Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE DERHEQA JÎYÎN Û MIRINÊ?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîn û Mirinê?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîn û Mirinê?

Di kitêba Destpêbûnda tê gilîkirinê derheqa efirandinê û temiya Xwedê ku ewî dabû Adem: “Ji her darêd baxçeda, dilê te dikişîne kîjanê bixwe, lê ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe, çimkî wê roja gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî” (Destpêbûn 2:16, 17). Zelal e, ku hergê Adem gura vê fermana Xwedê bikira, ewê nemira, û wê her-heyî di baxçê Êdênêda bijîta.

Yazix, lê dewsa ku gura Xwedê bike û her-heyî bijî, Adem ev fermana Xwedê înkar kir û çaxê jina wî Hêwayê ji dara qedexekirî êmîş da wî, ewî xwer (Destpêbûn 3:1-6). Evê yekê axirîke xirab anî û heta roja îroyîn li ser me xirab hukum dike. Pawlosê şandî ev yek zelal dike: “Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Ew “merivekî”, hemikî Adem bû. Lê çi bû gune, û çima ji gune mirin hat?

Adem qanûna Xwedê ber tu tiştî hesab nekir û înkar kir, û ev hate hesabê gune (1 Yûhenna 3:4). Û çawa ku Xwedê pêşda gote Adem, cezakirin seva gune, mirin e. Hergê Adem gura fermana Xwedê bikira û gune nekira, ew û zuretên wî wê nemirana. Xwedê meriv neefirand ku bimirin, lê wekî heta-hetayê bijîn.

Bê şik, çawa ku Kitêba Pîroz dibêje, mirin “ser hemû meriva bela bû”. Lê gelo paşî  mirinê, pareke me berdewam dike dijî? Gelek meriv wê bêjin “belê”. Dêmek yançi pareke ji me, ku tê navkirinê nefs, namire. Dêmek dertê ku Xwedê Adem xapand? Çi cûreyî? Çimkî hergê pareke me paşî mirinê berdewam dike dijî, dêmek mirin ev cezakirin seva gune nîne, çawa ku Xwedê gotibû. Kitêba Pîroz derheqa Xwedê dibêje: “Nabe ku ew derew derê” (Îbranî 6:18). Bi rastî, Şeytan derew kir çaxê gote Hêwayê “hûn tu car namirin” (Destpêbûn 3:4).

Ji bo vê yekê pirseke usa pêşda tê: “Hergê hînkirin derheqa wê yekê ku nefsa meriya namire û dijî, li ser hîmê derewiyê ye, wekî usa ne çi bi rastî diqewime paşî mirinê?”

KITÊBA PÎROZ RASTIYÊ EYAN DIKE

Di kitêba Destpêbûnda derheqa efirandina meriv usa tê gotinê: “Xudan Xwedê ji axa erdê qalibê mêr çêkir, bîna jîyînê hulmî poza kir û mêr bû bînberekî sax”. Xebera Îbranî “nefêş”, raste-rast tê welgerandinê ça “bînberekî sax” * (Destpêbûn 2:7).

Bi vê yekê Kitêba Pîroz eşkere dike, ku cem meriv tune nefsekî nemirî. Lê dewsê, her merivek xwexe heye “merivekî bînber”. Lema jî hergê hûn bixwazin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, hûnê tu ciya xebera “nefsa nemirî” nevînin.

Hergê Kitêba Pîroz nabêje, ku paşî mirinê nefsa meriva dijî, lê çima gelek rêlîgiya evê yekê hîn nakin? Seva ku caba vê pirsê bistînin, werên em derbazî Misira kewin bin.

 HÎNKIRINA QELP PÊŞDA DIÇE

Herodot, dîrokzanê Yûnanî yê ku 2 500 sal pêşda dijît, got ku merivên Misirê, “yên pêşin bûn ku pêşda anîn hînkirina derheqa wê yekê ku nefsa meriya namire”. Cimeta Babîloniya kevin jî, ev yek bawer dikirin. Lê çaxê di sala 332-da B.D.M., Îskenderê Mezin, Ruhilata Navîn zeft kiribû, fîlosofên Yûnanî ev hînkirin pêşda birin û destûr kirin. Û zûtirekê ev hînkirin nav temamiya Împeratoriya Îbranîda bela bû.

