Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Em Hatine Efirandinê, ku Herheyî Bijîn

Em Hatine Efirandinê, ku Herheyî Bijîn

KÊ JI ME naxwaze bi jîyîneke dirêj û bextewar bijî? De bidine ber çevê xwe, wekî hûn heta-hetayê dijîn û sihet-qewata we jî baş e! Weyê gelek wede tevî merivên xweyî hizkirî derbaz kira, biçûna cûre-cûre ciya, û çi ku dilê we bixwesta, weyê bikira.

Vê yekêda tiştekî ecêbmayî heye? Hemikî na. Ji Nivîsarên Pîroz em pêdihesin, wekî Xwedê xwestina jîyîna herheyî kiriye dilê me (Waîz 3:11). Usa jî tê gotinê, ku “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Dêmek Xwedê me hiz dike û wê ev xwestina ku herheyî bijîn nekira dilê me, hergê nikaribûya ev yek bianiya sêrî.

Femdarî ye wekî tu kes naxwaze bimire. Kitêba Pîroz ser mirinê dibêje “dijmin” (1 Korintî 15:26). Zû yan dereng, her kes dikeve destê vî dijminê xwe û nikare ji vî xilaz be. Gelek meriv gava derheqa mirinê difikirin, tirs dikeve dilê wan. Lê gelo wê bê wede, ku ev dijminê me bê altkirinê?

HÎMÊ HÊVIYA ME

Dibe ku hûn ecêbmayî bimînin, wekî Xwedê bona meriya mirin qirar nekiribû. Kitêba Destpêbûnêda em divînin îzbatiya vê yekê, ku qirara Xwedê bona însanetê ew bû, wekî herheyî ser erdê bijîn. Ev e hîmê hêviya me. Yehowa Xwedê * erd û hemû tiştên din efirandiye, seva ku meriv bijîn û bextewar bin. Paşê Yehowa merivê pêşin, Adem efirand, û ew li cinetê baxçê Êdênêda cîwar kir. Paşî wê yekê, “Xwedê dîna xwe da hemû kirina xwe ku va yê ew gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:26, 31).

 Adem dilqê Xwedêda bêqusûr hatibû efirandinê (Qanûna Ducarî 32:4). Kulfeta Adem, Hêwa jî hemû aliyava çawa bedenêda usa jî hişda bêqusûr bû. Yehowa gote wan: “Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin, hukumî li ser mesîyêd berê teyredêd ezmên û hemû heywanêd li ser erdêye ku dihejin bikin” (Destpêbûn 1:28).

Wede lazim bû, ku zuretên Adem û Hêwayê erd tije kirana. Hêwayê gerekê zar bianiya, zarên wê jî gerekê zar bianiyana û usa hêdî-hêdî li gora qirara Xwedê, erd tije kirana (Îşaya 45:18). Gelo ev tişteke logîkî ye, ku Yehowa Adem û Hêwayêra fermaneke usa da, lê wana gerekê tenê haqas bijîtana, ku zarên xwe û nebiyên xwe bidîtana û bimirana?

De bidine ber çevê xwe, wekî ewana gerekê hukumî li ser hemû heywana bikirana. Ademra hatibû gotinê, wekî nava bide ser heywana. Seva vê yekê wede lazim bû (Destpêbûn 2:19). Lê seva ku xweyîtî wan bikira, Adem gerekê gelek tişt derheqa wan pêbihesiya. Usa jî gerekê hîn bûya ku çawa miqatî wan be. Bi rastî jî seva wan hemû tişta, gelek wede lazim bû.

Dêmek ev fermana Xwedê dide kifşê, wekî merivên pêşin hatibûn efirandinê ku dirêj bijîn. Û bi rastî, jîyîna Adem dirêj kişand.

QIRARA XWEDÊ BONA ÎNSANETÊ EW E, WEKÎ EWANA HERHEYÎ LI SER ERDÊ CINETÊ BIJÎN

JÎYÎNA WAN YA GIŞKA DIRÊJTIR BÛ

Adem 930 sal

Metûşela 969 sal

Nuh 950 sal

Îro, 70-80 sal

Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin, ku wextekî meriv himberî rojên îroyîn diha dirêj emir dikirin. Em dixûnin: “Temamîya rojêd emirê xweda, Adem nesid sî salî emir kir”. Paşê vêderê besa şeş merivên din tê kirinê, kîjan ku 900 salî zêdetir jîtine! Navê wan: Sêt, Enoş, Qênan, Yarêd, Metûşela û Nuh bûn. Her kes ji wana pêşiya Sêlavê dijîtin wedê Nuhda. Nuh 600 salî bû, gava Sêlav destpêbû (Destpêbûn 5:5-27; 7:6; 9:29). Gelo meniya emirê wanî dirêj çi bû?

Ewan meriva dijîtin hingê, çaxê hê gelek wede derbaz nebibû, ji wî wedeyî gava Adem û Hêva kamiliya xwe unda kirin. Dêmek wî çaxî ewana hê ji kamiliyê zef dûr neketibûn. Ça kifş e, ev bû meniya sereke. Lê gelo çi hevgirêdan heye orta kamiliyê û jîyîna dirêj? Mirin wê ça bê hildanê? Seva ku caba wan pirsa bistînin, werên em pêşiyê pêbihesin, çima em kal-pîr dibin û dimirin.

[Spartin]

^ abz. 6 Yehowa ev navê Xwedê ye, kîjan ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e.