Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Hûn ji gelek çivîka qîmettir in” (METTA 10:31).

Gelo Xwedê Te Divîne?

Gelo Xwedê Te Divîne?

EM ÇI HÎN DIBIN JI EFIRÎNA

Çaxê zar ji zikê diya xwe derdikeve, 60 deqên pêşin gelek ferz in bona zarê. Gelo çima? Çimkî çaxê paşî bûyînê, zar cem diya xwe ye, ev yek ser wî gelek baş hukum dike. *

Gelo çi dê hêlan dike, ku hindava zara xweye tezebûyî nazik be? Zandar Jênêt Krênşo di jûrnala “The Journal of Perinatal Education” şirowedike, ku hormona oksîtosînê “paşî zarbûyînê hestên dê pêşda tînin, ku ew zarê hilde hemêza xwe, miqatî wê be, û lê têr ke”. Dîsa hormonek heye, çi ku wî çaxî “alî dê dike guh bide zarê” û ber wî be. Çima ew usa ferz e?

Heleqetiya nêzîk orta dê û zara virnî, hatiye sazkirinê aliyê Efirandarê meda, dêmek Yehowa Xwedê. * Dawid Padşa pesn dida Xwedê, ku ewî ew ji zikê dê derxist û xwey dikir hemêza diya wîda. Ewî dua dikir: “Ji bûyinêva ez hatime spartin li te, hê ji malzarokêva, Xwedayê min tu yî” (Zebûr 22:9, 10, ÎM).

ŞÊWIR KIN: Hergê Xwedê sîstêmeke usa çetin efirandiye bi saya çi jî dê bi nazikî miqatî zara xwe dibe, û hewcên zarê hildide hesab, dêmek bi logîkî ye ku Xwedê jî wê bona me xem bike çimkî em gişk jî zarên Wî ne (Karên Şandiya 17:29).

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE DERHEQA HIZKIRINA XWEDÊ

Îsa Mesîh, yê ku ji hemûşka baştir Efirandarê me nas dike, giliyê usa got: “Ne du çivîk bi diravekî çarqurûşê têne firotanê? Lê yek jî ji wan bêyî emirê Bavê we nakeve erdê. Lê çi li we dikeve, her têlekî porêd serê we jimartî ne. Îdî netirsin. Hûn ji gelek çivîka qîmettir in” (Metta 10:29-31).

Hindik meriv dîna xwe didine çivîkên biçûk, û ji wana hê kêm divînin, ku ça ew çivîk dimirin. Lê Bavê meyî ezmana, ji wana her yekê divîne! Bidine hesabê xwe, ku bona Xwedê, meriv çivîka qîmettir in. Ew yek çi me hîn dike? Tu gerekê dudilî nîbî û bawer bikî, ku çevê Xwedê ser te ye. Heyneser ew bona te xem dike!

Xwedê bona halxweşiya me xem dike û bi hizkirin dîna xwe dide me

Ew rêzên Kitêba Pîroz me qewî dikin

  • “Çevê Xudan li her dera ye, Ew qenc û xiraba dibîne” (METELOK 15:3).

  • “Çevê Xudan li ser rasta ye û guhê Wî li ser hewar-gazîya wan e” (ZEBÛR 34:15).

  • “Pê huba Te ezê eşq û şa bim, çimkî ser merimîya minda Te nihêrî û telî-tengîya min pê hesîyayî” (ZEBÛR 31:7).

 “MIN TIRÊ YEHOWA MIN HIZ NAKE”

Gelo hergê emê bizanibin ku Xwedê bi hizkirin bona halxweşiya me xem dike û çevê wî ser me ye, ew yek dikare ser jîyîna me hukum ke? Belê dikare. Hanna * ji Înglîstanê dibêje:

“Gelek car ez difikirîm, ku Yehowa min hiz nake û lema jî caba duayên min nade, çimkî baweriya min kêm e. Minra usa dihate kifşê, ku ez bona Xwedê tu tişt nînim û Ew bona min xem nake, lema jî ez tême cezakirinê û Xwedê pişta xwe dide min”.

Niha Hanna sed selefî bawer dike ku Yehowa wê hiz dike û bona wê xem dike. Gelo çi nihêrandina wê usa guhast? Ew dibêje: “Ew guhastineke mezin bû. Tê bîra min, gelek sal pêşda gotarek derheqa qurbanbûna Îsa hate xwendinê, çi ku gelek ser min hukum kir. Evê gotarê alî min kir hizkirina Yehowa texmîn kim. Û çaxê min caba duayên xwe distand, çevê min tije hêsir dibûn, çimkî min fem dikir ku Yehowa çiqas min hiz dike. Usa jî lêkolîna Kitêba Pîroz û civatê, hê zêde derheqa Yehowa ez hîn kirime ku ew bona me çi dike. Niha ez zelal divînim piştgiriya Yehowa, hizkirina wî hindava me hemûyada û hazirbûna wî, ku bona her kesî ji me başqe xem bike”.

Giliyê Hanayê gelek dilgermiyê didin. Lê çawa tu dikarî bawer bî, ku Xwedê te fem dike û hestên te jî hildide hesab? Gotara din caba wê pirsê dide.

^ abz. 3 Hinek kulfet paşî razanê dikevine dêprêsiyayê, bona çi jî wana çetin tê zarên xwe hildin destê xwe. Çi jî hebe ewana gerekê vê yekêda xwe neheq nekin. Li gora zaningeha Miletiyêye Saxlemxweyîkirinê, ya Dewletên Yekbûyî, tê kifşê ku ser dêprêsiya paşî razanê “hukum dikin tiştên êmosiyalî û fîzîkî . . . lê ew pêşda nayê ji bo wê yekê, ku dê tiştek dike yan nake”. Bona hê zêde elametî derheqa vê têmayê binihêrin jûrnala “Hişyar Bin!” ya 8 Hezîranê, sala 2003, gotara “Understanding Postpartum Depression” (Dêprêsiya, ya Paşî Razanê).

^ abz. 5 Yehowa ew navê Xwedê ye, kîjan ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e (Zebûr 83:18).

^ abz. 15 Hine navên ji vê gotarê hatine guhastinê.