Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI KARÊ EMÊ BISTÎNIN JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ?

Çawa Kitêba Pîroz Dikare Jîyîna min Aliyê Başda Biguhêze?

Çawa Kitêba Pîroz Dikare Jîyîna min Aliyê Başda Biguhêze?

Kitêba Pîroz ne mîna hemû kitêba ye. Di vê kitêbêda şîret têne dayînê, yên ku ji Efirandarê me ne (2 Tîmotêyo 3:16). Elametiya wê kitêbê dikare qayîm li ser me hukum be. Kitêba Pîroz dibêje: “Xebera Xwedê sax û zor e” (Îbranî 4:12). Qewata wê kitêbê heye ku jîyîna me bextewar ke. Mesele, ew îda niha rêberiyê dide me seva jîyîna meye herrojî, û alî me dike hê rind bizanibin derheqa Xwedê û sozên wî (1 Tîmotêyo 4:8; Aqûb 4:8).

Îda niha jîyîna te bextewar dike. Kitêba Pîroz dikare alikariyê bide hela hê pirsên şêxsîda jî. Ew şîretên kêrhatî dide derheqa:

  • Heleqetiya me tevî yên dinêna (Efesî 4:31, 32; 5:22, 25, 28, 33).

  • Sihet-qewata meye êmosiyalî û fîzîkî (Zebûr 37:8; Metelok 17:22).

  • Nav-namûsiyê (1 Korintî 6:9, 10).

  • Aboriyê (Metelok 10:4; 28:19; Efesî 4:28). *

Cotê zewicî ji Asyayê gelek qîmet kirin şîreta Kitêba Pîroz. Ewana anegorî gelek cotên teze zewicî, dixebitîn ku xeyset-hunurên hev rast kin. Û seva wê yekê wana timê dilê xwe hevra vedikir. Wana destpêkir bidine xebatê ew, çi ku ji Kitêba Pîroz dixwendin. Ewê yekê çi kar anî? Ew mêrê ji Asyayê, bi navê Vîsênt dibêje: “Çi ku min ji Kitêba Pîroz dixwand alî min kir çetinayên zewacê bi hizkirin safî kim. Xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz alî me kirin ku tevay bextewariyêda bijîn”. Jina wî Analoû dibêje: “Xwendina meselên ji Kitêba Pîroz alî me kirin. Niha ez bextewar im û lezetê distînim ça ji zewaca xwe usa jî ji wan nêta ku me daniye pêşiya xwe”.

Xwedê hê rind nas bikî. Derheqa zewaca xwe Vîsent zêde dike: “Niha çaxê Kitêba Pîroz dixûnim, ez texmîn dikim ku çawa ez hê nêzîkî Yehowa dibim”. Ji giliyê Vîsent tiştekî ferz hate kifşê. Dêmek Kitêba Pîroz dikare alî te bike, ku Xwedê hê rind nas bikî. Çaxê Kitêba Pîroz dixûnî, ne ku tenê karê distînî ji şîretên wê, lê usa jî texmîn dikî wekî Xwedê tera dibe dost. Û tê bivînî wekî Kitêba Pîroz hela hê tiştên hûr bi hûr jî derheqa axiriya baş eyan dike. Ev bi rastî jî axiriya baş e, kîderê ku tuyê lezetê bivînî ji “jiyîna ku rastî jiyîn e” û yê ku wê herheyî bikşîne (1 Tîmotêyo 6:19). Tu kitêbeke din axirîke usa baş soz nade.

Hergê tu destpêkî Kitêba Pîroz bixûnî û li gora prînsîpên wê bijîyî, tê îda niha karê bistînî, jîyîna xwe bextewar kî û Xwedê hê rind nas kî. Hemikî çaxê tu Kitêba Pîroz bixûnî, dibeke hine pirs cem te pêşda bên. Lê timê bîra xweda xwey ke mesela baş yê wezîrê Etyûpyê, yê ku 2 000 sal pêşda dijît. Gelek pirsên wî hebûn Nivîsarên Pîrozva girêdayî. Çaxê ji wî pirsîn hela ew fem dike ewê yekê çi ku dixûne, ewî got: “Ezê çawa bikaribim fem bikim, heger yek minra şiroveneke?” * Paşê ewî bi dil û can qebûl kir alîkariyê ji merivê ku dersdarê Nivîsarên Pîroze cêribandî bû. Navê wî Fîlîpo bû û ew şagirtê Îsa bû (Karên Şandiya 8:30, 31, 34). Hergê tu jî dixwazî hê zêde derheqa Kitêba Pîroz pêbihesî em te teglîf dikin bikevî malpera www.jw.org. Li ser vê malperê tê bikaribî xwestina xwe bi kûponê tije kî yan jî binivîsî ser adrêsa ku di vê jûrnalêda nivîsar in. Tu usa jî dikarî tevî Şedên Yehowa têklî bî yan jî herî Oda Civata wan. Îda niha hînbûna Kitêba Pîroz destpêke û bihêle ku ew rêberiya te bike û jîyîna te bextewar ke.

Hergê tu hinekî dudilî dibî hela bi rastî tu dikarî pêda îtbariya xwe Kitêba Pîroz bînî yan na, ji kerema xwe binihêre vîdêoya kin bi navê “Ça Em Dikarin Bawer Bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?” Seva vê yekê dikarî şifrê skan bikî, yan jî bikeve jw.org, bitikîne “Lêgerîn” û binivîse nav

^ abz. 8 Hergê dixwazî hê zêde pêbihesî, ku çida Kitêba Pîroz dîsa kêrhatî ye, binihêre malpera me jw.org. Bikeve HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > PIRSÊN KITÊBA PÎROZVA GIRÊDAYÎ.

^ abz. 11 Binihêre gotara vê jûrnalê bi navê “Çima Nerast Fem Dikin?