Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 SERHATÎ

Yehowa Ez usa Kerem kirim, ku Min ne jî Dikaribû Bida Ber Çevê Xwe

Yehowa Ez usa Kerem kirim, ku Min ne jî Dikaribû Bida Ber Çevê Xwe

CAHILTIYÊDA min xwera digot: “Belê, ez gerekê bibime pêşeng, lê dibeke minra hewas nîbe?”. Ez Almanyayêda dixebitîm û min xebata xwe hiz dikir. Min xwarin dişande gelek ciyên Afrîkayê, mesele Dar ês Salamê, Êlîzabêtvîlê, û Asmarayê. Ez ne jî difikirîm, wekî gelek sal şûnda, ezê wêderê û dîsa gelek ciyên din Afrîkayêda, ça xizmetkarê hertim Yehowara xizmet kim!

Çaxê axiriyêda min dudilîbûna xwe alt kir û pêşengtî destpêkir, emirê min usa hate guhastinê, ku min ne jî dida ber çevê xwe (Efes. 3:20). Lê dibeke hûn difikirin ça ew yek qewimî. Ezê niha ji destpêkê wera gilî kim.

Ez sala 1939 Bêrlînêda (Almanya), hatime bûyînê, çend meh paşî destpêka Şerê Hemdinyayê yê II. Sala 1945-da xilaziya vî şerî, pê teyara bomb diavîtine ser Bêrlînê. Carekê çaxê bomb diavîtine ser kûça me, malbeta me revî çû sitarê. Meriv direviyan diçûne wêderê, seva xwe ji bomba xwey kin. Em seva emirê xwe xilaz kin, revîne Erfurtê, kîderê ku diya min hatibû bûyînê.

Mênfrêd Tonak tevî dê-bavê xwe Almanyayêda, weke 1950

Diya min gelek dixwest rastî pêbihesiya. Ewê gelek kitêbên fîlosofa xwendibû û cûre-cûre rêlîgiya jî lêkolîn kiribû, yeke qe yek jî dilê wê nehatibû. Nêzîkî sala 1948, du Şedên Yehowa hatine mala me. Diya min wana teglîfî malê kir û gelek pirs pey hev da wan. Sihetek jî derbaz nebû, ewê min û xûşka mine biçûkra got: “Min rastî dît!”. Paşî vê yekê, min, diya min û xûşka min, destpêkir Erfurtêda herine civatê.

Sala 1950-da, em vegeriyane Bêrlînê. Wêderê em diçûne civata Bêrlîn-Kroîtsbarkê. Paşê em Bêrlînêda derbazî cîkî din bûn, û îda diçûne civata Bêrlîn-Têmpêlhofê. Hine wede şûnda diya min hate nixumandinê, lê min xwe paş dixist, çimkî ez difikirîm wekî hazir nînim. Çira?

ÇA MIN DUDILÎBÛN BAL XWE DA HILDANÊ

Ez ruhanîda pêşda nediçûm, çimkî gelek şermoke bûm. Rast e ez diçûme xizmetiyê, lê du sala min wedê xizmetiyê tevî meriva xeber nedida. Lê nihêrandina min hate guhastinê, çaxê min gelek xûşk-birên mêrxas nas kir, yên ku aminiya xwe Yehowara îzbat kiribûn. Hinek ji wana ketibûne girtîgeha Natsîsta, hinek jî Almanya Rohilatêda ketibûne kela. Hineka azaya xwe dikirine bin xofê, çimkî edebyetên me dizîkava dibirine Almanya Rohilatê. Ew mesela  wan gelek qayîm ser min hukum bû. Ez xwera difikirîm, ku hergê wana bona Yehowa û xûşk-birên xwe, emirê xwe û azaya xwe dikirine bin qeziyê, lê ez ça gerekê ser xwe nexebitim, seva şermoke nîbim û ruhanîda pêşda herim.

