilekarî ye” (Аqûb 3:17).

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Normên xwe hilde hesab. Kîjan wedederbazkirina tu dijbêrî? Tu hindava mêr yan jin û zarên xwe, çawa xwe kifş dikî? Tevî kê tu hevaltiyê dikî? Tu derheqa meriya xem dikî? Tu dixwazî ku zarên te mîna te bin?

Krîstên dibêje: “Ez mêrê xweva zorê nekine ser zarên xwe, ku ewana xwe li wan norma bigirin, bi kîjana ku em xwexa najîn”.

Bona şaşiyên xwe baxşandinê bixwaze. Zarên te îda zanin, wekî tu jî dikarî carna şaşiya berdî. Çaxê tu hevalzewac û zarên xwera dibêjî “bibaxşîne min” gava ku ew lazim e, usa tu zarên xwe hîn dikî, ku bibine merivne rast û milûk.

Robîn dibêje: “Zarên me gerekê bibihên, ku çawa em gunê xwe didine rûyê xwe û bona şaşiyên xwe baxşandinê dixwazin. Hergê em usa nekin ewana wê hînî wê yekê bin, ku şaşiyên xwe veşêrin”.

Wêndil dibêje: “Em dê-bav dikarin zef ser zarên xwe hukum kin û rabûn-rûniştina me haceteke qewî ye, çimkî ewana timê evê yekê divînin. Em bona wan ça kitêba vekirî ne, ya ku bi dersê qîmet tije ye”.