Hacetên şerkirinê wê bêne kutakirinê

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gelo wê bê ew wede, çaxê ser erdê edilayî be?

Hûnê çi bêjin?

  • Belê

  • Na

  • Dibeke

Kitêba Pîroz dibêje

Bin serwêrtiya Îsa Mesîh wê “edilayî gelek be, heta ku hîv betavebe”, dêmek her-heyî be (Zebûr 72:7).

Dîsa çi em dikarin pêbihesin ji Kiteba Pîroz?

  • Merivên zulm, wê ji erdê bêne hildanê, çi ku wê merivên qencra dest bide, wekî “xêr-xweşîyêva . . . xinê bin û şa bin” (Zebûr 37:10, 11).

  • Xwedê wê hemû şera bide hildanê (Zebûr 46:8, 9).

Gelo dibe ku îda niha edilayî be?

Hinek meriv difikirin ku . . . edilayî yan rihetî wê tune be, heta ku dinya bi kul-derda û neheqiyê tije ye. Hûn çi difikirin?

Kitêba Pîroz çi dibêje?

Hela hê niha jî, ewên ku xwe li nêzîkî Xwedê digirin, dikarin bistînin “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” (Fîlîpî 4:6, 7).

Dîsa çi em pêdihesin ji Kitêba Pîroz?

  • Xwedê soz dide, wekî kul-derda û neheqiyê wê bide hildanê, û “her tiştî nû” çêke (Eyantî 21:4, 5).

  • Emê bistînin edilayê ku dilê meda be, hergê bona hewcên xweye ruhanî xem bikin (Metta 5:3).