Çaxê min sala 1955-da wedê kampaniya xizmetiyêye mexsûs xizmet dikir, min destpêkir ser xwe bixebitim, wekî mêrxas bim. “Înformatêda” * nema Nêytan Nor neşirkirî bû, kîderê ewî elam kiribû, wekî nava teşkîleta meda, ev kampaniya wê ya lape mezin be. Ewî got ku hergê hemû mizgînvan xizmet kin, “ew meh xizmetiyêda wê meheke here mexsûs be”. Rastî jî usa bû! Paşî vê yekê, hine wede şûnda, min xwe tesmîlî Yehowa kir. Sala 1956 ez, bavê min û xûşka min hatine nixumandinê. Lê zûtirekê min îda gerekê safîkirineke din bikira, ku gelek ferz bû.

Min zanibû, wekî axiriyêda nêta rast wê ew be, ku ez bibime pêşeng, lê min derengî dixist. Min safî kir, wekî pêşiyê Bêrlînêda arş-vêrşiyê hîn bim, seva tevî welatên din kirîn-firotanê bikim. Paşî vê yekê, min xwest wedelû xebateke usa xwera bivînim, wekî vî pêşeyîda hê cêribandî bim. Lema jî sala 1961, min destpêkir Hambûrgêda bixebitim, kîjan ku Almanyayêda şeherekî portîye lape mezin e. Çiqas ez diketime pey xebata xwe, haqas min hê derengî dixist, wekî bibime pêşeng. Lê min çi kir?

Ez gelek ji Yehowa razî me, wekî bi saya birên delal, ewî alî min kir fem kim, ku xizmetî ya lape ferz e. Çend hevalên min bûne pêşeng û minra mesela baş hîştin. Xêncî vê yekê, Êrîk Mand bira, kîjan ku ketibû girtîgehê, dil da min, wekî îtbariya xwe Yehowa bînim. Ewî got, wekî girtîgehêda birên ku xweda îtbar bûn, axiriyêda sist bûn, lê ewên ku bi temamî îtbariya xwe Yehowa dianîn, amin man û gelek alîkarî dane teşkîleta Yehowa.

Çaxê min pêşengtî destpêkir, sala 1963

Usa jî Martîn Potsîngêr, yê ku paşê bû endemê Koma Rêberiyê, her gav dil dida bira, çaxê digot: “Mêrxasî ew heye hunerekî gelek lazim!”. Ez ser wan giliyên wî difikirîm, û axiriyêda min xebata xwe hîşt û meha Hezîranê, sala 1963-da destpêkir ça pêşeng xizmet kim. Emirê minda, ew safîkirineke lape baş bû! Paşî du meha, min hê xebata teze xwera nedîtibû, ez hatime kifşkirinê ça pêşengê mexsûs. Çend sal şûnda, Yehowa ez usa kerem kirim, ku min ne jî dikaribû bida ber çevê xwe. Ez hatime teglîfkirinê ku mekteba Gîledda hîn bim.

GÎLEDÊDA DERSEKE QÎMET HÎN DIBIM

Derseke lape ferz, ku ez îlahî ji Nêytan Nor û Lîman Swîngl bira hîn bûm, ew bû wekî “kifşkirina xwe nehêlin”. Wana dil dida me, wekî kifşkirina xweda bimînin, hergê jî mera çetin be. Nor bira digot: “Hûnê hiş-aqilê xwe bidine ser çi? Ser heriyê, kêzika û kesîbbûnê? Yan ser baxa, kulîrika û beşera merivaye xweş? Hîn bin meriva hiz bikin!”. Rojêkê, çaxê Swîngl bira şirovekir, ku çira hine xûşk-bira kifşkirina xwe hîştin, çevê wî tije hêsir bûn. Ewî gotara xwe da sekinandinê, hêsa bû û dîsa berdewam kir. Ewê yekê usa dilê min girt, ku min xwera safî kir, wekî tu car ne dilê Mesîh ne jî dilê birên wîyî amin, neêşînim (Met. 25:40).

