Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo Mesîhî dikare bal xwe çek xwey ke, mesele tiving yan qirmê biçûk seva ku xwe xwey ke?

Çaxê Mesîhî safî dikin ku derecên xofda çawa xwe xwey kin, vê pirsêda jî ewana xwe li prînsîpên Kitêba Pîroz digirin. Û ji prînsîpên Kitêba Pîroz zelal tê kifşê ku necayîz e wekî tiving, qirme yan jî çekên mayîn Mesîhî bide xebatê seva ku xwe ji merivên xof xwey ke. Were çend tişta şêwir kin, ku alî me bikin vê yekêda safîkirinên rast bikin:

Ber çevê Yehowa emirê meriva pîroz e. Dawid zebûrbêj got ku Yehowa “kaniya jîyanê” ye (Zeb. 36:9). Lema jî hergê Mesîhî dixwaze xwe yan jî hebûka xwe xwey ke, ew wê her tiştî bike seva xûna kesekî nekeve stûyê wî, dêmek wê nekuje (Qan. Dcr. 22:8; Zeb. 51:14).

Rast e her tişt bi çi jî meriv xwe xwey ke, dikare bibe meniya mirina kesekî, lê qirme dikare pêra-pêra bikuje, firqî tune nişkêva ew biqewime yan jî bi hemdê xwe kesekî gule kin. * Xêncî vê yekê, qaçax yan diz ku dixwaze ziyanê bide kesekî, ew usa jî tevhev e, lê çaxê ew destê kesekîda qirmê divîne, hal hê xirab dibe û kesek dikare bê kuştinê.

Îsa şeva pêşiya mirina xwe şagirtên xwera got wekî şûr tevî xwe hildin. Lê ewî ne bona vê yekê got seva ewana xwe xwey kin (Lûqa 22:36, 38). Îsa dixwast dersekê wan hîn ke. Ewî got ku ewana gerekê ziyanê nedine kesekî, hingê jî gava elalet pê çeka  miqabilî wan derê (Lûqa 22:52). Çaxê Petrûs bi şûrê xwe xulamê serekkahîn birîndar kir, Îsa temî da Petrûs: “Şûrê xwe bike cî”. Paşî van giliya Îsa prînsîpeke usa got ku bona Mesîhiyên îroyîn e jî: “Kî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr here” (Met. 26:51, 52).

Li gora pêxembertiya Mîxa 4:3, cimeta Xwedê “şûrên xwe” dikine “hesinê gîsinê” û “rimên” xwe dikin “kêra rezvana”. Belê, ev yek usa ne, Mesîhî gerekê şerûd nîbin. Ewana dijîn li gora temiya Xwedê kîjan ku bi saya Pawlos da: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin. . . . Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayiyêda bin” (Rom. 12:17, 18). Pawlos rastî gelek çetinaya hat, aliyê qaçaxada jî, lê ewî tu car ev prînsîpa Xwedê neteriband seva emirê xwe xwey ke (2 Korn. 11:26). Wan derecada, Pawlos îtbariya xwe Xwedê û bîlaniya wî dianî, bîlaniya ku Xebera Wîda heye û ji çekên şer “qenctir” e (Waîz 9:18).

Bona Mesîhiya emir ji hebûkê qîmettir e. Belê, “emirê însên hebûka wîva girêdayî nîne” (Lûqa 12:15). Lema jî besa xeberê, hergê Mesîhî bi giliyên nerm nikare qaçax yan diz ku qirma wî heye bide sekinandinê, hingê gerekê pey vê prînsîpa Îsa here: “Miqabilî xiraba nesekinin”. Ev tê hesabê çi ku ew ji me bixwaze, emê her tiştî jêra bidin (Met. 5:39, 40; Lûqa 6:29). * Lê lape baş ev e wekî nekeve çevê qaçaxa. Çawa Kitêba Pîroz dibêje ku pê hebûnê xwe qure nekin. Û hin jî hergê cînar me nas dikin ça Şedên Yehowa yên ku edilayîhiz in, ew yek jî dikare me ji qaçaxtiyê xwey ke (1 Yûhn. 2:16; Metlk. 18:10).

Mesîhî îsafa merivên din hildidine hesab (Rom. 14:21). Hergê civatêda kesek pêbihese wekî cem xûşk yan birak qirme heye, ewana dikarin ecêbmayî bimînin, û hela hê bilikumin jî. Lema hergê jî em difikirin ku îzina me heye tiştekî bikin, lê ev yek dikare xûşk-bira bilikumîne, emê ji hizkirinê tiştên usa nekin (1 Korn. 10:32, 33; 13:4, 5).

Mesîhî gerekê bona yên din mesela baş bin (2 Korn. 4:2; 1 Pet. 5:2, 3). Hergê Mesîhî çek xwey dike seva xwe xwey ke, rûspî wê ser hîmê Kitêba Pîroz şîretê bidine wî. Û hergê ew Mesîhî evê şîretê pişt guhê xweva bavêje, bona civatê ew mesela baş nîne. Ew îda nikare civatêda kifşkirin yan jî cabdariya bistîne. Ev prînsîp bona wan Mesîhiya ye jî, yên ku wî cîyî dixebitin, kîderê ku ewana çek hildidin destên xwe. Belê, hê baş e xebateke din bigerin. *

Mesîhî gerekê xwexa safî ke ku çawa malbet û hebûka xwe xwey ke, û usa jî çi xebat bijbêre. Lê her safîkirin gerekê li gora prînsîpên Kitêba Pîroz be. Xwedêyê meyî bîlan ew prînsîp dane me, çimkî me hiz dike. Lema jî Mesîhiyên ku pê prînsîpên Xwedê dijîn û qayîm wî hiz dikin, bona xweykirina emirê xwe wê tu çekî hilnedin destê xwe û ne jî bal xwe xwey kin. Ewana zanin ku hergê îtbariya xwe Xwedê bînin û emirê xweda prînsîpên wî bidine xebatê, Xwedê wê xweykirin û bêxofiyê heta-hetayê bide wan (Zeb. 97:10; Metlk. 1:33; 2:6, 7).

Wedê tengasiya mezin, Mesîhî wê hewara xwe Yehowa bînin ne ku xwexa xwe xwey kin

^ abz. 3 Mesîhî dikare safî ke wekî çeka wî hebe (mesele, qirme), seva nêçîrvaniyê yan jî seva xwe ji heywanên beyanî xwey ke. Lê çaxê ew çeka xwe nade xebatê, ew gerekê gule yanê patrona ji qirmê derxe û danegirtî xwey ke, yan jî ji hev derxe û cîkî dadayîda xwey ke. Wan welatada kîderê ku neqanûnî ye û qedexekirî ye çek xwey kin, Mesîhî gura vê qanûnê dikin (Rom. 13:1).

^ abz. 2 Seva ku pêbihesin ku çawa xwe xwey kin ji zorbetîkirinê, binihêrin gotar bi navê “Çawa Xwe ji Zorbetîkirinê Xwey kin”, jûrnala “Hişyar Bin!”, ya meha 8 Adarê, sala 1993.

^ abz. 4 Hê zêde înformasiya derheqa xebatekî usa ku qirme gerekê hildine destê xwe, binihêrin “Birca Qerewiliyê” ya meha 1 Mijdarê, sala 2005, rûp. 31, û ya 15 Tîrmehê, sala 1983, rûp. 25-26.