Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KITÊBA PÎROZ​—HATE XWEYKIRINÊ Û GIHÎŞTE ME

Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê

Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê

ÇETINAYÎ: Papîrûs û pêrgamênt tiştên nivîsandinêye ferz bûn, çi ku nivîskarên Kitêba Pîroz didane xebatê (2 Tîmotêyo 4:13). * Çawa ev hemû tişt hatine xweykirinê?

Papîrûs hêsa diqelişe, rengê xwe unda dike, û sist dibe. Zandar Rîçard Parkînson û Stêfên Kwerkê dibêjin: “Wede derbaz dibe û belgê wê dirizin dibine ax. Çaxê kitêbên gulomatkkirî gelek wede têne xweykirinê, dirizin û kefikî dibin ji bo nêmê, usa jî kêzik û mişk dixwin. Îlahî çaxê nava xaliyêda weşartîne, mûristangên sipî (gêrîk) dikarin wana bixwin. Çaxê hine papîrûs hatine dîtin, ew ji ronayê û nêmê, hê zû xirab bûn.

Pêrgamênt himberî papîrûsê daha dirêj tê xweykirinê. Lê ew jî xirab dibe hergê rind xwey nekin û hergê ew ciyê germ, nêm yan ronayî be. * Kêzik pêrgamêntê jî dikarin bixwin. Lema jî di kitêba “Everyday Writing in the Graeco-Roman East” usa hatiye nivîsandinê: “Ji bo wan meniya gelek destnivîsarên kewin heta roja îroyîn nehatine xweykirinê”. Hergê destnivîsarên Kitêba Pîroz jî nehatana xweykirinê, elametiya Kitêba Pîroz jî, mîna wan destnivîsarên kewin, wê unda bûna û negihîştana heta rojên me.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ HATE XWEYKIRINÊ: Li gora qanûna Cihûya, her padşak gerekê “ji kitêba van qanûna, . . . kitêbekê xwera ji ber wê binivîse”, dêmek pênc pirtûkên Kitêba Pîroze pêşin (Qanûna Ducarî 17:18). Xêncî wê yekê, bergirên cêribandî haqas manûskrîpt derdixistin, ku qirna yekêda, D.M.-da, Nivîsarên Pîroz hemû kinîştada li nava temamiya Îsraêlê hebûn, û hela hê li Makedonya dûrda jî! (Lûqa 4:16, 17; Karên Şandiya 17:11). Gelo çawa hine manûskrîptên lapî kewin heta rojên me hatine xweykirinê?

Manûskrîptên ku eyan in ça Kitêbên Gulomatkkirî ya Bera Mirî, nava qirnada, di cêrên ji xaliya sorda hatine xweykirinê. Ev di şkeftada dîtin, kîderê ku hewake ziha bû

Zandarê Peymana Nû, bi navê Fîlîp Komfort dibêje: “Cihûya kitêbên gulomatkkirî, nava kîjanada ku Nivîsarên Pîroz jî hebûn, di cêrada xwey dikirin, seva dirêj bêne xwey kirinê”. Paşê Mesîhiya jî usa dikirin. Lema jî hine manûskrîptên Kitêba Pîroz di cêrada didîtin, usa jî di qotiyada ciyê terîda yan jî di şkeftada kîderê ku hewa ziha bû.

ÇI EM PÊHESIYAN: Bi seda parên manûskrîptên Kitêba Pîroz, îda 2 000 sal zêdetir e, ku hene, û heta rojên me hatine xweykirinê. Manûskrîptên tu nivîsandineke din haqas tune bûn, çiqas ku yên Kitêba Pîroz hene.

^ abz. 3 Papîrûs ev matêrîal e, ku li ser tê nivîsandinê. Ew ji wê şînkayê tê çêkirinê, navê kîjanê xût papîrûs e û ew ciyê avzêm şîn dibe. Pêrgamênt ji çermê heywana tê çêkirinê.

^ abz. 5 Mesele, dokûmênta fermîye Dêklarasiya Tevnebûyînê ya Dewlêtên Amerîka Yekbûyî, li ser pêrgamêntê hatibû nivîsandinê. 250 sal jî derbaz nebûn, ev îda xirab bibû û çetin bû nivîsandina wê têderxin.