Ez, Klod, û Hênrîx kifşkirina xweye mîsyonêrtîda Lûbûmbaşîda, (Kongo), sala 1967

Çaxê em kifşkirina xwe pêhesiyan, hine endemên Beytelê ji me hineka dipirsîn, ku em kîderê hatine kifşkirinê. Çaxê yên mayîn derheqa kifşkirina xwe digotin, wanra giliyên hewas digotin. Lê çaxê min got: “Ez hatime kifşkirinê Kongoda (Kînşasa)”, ewana sekinîn û tenê usa gotin: “Pey, Kongo! Bira Yehowa tevî te be!”. Wan çaxa, derheqa Kongo (Kînşasa), gelek elametî hebûn, wekî wêderê meriv şer dikin û hevdu dikujin. Lê ez ser vê dersê difikirîm, kîjan ku ez Gîledêda hîn bûm. Hine wede şûnda çaxê min mekteba Gîled xilaz kir, meha Îlonê sala 1967, ez, Hênrîx Denbostal û Klod Lîndsêy çûne paytexta Kongoyê, Kînşasayê.

 DERSÊN KU EZ XIZMETIYA MÎSYONÊRTÎDA HÎN BÛM

Çaxê em hatine Kînşasayê, em sê meha zimanê Fransî hîn dibûn. Paşê em pê teyarê çûne Lûbûmbaşîyê, Êlîzabêtvîlê ya berê, kîjan ku nêzîkî sînorê Zambyayê ye. Em derbazî mala bona mîsyonêra bûn, sêntra şeherda.

Gelek têrîtoriyên Lûbûmbaşîda tu kesî mizgînî bela nekiribû, û em yên pêşin bûn, ku wan merivara mizgînî gilî kirin. Tu car haqas hînbûnên meye Kitêba Pîroz tune bûn. Me usa jî xizmetkarên dewletêra û polîsara şedetî dida. Gelek ji wana qedirê Xebera Xwedê û şixulê meye belakirina mizgîniyê, digirtin. Ew meriv heçî zef ser zimanê Swahîlî xeber didan, lema ez û Klod Lîndsêy ewî zimanî jî hîn bûn. Hine wede şûnda, em hatine kifşkirinê civata ser zimanê Swahîlîda.

Rast e bal me gelek qewimandinên hewas hebûn û me şabûn distand, lê em usa jî rastî çetinaya dihatin. Gelek car eskerên vexwarî û polîsên hêrs, buxdan diavîtine me. Carekê jî, komeke polîsa pê çeka ketine civata me, ku mala bona mîsyonêrada derbaz dibû, û em girtin birine polîsa sereke. Wêderê wana em erdê dane rûniştandinê heta êvarê siheta deha, paşê em berdan.

Sala 1969 ez hatime kifşkirinê ça berpirsiyarê mihalê. Cara ez riya dûrra nav şînkayên bilind û herîra diçûm. Carekê, gundekîda mirîşk tevî cûcikên xwe bin ciyê razana minda raza bûn. Ez tu car bîr nakim, berbangê hê terî bû, ewê pê qîrîneke qayîm ez hişyar  kirim. Ez qîmet dikim wan bîranîna, çaxê me êvara, tevî bira kuçik dadida, dorê rûdiniştin û derheqa rastiyên Kitêba Pîroz xeber dida.

Lê çetinayîke lape mezin ew bû, ku nava meda merivên qelp hebûn, yên ku yançi Şedên Yehowa bûn, lê bi rastî ewana ji partiya Kîtawala bûn. * Hinek ji wan hatine nixumandinê û hela hê jî civatêda bûne rûspî. Ji wan geleka, yên ku mîna “kevirên veşartî” bûn, nikaribûn xûşk-birên amin bixapandana (Cihûd. 12). Axiriyêda Yehowa civat temiz kirin û hê zêde meriv hatine nava rastiyê.

Sala 1971-da, ez fîlîala Kînşasayêda hatime kifşkirinê, kîderê ez bona cûre-cûre tişta cabdar bûm, mesele, bona şandin û standina nema, sifareşkirina edebyeta, û şixulên xizmetiyêva girêdayî. Beytelêda ez hîn bûm ku ça welatê mezinda şixulê me organîze kim, kîderê ku înfrastrûktûra haqas pêşdaçûyî nîbû. Cara nemên me bi meha ancax digihîştine civata. Neme ji teyarê derbazî qeyika dikirin, lê ji bo kulîrkên avê ku rê qeyika digirtin, qeyik bi heftiya ser avê diman. Lê yeke nava wan cûre-cûre çetinayada, şixul dihate kirinê û pêşda diçû.