Tuyê tu ciya di Kitêba Pîrozda nevînî xebera “nefsa nemirî”

Qirna yekêda D.M., du sêktên Cihûya yên lapî qewî, Êssêyî û Faris hîn dikirin, ku paşî mirinê nefsa meriya berdewam dike dijî. Li gora Ferhenga Cihûya, “hînkirin derheqa wê yekê ku nefsa meriya namire, ji fikir û ji fîlosofiyê Platonê derbazî ser miletê Cihû bû”. Dîrokzanê qirna yekê jî, Ûsivê Flavîûs, gotibû ku ev hînkirin ne li ser hîmê Kitêba Pîroz e, lê ev ji “hînkirinên lawên Yûnaniya” bela bû, yanê ev yek hekiyat û mîtolojîya wanda eyan dibû.

Çaxê hukumkirina kûltûra Yûnaniya gelek pêşda diçû, Mesîhiya jî ev hînkirina qelp ji kûltûra Yûnaniya hildabûn. Li gora giliyê terîxzanê Yona Lênderînga, “hînkirina Platon derheqa wê yekê ku nefsa meriya bi cûrekî din berdewam dike dijî, hêsa kir şixulê fîlosofiya Platon û Mesîhtî, ku evê hînkirinê tevay bikine yek”. Usa dêra “Mesîhtî” hînkirina qelp derheqa nefsa nemirî qebûl kirin û ev bû pareke ferz ya baweriya wan.

 “RASTIYÊ WE AZA KE”

Qirna yekêda Pawlosê şandî elam kir: “Ruh aşkere dibêje, ku rojêd axiriyêda hinek wê ji baweriyê bikevin, guh bidine ruhêd derewîn û hînkirinêd cina” (1 Tîmotêyo 4:1). Ev gilî çiqas rast in! Hînkirin derheqa nefsa nemirî, ev tenê meselek e ya “hînkirinêd cina”. Ev hînkirin ne li ser hîmê Kitêba Pîroz e, û koka wê ji rêlîgiya kevin ya pûtparista û ji fîlosofiyê tê.

Lê çiqas şabûneke mezin e seva me, ku Îsa got: “Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:32). Hergê em zanebûna rast ji Kitêba Pîroz qazanç kin, emê aza bin ji hînkirin û kirên usa, yên ku rêligiyên dinyayê pêşda dibin û yên ku Xwedê bêhurmet dikin. Xêncî wê yekê rastiya Xebera Xwedê, me ji telika wan eyd-qeyda û hînkirinên qelp aza dike, çi ku mirinêva girêdayî ne. (Binihêre çargoşe “ Mirî li Kuderê ne?”)

Efirandarê me, em usa neefirandine ku em 70 yan 80 sala li ser erdê bijîn, û paşî mirinê berdewam kin li ezmên yan cîkî din bijîn. Serê-sêrîda Xwedê qirar kiribû, ku meriv her-heyî li ser erdê bijîn. Ev qirara Xwedê hizkirina Wî hindava însanetêda dide kifşê, û tu tişt û tu kes wê nikaribe di vê yekêda riya wî bigire (Malaxî 3:6). Zebûrbêj serda jî evan giliya destûr dike: “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).

 

^ abz. 9 Hine welgerandinên Kitêba Pîroz, mesele welgerandina “King Jamesû Welgerandina Katolîkiye Dûêy, xebera “nefeş” welgerandin ça “bînberekî sax. Lê gelek welgerandinên modêrn jî, mesele The New English Bible”, ev xeber welgerandin ça “efrînê bînber”. Lê “New International Versionû “The Jerusalem Bibleev tercime kirine ça bibine sax”; yanê li gora “Today’s English Version, “destpêkir bijî”.