Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Mirin wê Ça bê Hildanê?

Mirin wê Ça bê Hildanê?

JI BO NEGUHDARIYA de-bavê meyî pêşin Adem û Hêwayê, temamiya însanetê bûye dîlê gune û mirinê, lê yeke qirara Xwedê bona meriya nehatiye guhastinê. Xwedê bi Xebera xwe, vê yekêda me dide bawerkirinê.

  • “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).

  • “Abadîn mirinê daqurtand û Xudan, XUDAN, wê ji hemû wecan [rûyê meriya] hêstirên çavan paqij bike” (Îşaya 25:8).

  • “Dijminê xilaziyê ku wê kokê lê bîne, mirin xwexa ye” (1 Korintî 15:26).

  • “Îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:4).

Gelo Xwedê wê çawa mirinê bide hildane? Kitêba Pîroz zelal dibêje: “Rastê her-heyê wê . . . bijîn”. Lê ew usa jî dibêje, “li rûyê erdê zilamê salih tuneye ku, hertim qenciyê bike” (Waîz 7:20). Gelo ev tê hesabê, ku Xwedê miqabilî giliyên xwe dertê û ewê îda ji meriya dewa neke, wekî ewana xwe li normên wî bigirin, ku bikaribin heta-hetayê bijîn? Ew wê tu car usa neke, çimkî Ew “derewan nake” (Tîto 1:2, ÎM). Dêmek, Xwedê wê çi bike, ku qirara xwe derheqa însanetê bîne sêrî?

XWEDÊ WÊ MIRINÊ BIDE HILDANÊ (ÎŞAYA 25:8).

BI SAYA KIRÎNÊ, AZABÛN JI DÎLTIYA MIRINÊ

Yehowa Xwedê bi hizkirin tişteke usa daye însanetê, çi ku dikare me ji mirinê xilaz ke. Ew heye kirîn. Nêta xebera kirîn ew e, çaxê berdêliya wek hev tê dayînê, kîjan ku dikare heqê zirarekê yan deynekî dade. Her kes ji me gunekar e û nikare ji mirinê bireve. Kitêba Pîroz dibêje: “Tu kes bi tu awayî nikare birayê xwe rizgar bike û berdêla wî bide Xweda” (Zebûr 49:7).

Çaxê merivê qisûr dimire, pê mirina xwe ew tenê heqê gunên xwe dide; ew nikare ne xwe, ne jî kesekî din ji gunekariyê û mirinê aza ke (Romayî 6:7). Em hewcê kesekî usa bûn, kîjan ku bê gune û kamil bûya, ku emirê xwe seva gunên me bida (Îbranî 10:1-4).

Xwedê xût derheqa vê yekê xem kir. Ewî kurê xwe Îsa ji ezmên şande ser erdê, wekî ew mîna merivekî kamil û bê gune bê bûyînê (1 Petrûs 2:22). Îsa got ku ew hate ser erdê, seva “emirê xwe bide, ku geleka bikire” (Marqos 10:45). Îsa mir, seva ku heqe gunê me bide û ji dîltiya mirinê me aza ke (Yûhenna 3:16).

MIRIN WÊ ÇI ÇAX BÊ HILDANÊ?

Îro pêxembertiya Kitêba Pîroz tê sêrî, çimkî “zemanêd xirab” hatine, çi ku îzbat dike, wekî em “rojêd axiriyêda” dijîn (2 Tîmotêyo 3:1). Rojên axiriyê “bona Roja Axretê têne hiştinê, kîjanêda merivêd nepak wê unda bin herin” (2 Petrûs 3:3, 7). Lê merivên ku Xwedê hiz dikin, wê bêne xilazkirinê û bi “jiyîna heta-hetayê” bêne kerem kirinê (Metta 25:46).

Îsa hat, wekî “emirê xwe bide, ku geleka bikire” (Marqos 10:45).

Bi mîlyona merivên din ku bêne saxkirinê, wê ewana jî jîyîna herheyî bistînin. Çaxê Îsa bajarê Nayînêda kurê jinebiyê, ku tayê-tenê bû ji mirinê rakir, usa ewî îzbat kir, wekî saxkirin tişteke rêalî ye. Kitêba Pîroz dibêje, wekî Îsa gunê xwe lê anî, lavik ji mirinê rakir (Lûqa 7:11-15). Pawlosê şandî got ku saxkirina “yên rast û nerast” wê hebe, “ev hêviya min jî ji Xwedê heye”. Ew hêviya qayîm dide kifşê, wekî Xwedê çiqas meriya hiz dike (Karên Şandiya 24:15, ÎM).

 Bi mîlyona meriv hizreta wê yekê ne, wekî herheyî bijîn. Kitêba Pîroz dibêje: “Yên rast welat mîras distînin, her û her li wê derê rûdinin” (Zebûr 37:29). Wî çaxî ewana wê pir bextewar bin û lezetê bivînin, gava bi çevê xwe bivînin çawa giliyê Pawlos kîjan ku ewî weke 2 000 sal pêşda nivîsîbû têne sêrî: “Mirin, kanê qîlê jera te? Mirin, kanê serketina te?” (1 Korintî 15:55). Dijminê însanetê, yanê mirin vê bi temamî bê kutakirinê.