Ez ecêbmayî dimam, ku ça bira pê perê hindik, civatên mezine sêrojî saz dikirin. Wana xwexa platforma çêdikir, pê gîhayên bilind ça bêjî dîwar çêdikirin, û usa jî gîha hev dialandin, dikirine mîna belgiya, seva ser rûnên. Wana bambû didane xebatê ça stûn bona avaya, û ji qamîşa ban û texte çêdikirin. Wana dewsa mixa, qalçikên dara didane xebatê. Ez timê ecêbmayî dimam ku bira ça her tişt dikirin, seva çetinaya safî kin. Min ew xûşk-birên delal gelek hiz kir. Çaxê min kifşkirina teze stand, min gelek bîra wan dikir.

XIZMETÎ KENYAYÊDA

Sala 1974, min derbazî fîlîala Naîrobî (Kenya) kirin. Wêderê gelek şixulê me hebû, çimkî fîlîala Kenyayê alîkarî dida dehe welatên nêzîk, ji wan welata hinekada şixulê me qedexekirî bû. Gelek car ez dişandime wan welata, îlahî Etyopyayê, kîderê ku xûşk-birên me dihatine zêrandinê û gelek tengasiyên giran didîtin. Gelek ji wana rastî zorbetiyê hatin, ketine kelê, hela hê jî hinek hatine kuştinê. Lê ewana amin man, çimkî heleqetiya wan tevî Yehowa û tevî hevdu qewî bû.

Sala 1980, emirê min hate guhastinê, ez zewicîm, min Gal Matêson stand ya ku ji Kanadayê ye. Em tevayî mekteba Gîledda hîn dibûn, û paşî vê yekê me hevra dinivîsî. Galê ça mîsyonêr Bolîvyayêda xizmet dikir. Paşî 12 sala, em Niyû Yorkêda rastî hev hatin. Hine wede şûnda Kenyayêda me hev stand. Ez gelek razî me ji Galê, bona nihêrandina wêye ruhanî. Ew timê razî bû bona vê yekê, çi ku bal wê hebû. Ew heta îro alîkarçiya mine qîmet e û hevala mine hizkirî ye.

Sala 1986, ez û Gal hatine kifşkirinê şixulê berpirsiyartiyêda, û hin jî min xizmet dikir Komîtêya Fîlîalêda. Min gelek şixulê berpirsiyartiyê wan welatada dikir, kîjan ku fîlîala Kenya cabdar bû.

Ser civata mezine sêrojî Asmarayêda, sala 1992

Rind tê bîra min, çaxê sala 1992 Asmarayêda, (Erîtrêyayêda), me karê civata mezine sêrojî dikir. Hingê şixulê me vê rêgîonêda qedexekirî bû. Yazix cîkî pak tune bû, û me tenê merekeke nerind dît, kîjan ku hindurva hê halekî xirabda bû, ne ku rûva. Roja civata mezin, ez ecêbmayî mam, ku xûşk-bira ça ew cî bedew kiribûn û seva hebandina Yehowara, kiribûne cîkî layîq. Gelek malbeta tevî xwe perçên bedew anîbûn û her tiştên nebedew pê wan perça dadabûn. Me ser vê civata mezin, kîderê ku 1 279 meriv bûn, şabûneke mezin stand.

Wedê şixulê berpirsiyartiyê, her heftî ciyê ku em diman, cûre-cûre bû. Mesele, heftêkê em xanîkî mezinda diman, kîjan ku ber  okyanûsê bû, lê heftiya din em diman avayîkî pê jêşt çêkirîda, kîderê xebatçî dijîtin. Wêderê destav weke 100 mêtir dûr bû. Firqî tune me kîderê xizmet dikir, yeke em gelek dişêkirînin wan bîranîna, çaxê me tevî pêşenga û mizgînvanên xîret gelek xizmet dikir. Çaxê me kifşkirina teze stand, mera nehêsa bû ji wan hevalên delal biqetin, çimkî me gelek bîra wan dikir.

ETYOPYAYÊDA KEREMA DISTÎNIN

Xilaziya salên 1980 û destpêka salên 1990, çend welatada, yên ku bin rêberiya fîlîala Kenyayê bûn, şixulê meyî belakirina mizgîniyê hate qanûnkirinê. Bi saya vê yekê, fîlîal û ofîs hatine sazkirinê. Sala 1993, em hatine kifşkirinê ofîsa Addîs Ababayêda, (Etyopya), kîderê ku hingê me dizîkava şixulê belakirina mizgîniyê dikir, lê niha ew bi qanûnî ye.

Şixulê berpirsiyartiyê şeherekî ji Etyopyayê der, sala 1996

Yehowa şixulê belakirina mizgîniyê Etyopyayêda gelek kerem kir. Gelek xûşk-bira destpêkirin xizmetiya pêşengtî. Ji sala 2012, her sal ji mizgînvana 20 selefî zêdetir ça pêşeng xizmet dikin. Xêncî vê yekê, mektebên teşkîletê hê pêşda çûn hînkirinêda, û 120 zêdetir Odên Civata hatine avakirinê. Sala 2004, endemên Beytelê derbazî avayê teze bûn, û usa jî kerem ew bû, ku hema wî cîyî usa jî oda bona civatên mezin hate avakirinê.

Gelek sala Etyopyayêda min û Galê hevaltiya nêzîk tevî xûşk-birên qîmet qazanc kir. Me ewana gelek hiz kirin, çimkî ewana gelek heyf û bi hizkirin bûn. Wan paşwextiyada sihet-qewata me xirab bû, û lema em hatine kifşkirinê fîlîala Ewropaya Navendda. Wêderê bi dil û can miqatî me dibin, lê ez gelek bîra wan hevalên delal dikim, yên ku me Etyopyayêda nas kirin.

YEHOWA GÎHAND

Me dît ku Yehowa ça şixulê xwe pêşda bir û gîhand (1 Korn. 3:6, 9). Mesele, çaxê min destpêkir merivên Rwandayêra şedetiyê bidim, yên ku dihatine Kongoyê seva sifir qazanc kin, hingê li gora hesaba, Rwandayêda mizgînvan tune bûn. Lê niha wî welatîda 30 000 mizgînvana zêdetir hene. Sala 1967-da, Kongoda (Kînşasa), weke 6  000 mizgînvan hebûn. Lê îro wêderê weke 230 000 mizgînvan hene, û sala 2018-da mîlyon meriva zêdetir, hatine ser Êvara Bîranînê. Wan hemû welatada, kîjan ku berê bin rêberiya fîlîala Kenyayêda bûn, 100 000 zêdetir mizgînvan zêde bûne.

Yehowa pêncî sala zêdetir pêşda, bi saya cûre-cûre bira alî min kir xizmetiya hertim destpêkim. Rast e heta îro ez ser xwe dixebitim, wekî şermoke nîbim, lê ez hîn bûme wekî bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînim. Afrîkayêda ez hîn bûm, wekî bi sebir bim û razî bim. Ez û Gal ecêbmayî dimînin ser wan xûşk-bira, yên ku mêvanhiziya mezin didine kifşê, ber problêma teyax dikin û îtbariya xwe Yehowa tînin. Ez gelek dişêkirînim qenciya Yehowaye mezin. Yehowa rastî jî ez usa kerem kirim, ku min ne jî dikaribû bida ber çevê xwe (Zeb. 37:4).

^ abz. 11 Paşê ew hate navkirinê “Qulixkirina Meye Padşatiyê”, lê niha hate guhastinê û tê navkirinê “Bernama Civînê Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin”.

^ abz. 23 “Kîtawala” xebera Swahîlî ye, kîjan ku tê hesabê “serwêrtî, hukumetî”. Nêta vê partiyayê, polîtîkî bû. Wana dixwest ji hukumê Bêljîkê aza bin. Komên Kîtawala edebyetên Şedên Yehowa qazanc dikirin, dixwendin û bela dikirin, û paşê pê hînkirinên Kitêba Pîroz nihêrandinên xweye polîtîkî, edetên qelp, û cûrê jîyîna bênamûsî, heq derdixistin.